Duşem, 18 Tebax 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gulten Akgul piştî 31 sal hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê sê şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karmendan li hemberî pêşniyara zemê ya kêm dev ji kar berda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyon wê li Dayikên Şemiyê û Rêxistinên Civakî yên Sivîl guhdarî bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aslan: Ji bo ev pêvajo bi rengekî erênî bi encam bibe, divê her kes hewl bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Gel dixwaze ku pêvajo li ser zemîneke qanûnî bê rûniştandin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Nisêbînê serdegirtina malan: 3 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Meha Tebaxê li Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fragmana beşa 20’an a ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karakûş: Komîsyon divê azadiya Ocalan pêk bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla 15’ê Tebaxê pîroz kir: Em fedaiyên Rêber Apo û xeta Egîd in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Licê şewat car din destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    DEM Partî: Em ê bibin deng û nefesa Şerîfe Mûhammedî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mirina bi guman a jinan ji kuştina jinan zêdetir bûye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Viyan Adar: Divê jin hêza xwe ya parastinê li her derê avabike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îdîl Ûgûrlû: Jin hêmana esasî ya pêvajoya aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 3 bajaran li dijî qetilkirina jinan meşiyan: Rêxistinbûna me xweparastina me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnex û Rihayê jin li dijî tundiya mêr meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Albûma nû ya Awazê Çiya ‘Dara Jiyanê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em di Festîvala Ciwanan a Şehîd Lecwan Mûnzûr de li hev dicivin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Niha dema Cegerxwîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Derwêş û Edûlê: Di evîna Kurdî de drama azadî û lehengiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji helbesta Rêber Apo ya ji bo zarokan klîba anîmasyonê hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên Şengalê bi klîba ‘Şehîdên welatê me’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > YJA Starê fermandar Medya Egîd bi rêzdarî bi bîr anî
Kurdistan

YJA Starê fermandar Medya Egîd bi rêzdarî bi bîr anî

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê: Em hevrêya dilsoz a Rêber Apo, jina leheng a xelkê me yê Mêrdînê, milîtana PKK-PAJK'ê ya pêşeng û endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Medya Egîd-Beraat Afşîn bi hurmet, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi vî rengî ye:

“Têkoşîna me ya li dijî faşîzma mêr-dewletê ya di pêşengiya Rêber Apo de tê meşandin, ji bo avakirina paşeroja azad a jinê, gelê me û gelan bi serketî û bi biryardarî bi pêş dikeve. Şehîdên me yên ku di vê rêyê de bi her cure zehmetiyan re rû bi rû man û bi sekna xwe ya fedaî, tevlêbûna xwe û bi giyanê xwe dijmin bi paş ve xistin, bûn nirxên avakirina jiyana azad. Tevgera me ya azadiyê ku bi artêşa xwe ya şehîdan re her kêliyê wate û nirxê lê zêde dike, bi pêşengiya jinê û têkoşîna jinê bingeha pergala mêtingeriyê dihejîne. Em milîtana pêşeng a PKK – PAJK’ê û endama Meclîsa Fermandariya YJA Starê hevrê Medya Egîd – Beraat Afşîn ku yek ji mînakên herî xurt ên vê rastiyê ye, hevrêya Rêber Apo, jina leheng a gelê me yê Mêrdînê ye di salvegera şehadetê wê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Hevrêya me Medya di 19’ê Mijdara 2019’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşên dewleta Tirk a faşîst de şehîd bû. Her tim weke fermandara jin a azadiyê di xeta Apoyî de meşiya. Hevrê Medya bû xwediyê jiyaneke watedar û têkoşîneke mezin. Em weke hevrêyên wê diyar dikin ku em bi biryar in ku armancên wan heta serkeftinê, şoreşa jinê û avakirina Neteweya Demokratîk bimeşînin û sersaxiyê ji malbata hêja Afşîn a ku sê zarokên wan di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne, gelê me yê Mêrdînê, hemû gelê Kurd û jinên welatparêz dixwazin. 

Agahiyên nasnameya hevrêya me Medya Egîd wiha ne:

Nasnav: Medya Egîd 
Nav û paşnav: Beraat Afşîn 
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn 
Navê dayik û bav: Hacer – Hesen 
Dem û cihê şehadetê: 19’ê Mijdarê 2019’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevrêya me Medya Egîd li ser esasê rastiya jina Kurd a bi rûmet di pêşengiya Rêber Apo de li ser esasê nasnameya azad ji nû ve derketiye holê û weke zaroka gelê me ya Nisêbîna ku bûye sembola nirxên welatparêziyê teşe girt. Hevrêya me Medya di nava şert û mercên ku tevgera me di bin pêşengiya gerîla de mezin bû û welatparêzî kûr bû de mezin bû. Di temenê xwe yê biçûk de bi xeyala ku bibe gerîla, bû lêgera azadiyê.  Weke jin li ser esasê felsefeya Rêbertiyê hişyar bû, nakokiya zayendî fêm kir û bi pêşxistina nasnameya jinê veguherand wateya jiyana xwe û nêzîkatiya pergala modernîst a li hemberî jinê red kir. Hevrê Medya di salên xwendekariyê de lêgerîna xwe bi nirxên ku di nava derdorên welatparêz û civakê de bi dest xistibû ve kir yek û di sala 1995’an de bi şehadeta birayê xwe hevrê Egîd ku li Eyaleta Tolhildanê şehîd bû gelekî bi bandor bû û bi awayekî çalak tevlî xebatên têkoşînê bû. Tevî temenê xwe yê biçûk jî erka milîsiyê girtiye ser milê xwe û li ser esasê hişmendiya cins û neteweyî, cesaret û helwest têkoşînê nîşan da. Hevrêya me Medya ku di dema erka xwe ya milîstiyê de demekê di zindanên dijmin de dîl ma, rastiya dijmin baştir nas kir, weke jinekê li dijî zayendperestî û mêtingeriyê helwesteke zelal nîşan da û weke pêşengên me yên hêja Sakîne Cansiz, Gulnaz Karataş û Gurbetellî Ersozan di sala 1994’an de berê xwe da çiya û tevlî nava refên azadiyê bûn.

Tevlêbûna wê di dema artêşbûna gerîlatiya jin de çêbû û ev jî li ser bingeha leşkerî, jiyana wê ya şoreşgerî li ser hîmê hişmendiya azadiya jinê û têkoşînê rê nîşanî wê da. Li ser vê bingehê meşa gerîlatiyê ku li Mêrdînê dest pê kir, li Botanê bi cih bû. Hevrêya me Medya di qadên herî germ ên şer de pêşengiya jinê veguherand perspektîfê, herî zêde Rêbertî xwend û hewl da ku fêm bike û li ser vê bingehê bi kedeke mezin beşdarî perwerdehiya hevrêyên xwe bû. Bi zelalbûna hişmendiya li hemberî dijmin û bi helwesta xwe ya radîkal a li dijî desthilatdariya mêr, kesayetek mezin a şervan temsîl kir, bû kesayeta pêşeng a milîtan a çalakiyên herî dijwar. Ji ber tevlîbûna xwe ya çalak û domdariya meşa xwe, bi berpirsyariya fermandariyê erkên şoreşgerî girt ser xwe. Di tevahiya têkoşîna xwe de li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Botanê û Mêrdînê xebitî û di xurtkirina artêşa me ya jinan û bi bandorkirina tevlêbûnê de kedeke mezin da. Li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ku nîşaneya herî qirêj a pergala serdest a mêr û amûra herî qirêj a pergala dewletparêziyê ye, destpêkê berê xwe da xeta Mexmûr-Kerkûkê û fermandariya hêzên me yên ku nehiştin hovîtiya DAÎŞ’ê encam bigire, kir û dawiyê berê xwe da Şengalê û li dijî xiyaneta PDK’ê û qetlîama jinên Êzidî û gelê me li ber xwe da û pêşengiya vê têkoşînê kir. Di van pêvajoyan de fermandariya şer kir, xweparastina jin û gel ji xwe re esas girt. Piştî rizgarkirina Şengalê, hevrêya me Medya li qadên ku lê bû, bawerî da hevrêyên xwe, jin û gelê me, bi tevlêbûn û helwesta xwe re îradeya têkoşînê afirand, erka xwe ya dîrokî bi dawî kir û dîsa vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê. Li vir di asta Konseya Fermandariya YJA Starê de xebatên xwe berdewam kir.

Hevrêya me Medya her tim hevaleke ku jiyana wê tijî bû, mutewazî û hezkirina hevrêtiyê di her qada jiyanê de pêk dianî. Her tim ji hevrêyên xwe re bû mînak, jê bandor dibûn û pê bawer bûn. Bi taybetî jî girêdana wê ya bi Rêbertî re, hezkirin û hewldana wê ya ji bo têgihiştin û pêkanîna wê derdiketpêş; hewldana hevrêtiya rast a bi Rêbertî re kir navenda jiyana xwe û vê yekê ji xwe re kir pîvanek. Li ser vê bingehê bû xwedî tevlêbûneke bi pîvan û bi biryar û her tim rêxistinbûna jinan bû xebata wê ya sereke. Bi hişmendiya ku jin di her qadê de di asteke xweser de beşdar bibe, li ser nêzîkatiyeke bi xwe bawer, însiyatîf, birêxistinkirin, li hemberî zehmetiyan paşve gav neavêt, her tim çareseriyan dît û têkoşînê berfireh kir. Bi veguherandina hişmendiya îdeolojîk-rêxistinî ber bi perspektîfa gerîlatiyê ve, weke rastiya fermandariya leşkerî xisleteke xurt nîşan da. Di rêxistinbûn û mezinkirina gerîlatiyê de, di tekoşînê de û di pratîkê de pîvanên taktîkî de serkeftî bû. Li ser vê bingehê di jiyana xwe de rastiya Rêbertiya me ya “Ya ku şer dike azad dibe, ya azad dibe bedew dibe, ya bedew dibe tê hezkirin” di jiyana xwe de temsîl kir û ev yek kir aramanca bingehîn a pêşketina xwe. Di ti eniyan de paşve gav neavêt û aramanca wê her tim serketin bû. Bi vê tevlêbûnê şer kir, di kûrbûna îdeolojiya Apoyî de azad bû û bi israra di heqîqeta jina azad de pêşengtî û fermandariya jina ku xwerêveberî kir. Hevrêya me Medya girêdana wê ya bi şehîdan re û hewldana wê ya layiqbûnê di refên herî pêş de bû û ev jî hêza sekna wê ya exlaqî ava kir. Tevlîbûna wê li ser esasê hildana çeka birayê xwe yê şehîd weke bersiveke ji bo şehîdan pêş ket, di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de bi kedek mezin û bi berpirsyarî zêdetir hewl da ku bersivê bide şehadeta her hevrêyekî/ê xwe. Her wiha şehadeta xwişka wê Çîçek a di sala 1999’an de li Mêrdînê şehîd bû, ji bo beşdarbûna bi bandortir û gihiştina armancê bi kar anî. Li ser vê bingehê du birayên wê, mamê wê, pismamê wê û keça xaltiya wê şehîd bûne û ew elwadeke malbateke bi rûmet a ku di têkoşîna azadiyê de bedelên giran dane bû. Ji ber vê yekê her tim hewl da ku şehîdan di dilê xwe de, di têkoşîna xwe de û li welatê azad ku ji bo gelê me afirandiye zindî bihêle. Jiyan û tekoşîna di xeta Rêbertiyê de yekane rê û bijardeya layiqî şehîdan didît, li gorî wê jiya û beşdar dibû. Hevrêya me Medya li gelek qadên Kurdistanê berpirsyariya xebatên HPG-YJA Starê girt ser xwe, bi keda xwe azadiyê ava kir û weke şoreşgerekê heta nefesa xwe ya dawî li dijî dijmin bê navber têkoşîna xwe domand. Di nava karwanê nemiran de weke fermandara pêşeng a YJA Starê ku wateya lehengiyê dihewîne û nîşan dide cihê xwe girt. 

Em di serdemeke herî nêzîkî serketinê re derbas dibin. Em ê bi biryardariya pêkanîna şoreşa jinê û neteweya demokratîk a li ser esasê azadiyê, meşa xwe ya serketinê bi pêş bixin. Weke ku em ji hevrêya xwe Medya û şehîdan hîn bûn, li ser bingeha azadiya Rêberê me em ê bi biryardarî şoreşa jinê û netewebûna demokratîk pêk bînin û meşa xwe ya serketinê bidomînin. Li ser vê bingehê em ê bi rastî û hişmendiya fermana hevrê Medya têkoşînê bimeşînin, ji dijmin hesab bipirsin û tola hevrêyên xwe hilînin. Bi vê biryardarî û helwestê em careke din hevrêya xwe Medya û hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, soza xwe ya layiqbûnê dubare dikin û careke din sersaxiyê ji malbata hêja Afşîn û gelê me yê Mêrdînê re dixwazin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Rêber Apo wê bi hêz û îradeya gelê aştîxwaz azad bibe’
Nûçeya Pişt re Berdevkê Karên Derve yê DYE’yê: Em ê Tirkiyeyê di mijara Hamasê de hişyar bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Hesekê û Til Temirê çalakiyên bîranîna şehîd Zîlan

Di 29’emîn salvegera çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan de, Meclîsa Jinan a TEV-DEM’ê li Hesekê…

Ji aliyê Stêrk TV

FEDA: Yên ku êrîşî Elewiyan dikin, hêza xwe ji qirkeran distînin

FEDA'yê bal kişand ser êrîşên li ser Elewiyan û got: ‘’Yên ku êrîşî Elewiyan dikin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Wanê çalakiya protestoyî: Em ê gav paşve neavêjin

Endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Wanê bertek nîşanî binçavkirinên siyasetmedaran…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Nisêbînê serdegirtina malan: 3 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Koma Awazên Çiya bi ‘Dara Jiyanê’ Cejna Vejînê pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîdên Meha Tebaxê li Şengalê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV

Fragmana beşa 20’an a ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?