Milîsên Hakî Karer ên HBDH’ê têkildarî çalakiyên li Stenbol û Bûrsayê ev agahî dan:
“25’ê Mijdarê li Kagithane/Çelîktepe ya li Stenbolê, otoparka ayîdê faşîstan hate şewitandin û 2 wesayîtan zirar dît.
26’ê Mijdarê li Stenbol/Fatîhê depo û bodrûma Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Samatya bi kel û pelên xwe yên heyî re, hate şewitandin.
26’ê Mijdarê depoya Marketa Carrefour a li mewkiya Dolapdere ya Stenbol/Beyoglû, hate şewitandin.
27’ê Mijdarê li Bûrsayê wesayîta Kurşat Çelîk ê ku rêveberê navçeya Osmangazî ya partiya faşîst e hate şewitandin.”
Di daxuyaniyê de, ev tişt jî hatin diyarkirin: “Em zihniyeta faşîst û hevkarên wî hişyar dikin, heta ku operasyonên leşkerî, xespên îradeyê, operasyonên qirkirina siyasî û polîtîkayên tecrîdê disekinin, em ê metropolên Tirkiyeyê veguherînin topa ji agir û hesabê sûcên we bipirsin!”
Di daxuyaniyê ev bang jî hate kirin, “Gerîla derbe li ser derbeyê li zihniyeta faşîzm û mêtingeriyê dixe. Divê hemû şoreşger hîn zêdetir xwedî li gerîla derbikevin. Heta ku desthilatdariya faşîst çok ditewîne, bi ruhê Şoreşa Yekbûyî her derê bikin qada çalakiyê!”