Piştî hilweşîna rejîma Baasê ya li Sûriyeyê, lîderê siyasî û olî yê Şîa Muqteda El Sadr li ser platforma medya dîjîtal a X’ê daxuyaniyek da.
Daxuyaniya El Sadr bi vî rengî ye: “Ji bo Sûriye ya cîran, dûrî destwerdana Emerîka, Îsraîl an jî yên din, ji bo avakirina hikumeteke demokratîk a ji hemû pêkhateyan ku dûrî rêveberiya leşkerî û tundrewiyê be, em li benda diyaloga neteweyî ne. Em hêvîdar in ku di navbera herdu gelên bira de bi navê Îslam, Erebî û mirvoahiyê têkiliyeke ji hevsengiyê bê danîn. Çarenûsa me yek e û em ê destûrê nedin ku dijmin bi bahaneya mezhebî, cihêrengiya siyasî û neteweperestiyê me parçe bike.”