Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) derbarê hilweşandina rejîma Baasê û êrişên dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku gelên Suriyeyê ji destê rejîma Baasê gelek êş kişandine, lewma hilweşîna rejîmê gelekî girîng e û li gelên Suriyeyê pîroz kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku berxwedana 12’yê Adara 2004’an a li bajarê Qamişlo dijî komkujiya rejîma Baas hatiye nîşandan, dîwarê tirsê hilweşandiye, hêviya azadiyê li nava gelên Suriyeyê belav kiriye û bingeha hilweşandina rejîmê (8.12.2024) ava kiriye, lewma Kurd ji her kesî zêdetir wateya azadiyê û ketina rejîma Baas dizanin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku qasî hilweşandina rejîma şoven, rengê sîstema ku dê li şûna wê bê avakirin jî girîng e û wiha hat gotin: “Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistan) ji despêka kirîza Suriyeyê ve banga yekîtî, biratî, wekhevî û avakirina civakeke demokratîk dike, bawer dike ku dê gelên Suriyeyê re doza xwe çareser bikin û welatekî demokratîk ava bikin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku eger înkar û hewldanên têkbirina destkeftiyên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bên domandin, wê berxwedana dîrokî bê meşandin û şoreşa 19’yê Tîrmehê wekî mînak hat nîşandan.
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê hatin şermezarkirin û hat gotin ku dewleta dagirker bi êrişên li ser Minbicê ku di roja hilweşandina rejîma Suriyeyê de zêde kirin, îspat kir ku wekî rejîma Baas çareseriyê naxwaze.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li raya giştî û hêzên navnetwî hat kirin ku li hemberî terora dewleta Tirk rawestîn û hesab jê bixwazin. Bang li gelê gelên herêmê, partî û rêxistinan jî hat kirin ku yekîtî û hevgirtina xwe xurt bikin û li himber şerê taybet, bi ruhê şorşa jin jiyan azadî li rex berxwedana hêzên QSD’ê bisekinin.