Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk bi bîrxist ku gelê Kurd ê li Sûriyeyê li herêmên xwe nêzîkatiyeke piralî û demokratîk nîşan daye û girîngiyeke mezin daye wekheviya jin û mêran û tevlîbûna bi rêya meclîsan û got: ‘’ Divê em qebûl bikin ku ev yek di şert û mercên Rojhilata Navîn de geşedaneke pir mezin e. Tişta ku divê li herêmê were destekkirin û weke mînak were nîşandan ev e.’’
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Hakan Ozturk têkildarî mijarên weke geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê ji ANF’ê re axivî.
Hakan Ozturk di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hilweşîna rejîma BAAS’ê ya di demeke kurt de û en yek anî ziman: ‘’Ev yek bi piranî weke encama têkoşîna berfireh ya du blokên cîhanî ya li dijî hev xwe nîşan dide. Ku aliyekî vê blokê DYE, Îsaîl û Ewropa ye û bloka din jî ji Rûsya, Îran û Çînê pêk tê. Rejîma BAAS’ê ji aliyê bloka Rûsya, Îran û Çînê ve dihat destekkirin. Lê belê rejîmeke wisa bû ku xwe nedispart gelê xwe û bawerî bi gelê xwe nedianî. Di demên dawî de jî guh nedida daxwazên mafî yên gelê Kurd. Beriya niha Sûriyeyê derfeta şerê hevpar bi dest xistibû. Lê belê vê carê ji Rûsyaya ku ji ber şerê li gel Ûkraynayê û ji Îrana ku li hemberî Îsraîlê lawazbûyî piştgiriya şerî nestand. Ji ber vê yekê jî di demeke kurt de tabloyeke cuda derket holê. Di vê tabloyê de tekane tişta ku dikare weke derfetekê were dîtin hebûna gelê Kurd a li rojhilatê Firatê ye ku gelê Kurd kariye li wir ji bo xwe pozîsyoneke polîtîk û îdarî ava bikin. Pirsgirêk û têkçûn hene lê belê dikare têkoşîn were berdewamkirin.’’
Ozturk di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand serweriya HTŞ’ê ya li Sûriyeyê û ev yek anîn ziman: ‘’Di encama hemûgeşedanan de em dikarin bibêjin ku welat û mirovahî ji avaniyeke cîhadîst ya weke HTŞ’ê re hatiye radestkirin. Ev yek rewşeke gelekî bitalûke ye. Ji niha û şûnde em dikarin bibêjin hemû civak û derdorên ne Sunî ên li herêmê bi qirkirinê re rû bi rû ne. Di demên pêş de di çarçoveya lihevkirina HTŞ’ê û avaniya SMO’yê de jî derketetina DAÎŞ’ê ihtimaleke mezin e.’’
Hakan Oztûrk di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku çeteyên weke SMO’yê ji aliyê dewleta Tirk ve tên destekkirin û axaftina xwe wiha domand: ‘’Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji ber daxwaza xwe ya Osmaniyê ya berfirehbûnê hewl dida ku bi çeteyên weke HTŞ’ê re têkiliyan ava bike. Mînaka vê ya herî berbiçav piştgiriya hikûmetê ya ji bo çeteyên SMO’yê ye. Em dikarin bibêjin ku armanca sereke ya AKP’ê tunekirina destkeftitên gelê Kurd ê li Sûriyeyê ye. Gorêdayî vê yekê pêngava HTŞ’ê; ji bo xeta AKP’ê bû derfeteke mezin ku destwerdana destkeftiyên gelê Kurd bike. Her wiha ez dixwazim vê yekê jî bibêjim ku divê sosyalîst li hemberî van geşedanan parastina demokrasi, wekhevî û têkoşîna azadiyê ya gelan bikin. Gelê Kurd ê li Sûriyeyê li herêmên xwe nêzîkatiyeke piralî û demokratîk nîşan daye û girîngiyeke mezin daye wekheviya jin û mêran û tevlîbûna bi rêya meclîsan. Divê em qebûl bikin ku ev yek di şert û mercên Rojhilata Navîn de geşedaneke pir mezin e. Tişta ku divê li herêmê were destekkirin û weke mînak were nîşandan ev e.’’