Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî di bernameya taybet a Ronahî Tv de diyar kiribû ku bi navbeynkariya koalîsyona navnetewî, wê di navbera QSD û dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de agirbestek pêk were. Her wiha gotibû ku ew amade ne ji bo veguhestina tirba Silêman Şah tişta pêwîst bikin.
Li gorî agahiyan ji bo ku tirba Sultan Silêman Şah ji gundê Aşmê yê li rojavayê Kobanê veguhêzin cihê wê yê berê, yanî kêleka Pira Qereqozaq hevdîtin hatin kirin, lê dewleta Tirk daxwaz kiriye ku li vê herêmê kîlometreyek erd bidin wan ku ew ê çekên giran bicîh bikin û baregehekê ava bikin. Hate diyarkirin ku lewma lihevhatin çênebûye.
Bi vî rengî agirbest jî neketiye meriyetê.