Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê berê Husnu Ondul jiyana xwe ji dest da.
Navenda Giştî ya ÎHD’ê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal têkildarî mijarê ev peyam parve kir: “Ji damezirînerên ÎHD’ê û serokê me yê giştî yê serdema berê Husnu Ondul jiyana xwe ji dest da. Husnu Ondul hem wek parastvanekî mafên mirovan, hem weke parêzerek hem jî weke nivîskarek, yek ji parastvanên mezin ê mafên mirovan bû. Bîranîna wî dê her tim bi me re be. Dê agahiyên têkildarî cenazeyê piştre bên parvekirin.”