Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku piştî ku êrîşên çeteyan li dijî Bendava Tişrîn û derdora wê ya başûrê Kobanê hatin têkbirin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin.
Navendê daxuyand ku di encama êrîşên hewayî û bejahî de 5 şervanên QSDˋê şehîd bûn.
Daxuyanî wiha berdewam kir: “Piştî hêzên me êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bendava Tişrînê ji du aliyan ve têk birin, bi dehan ji wan kuştin, gelek tank û wesayîtên wan ên zirxî rûxandin, dagirkerian êrîşên xwe yên bejahî û hewayî li dijî herêmê zêde kirin. Di encamê de 5 şervanên me şehîd bûn.”