Komîsyona Girtîgehan a Komaleya Mafê Mirovan(KMM) a Stenbolê “rûniştina F” ya 665’emîn li pêş şûbeya Beyoglûyê pêk anî. Di çalakiya vê hefteyê de rewşa tenduristiya Sureya Bûlût, Hasan Tahsîn Akgul û Samî Ozbîl ên ku nexweşên Wernîcke Korsakoff inî hate ragihandin û banga berdana wan hat kirin. Daxuyanî ji aliyê endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Mehmet Acettîn ve hate xwendin.
ENQERE
Endamên Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo bal bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 537’emîn a çalakiya xwe de hatin gel hev. Di çalakiya ku li kolana Sakaryayê hate kirin de, bal hate kişandina ser rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Mustafa Karatepe yê 70 salî.
Endamê Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen xwest Mustafa Karatepe yê ku wê 6’ê Çileyê 2025’an înfaza wî xilas bibe, ji bo tedawiyê were tehliyekirin.