Yekşem, 15 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Seyîd Riza û hevalên wî hatin bîranîn: Bila cihên gorên wan bên eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di serlêdana YNK û Nifşê Nû de dadgehê biryar da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Tuncer Saglam li Esenyurtê taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di civîna bilind a avhewayê ya gelan de banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gretchen Dutschke: Em guh bidin Abdullah Ocalan, aştî û demokrasî yekane rê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KNK’ê banga ji bo eşkerekirina cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ala Talabanî: Civîna parlamentê nikare îradeya gel temsîl bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên ji Urmiyeyê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji malbatekê şeş hevrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîd Cesûr Cûdî bê hesab û fikar tevlî têkoşînê bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Waliyê nû yê Kerkûkê hate hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Sêrtê daxuyanî da û forûm li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Têkoşîna li dijî tundiyê divê her roj bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Heta Rêber Apo rizgar nebe dawî li siyasetên qirêj nayê’
Rojava

‘Heta Rêber Apo rizgar nebe dawî li siyasetên qirêj nayê’

Endama Rêveberiya Însiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Nuha Omer diyar kir ku rola Rêber Apo di vê rewşê de pir girîng e û got: “Heta Rêber Apo azad nebe wê tu carî dawî li siyasetên qirêj neyê.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Zêdeyî 25 sal in Rêber Apo li Girtîgeha Girava Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîda giran de tê ragirtin. Mafê hevdîtinê yê bi malbat û parêzeran re bi temamî jê hatibû qutkirin. Di 23’yê Cotmehê de li Girtîgeha Girava Îmraliyê hevdîtin bi Rêber Apo re hate kirin. Dewleta Tirk piştî hevdîtinê yekser tecrîd nû kir û carek din mafê hevdîtinê qut kir. Dewleta Tirk bi vê tecrîda li Îmraliyê re hem hiqûqa xwe ya hundirîn hem jî peymanên navneteweyî binpê dike. Em hemû dizanin ku dewleta Tirk bi xwe jî ev peyman îmze kirine. Dewleta Tirk ji bo ku li qada navneteweyî vê bêhiqûqiya xwe veşêre, hincetên mîna cezayên disîplînê û qedexeya hevdîtina bi parêzeran re, nîşan dide.

‘PÊWÎSTE EM XWEDÎ LI PEYAMA RÊBERÊ XWE DERKEVIN’

 

Endama Rêveberiya Însiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Nuha Omer ji ajansa me ANF’ê re axivî û da zanîn ku ruxmî 26 sal in Rêber Apo di zindana Îmralî de hatiye dîlgirtin û di bin tecrîdek giran de ye, tu aliyên peywendîdar nakevin tevgerê û sînorekê ji vê tecrîdê re na deynin. Nuha Omer got: “Heta niha tevahî binpêkirinên ne mirovî di derheqê Rêber Apo de tê kirin. Wek ku me di vê dema dawî de dît, dema birêz Omer Ocalan hevdîtin bi Rêber Apo re pêk anî, Rêber Apo bi hemû hêz û îradeya xwe peyam ji gel re rê kir. Wateya vê peyamê pir mezin hebû. Rêber Apo di peyama xwe de got, ‘Tecrîd dewam dike. Eger şert û merc bêne afirandin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoyê ji zemîna şer derbasî ser zemîna hiqûqî û siyasî bikim’. Ev yek dide xuyakirin ku Rêber Apo tu car gavek bi paş da naavêje. Armanca dewleta Tirk ew e ku di şexsê Rêber Apo de Kurdan tune bike û hêviya wan a azadiyê qut bike. Lê her kes dizane ku hêza Rêber Apo ya analîzkirinê têrê dike ku vê rewşê veguherîne rewşek siyasî, hiqûqî û aştiyê. Wê demê nameya Rêber Apo ji bo gel bû cihê kêfxweşiyê û hêz girtinê. Gel bi nameya Rêber Apo hîn bêhtir têkoşîn û berxwedaniya xwe mezin kirin. Divê em bi hemû hewildanên xwe li pişta Rêberê xwe bin û xwedî li peyama Rêberê xwe derkevin.”

Nuha Omer da diyarkirin ku Rêber Apo ev rewşên ku di Rojhilata Navîn de diqewimin, bi şerê cîhanê yê sêyemîn pênase kiriye û wiha axaftina xwe dewam kir: “Hilweşîna rejîma Esad û geşedanên qewimîne, hemû jî di parêznameyên Rêber Apo de hatine analîzkirin. Hebûna Rêber Apo di vê rewşê de pir girîng e. Nêrîna Rêber Apo ji bo vê rewşê wê pir bi wate be, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn jî wê bi wate be. Çareseriya pirsgirêka Kurd Rêber Apo ye, lewma dijmin bi hemû hewldanên xwe dixwazin Rêber Apo di mejiyê gel de bidin jibîrkirin.”

‘FIKRÊ RÊBER APO JI SIYASETÊN QIRÊJ BI HÊZTIR E’

Nuha got ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wan gelek çalakî û kampanya lidar xistine, ev çalakî jî ne tenê li ser asta Sûriyeyê ne, li ser asta giştî cîhanê ye. Nuha wiha pêl da axaftina xwe û got: “Me di her aliyê de çalakî lidar xisin. Her wiha çalakiyên me bi dawî nabin heta Rêber Apo ji zindana Îmralî derdikeve û em Rêberê xwe di nav xwe de bibînin. Di heman demê de çalakiyên me beşek jê gihişt armanca xwe, beşek ji armanca me ew bû ku em rewşa Rêber Apo bizanin û bi riya vê kampanyaya cîhanî hevdîtin bi Rêber Apo re hat kirin û rewşa Rêber ji me re hat ragihandin. Lê dîsa jî hevdîtinek bi vî rengî têrê nake divê hevdîtin bi Rêber Apo re dewam bike û agahî jê neyê qutkirin. Dîsa jî dibêjim wê çalakiyên me dewam bikin heta azadiya Rêber Apo. Tevlîbûna gel tevahî bi awayek girse ye û ev yek diyar dike bê çiqas gel bi Rêber Apo ve girêdayî ye. Doza Rêber Apo dozek cîhanî ye. Bandora îdeolojiya Rêber Apo li ser gelan heye û her kes fikrê Rêber Apo ji bo xwe kiriye hêmanek sereke. Rêber Apo bi nêrînên xwe rolek pir mezin lîstiye. Çiqas ku dijmin dixwaze vê yekê veşêre, lê fikrê Rêber Apo ji siyasetên an yên qirêj bi hêztir e. Dubare em dibêjin ku heta Rêber Apo azad nebe wê tu carî dawî li van siyasetên qirêj neyê û wê dewam bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şandeya DEM Partî û DBP’ê çûn serdana gora Celal Talabanî
Nûçeya Pişt re T24 û Seyhan Avşar ketin ber lêpirsîna ‘Daştan’ û ‘Bîlgîn’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tecrîda li Îmraliyê hate şermezarkirin: Em ê tecrîdê bişikînin

Meclîsa Ciwanan a Wanê ya DEM Partiyê tecrîda li Îmraliyê şermezar kir û got, "Mejiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li girava asîmanî ku yek ji ya herî kevn e av hate tespîtkirin

Asîmannasan li girava asîmanê ku yek ji ya herî kevn e, av tespît kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li bejahiya Paloyê operasyona leşkerî hat destpêkirin

Dewleta Tirk li bejahiya Palo ya Xarpêtê êrîşeke bejahî da destpêkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Di teqîna li Ceremanê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Sûriyeyê di 2 hefteyan de 50 kesan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Tirkiyeyê çekên giran ji Kefercenê kişand, hebûna wê ya leşkerî ya li Tirkiyeyê didome

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Koçberên Serêkaniyê gihîştin malên xwe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?