Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya Nobeta Azadiyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de hatiye destpêkirin bi koma 103’an di roja 523’an de didome. Merasîma dewrgirtinê li Saziya Ciwanan a Mexmûrê bi amadebûna gel û çalakvana bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevahî şehîdên azadiyê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 102’an Hevseroka Şardariya Mexmûrê Fatma Bîlen axivî.
Fatma Bîlen di destpêka axaftina xwe de di kesayeta Şehîd Evîn Goyî hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bibîranî û wiha got: “Armanca kombûna me ya îro ya li vîr azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ligel hevdîtin bi Rêbertiya me re pêkhat jî cezayên disiplînê li Rêbertiya me tê birîn. Em van nêzîkatiyên li hemberî Rêbertiya xwe şermezar dikîn. Cîhan giştî dizane çareseriya şerê niha di qewime bi azadiya Rêbertiya me re gengaz e. Gelê welatparêz divê îro ji bo Rêbertiya xwe li ser lingan be. Em ê hemû bi hevre çalakiya xwe xurt bikin û azadiya fîzîk ya Rêbertiya xwe mîsoger bikîn.”
Merasima dewrgirtin bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.