Endamê Hêzên Erka Xweparatinê Xelîl Hewas Hacî ku 21ˈê Kanûnê li Dêrikê şehîd bûbû, îro bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin.
Şêniyên bajarên Dêrik, Çilaxa û Girkê Legê cenazeyê şehîd ji Nexweşxaneya Wetenî ya li bajarê Dêrikê wergirt û ber bi Pakrewangeha Şehîd Xebat ve oxir kir.
Li pakrewangehê merasîmek hat lidarxistin. Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Koçerat a Dêrikê Sabir Joelle di mersîmê de axivî, şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Li gel geşedanên ku herêmên me tê re derbas dibin, divê em yekitiya xwe ava bikin. Bi yekitiyê em ê armancên şehîdên xwe bi cih bînin û civak û erdê xwe biparêzin.”
Sabir Joelle li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker banga hevgirtinê kir.
Ji fermandarên QSDˈê Reşîd Koçer jî diyar kir ku QSD mertala parastina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û jiyana hevbeş e.
Reşîd Koçer di dawiya axaftina xwe de bang kir û got: “Ji bo mîsogeriya ewlehî û aramiyê divê em yekitiya xwe çêkin.”
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Xelîl Hacî hat xwendin û pêşkêşî malbata wî hat kirin.
Cenazeyê şehîd bi dirûşmên “Şehîd namirin” û tilîliyên dayikan hat definkirin.