Şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê, endamên sazî û meclisan li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê kom bûn û cenazeyê şervanê Hêzên Komandos ên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Demhat Dirbêsiyê (Heyder Ehmed El Xizêm) veşartin. Demhat Dirbêsiyê di 21ˋê Kanûnê de di bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî bajarokê Sirînê yê başûrê Kobanê de şehîd bû.
Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê Mihemed El Xetîb axivî û got: “Zarokên ji tevahî pêkhateyan di oxira berevaniya herêmê û bersivdana êrîşên dagirkeriyê de canê xwe feda dikin.”
Şervanê Meclisa Leşkerî ya Amûdê Umran Orkêş jî got: “Em ji gelê xwe re dibêjin ku em xwedî vîna xurt in û dagirkirina xaka xwe qebûl nakin û em ê heta bidestxistina azadiyê berxwedanê bidomînin.”
Xalê şehîd, Ebdulkafî El Xizêm jî soza şopandina rêça şehîdan û şopandina fikra Rêber Abdullah Ocalan da.
Di dawiyê de wesîqeyê şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.