Şêx Mûrşîd El Xeznewî li bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê li ser geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê xutbeyek da.
Nûnerên partiyên siyasî yên Kurd, saziyên sivîl, rewşenbîr û gel beşdarî xutbeya ku li qada li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer hate dayîn bûn.
Şêx Mêeşîd El Xeznewî berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dilsoziya wan a bi projeya demokratîk re silav kir û got, “Ji îro pê ve polîtîkayên qirkirin, komkujî, binçavkirin, îmhakirina ziman û çanda Kurdî wê encam nede. Ji ber ku gel rabû ser piyan, li ber xwe da û wê vê berxwedanê bidomîne.”
El Xeznewî wiha berdewam kir: “Dîrok ji nû ve tê nivîsandin û divê gelê Kurd dîroka xwe bi xwe binivîsîne. Divê em xeletiyên berê û bav û kalên xwe dubare nekin. Em ê ji dîrokê ders werbigirin û bi yekîtiya xwe gefên li ser me têk bibin.”
El Xeznewî amaje bi wê yekê kir ku du xetên wan ên sor hene û wiha domand: “Nabe ti kes nêzîkî van herdu xetên sor bibe. Yek QSD, ya din jî Rêveberiya Xweser e. Divê em bi hev re destkeftiyên xwe biparêzin, nakokiyên di navbera aliyan de bidin aliyekî û rê li ber dijmin bigirin.”
Şêx Mûrşîd El Xeznewî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tu kes nikare hebûna gelê Kurd tine bike. Vê carê serkeftin wê ya me be.”