Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot û hempîşeya wî ya Elman Annalena Baerbock sibeha înê gihîştin Şamê.
Tê payin ku herdu wezîr bi hev re hevdîtinê bi şefê HTŞ’ê Ahmed El Şara re bikin ku weke rêveberê nû yê Şamê hatiye diyarkirin. Rejîma Esad di 8’ê Kanûnê de hilweşiya bû.
Annalena Baerbock beriya serdanê daxuyaniyek da û got, “Li gel hempîşeyê xwe yê Fransî em ê bi navê Yekîtiya Ewropayê serdana Şamê bikin. Ev yek peyameke vekirî ye ji bo Sûriyeyiyan; di navbera Ewropa, Elmanya û Sûriyeyê de destpêkeke siyasî ya nû dikare bê kirin.”
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot jî got, “Li Sûriyeyê ji bo xizmeta Sûriyeyiyan û aramiya herêmî em derbasbûneke mecbûrî û aştiyane teşwîq dikin.”