Duşem, 15 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Girtîgeha Şirnexê êşkenceya lêgerîna tazî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salvegera 111’an a Seyfo: DEM Partiyê banga edalet û hevrûbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Werin em bi ruhê berxwedana 15-16’ê Hezîranê bibin yek

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 15’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konferansa “Veguherîna Demokratîk de, banga demokratîk ji bo sedsala nû hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di rûniştina dawî ya konferansê de komara demokratîk hat nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê di roja 1060’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê çalakvana Kurd binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê kedkarê şoreşê Evdirehman Yilmaz li Mexmûrê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê krîza hikûmetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YRK’ê daxuyaniya li ser tevgera hêzên Îranê ya li Merîwanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li zozanên Elkê leşker û cerdevanan êriş birin ser koçeran

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karwana Dayikan li ser rêya Berlînê ye: ‘Em cîhanek bê şer dixwazin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karwana Dayikan bi du baskan ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşa azadiyê ya 20 salî: Mihrîcana Zîlanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Colemêrgê li dijî tundiya mêr banga rêxistinbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê bang kir: Em hemû bibin dengê jinên Afganistanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    TevÇand Ewropayê têkildarî provokasyonên li dijî hunermend Diyar hişyarî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Zeyneb Celaliyan: Kampanya ji bo azadiya Rêber Ocalan erkekî exlaqî ye, ez jî tevlî dibim
Rojane

Zeyneb Celaliyan: Kampanya ji bo azadiya Rêber Ocalan erkekî exlaqî ye, ez jî tevlî dibim

Girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan, ji girtîgehê da zanîn ku ew jî tevlî kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bûye ku vê yekê wekî erkeke exlaqî dibîne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Çile 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatiye birîn û li girtîgeha bajarê Yezdê tê ragirtin, nameyek şand.

Nameya Celaliyan wiha dest pê dike: “Ez Zeyneb Celaliyan, jineke azadîxwaz ya siyasî me ku ji ber raman û baweriyên xwe di zindanê de me. Fikrên min ji paradîgmaya fikrî ya Rêber Abdullah Ocalan sûdê werdigire ku ew bi xwe jî 26 sal e ji bo fikirên xwe û azadixwaziyê di esareteke nemirovane de tê girtin. Ez tevlêbûna vê kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê min hatiye ragihandin wek erka bingehîn û exlaqî dizanim. Ez azadiya bê şert û merc ya wî dixwazim. Ez wî mezintirîn kesayetê azad ê cîhanê silav dikim ku azadî fêrî min kir, ez azadiyê ji bo wî mirovê mezin û xwediyê ramanê dixwazim.”

‘OCALAN ÇIRAYA TÊKOŞÎNA AZADIYA GELÊ KURD E’

Di dewama nameya xwe de Zeyneb Celaliyan got, “Dema ku nîştimana me Rojhilata Navîn û dilê wê Kurdistan bû goristanek ji miriyên sax, dema ku kesek ne xwedî hêza têkoşîn û şerî bû li hemberî dijminan; û bi taybet dema ku li Bakurê Kurdistanê, rejîma faşîst a Tirkiyeyê hebûna Kurdan înkar dikir û ew dikuştin, tekane kesê ku li dijî wê dewletê serî bilind kir Rêber Abdullah Ocalan bû. Bêguman fikrên wî di tarîtirîn dema dîroka Tirkiyeyê de yekane çiraya ronîker a rêya azadiya gelê Kurd û gelên din ên herêmê bû. 

Dema ez li ser jiyana wî difikirim, dilê min diêşe ku çima cîhanê ew dereng fêhm kir. Wî dest ji hemû ciwanî, azadî, malbat û hemû peywendî û girêdanên kevneşopî berda û bi pênasekirina nû ya wan têgînan re hewl da ku gelê Kurd û gelên dîtir bigihîjîne mafên xwe. Dewleta faşîst a Tirkiyeyê bi piştevaniya dewletên weke Emerîka û Yekitiya Ewrûpayê bi awayeke bêbextane ew kesayetê axadîxwaz esîr girt û 26 sal e di bin tecrîdê de ye. Cîhan şahid e ku wan sinordarkirinan jî nekarîn fikir û ramanên wî asteng bikin.”

‘PIŞTEVANÎ Û PARASTINA RÊBERTÎ PARASTINA DADÊ, WEKHEVIYÊ Û AZADIYÊ YE’

Nameya Zeyneb Celaliyan bi vî rengî dewam kir:

“Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê weke cewahirekê çirûsî, ji ber ku di zindana Îmraliyê de ramanên nû danîn û pêşkêş kir. Pergala konferderalîzma Demokratîk weke alternatîfa dewletên herêmê pêşkêş kir. Gelên herêmê bi rêya wê pergala demokratîk dikarin bigihîjin mafên xwe û jiyaneke hevbeş ya aştîxwazane ava bikin. Lê ev yek berjewendiyên dewletan dixe metirsiyê, loma dewleta faşîst a Tirkiyeyê bi nûnertiya hemû dewlet- netewan fişarên xwe li dijî Rêberê gelê Kurd, Abdullah Ocalan zêde dike. Lê digel wan hemû fişar û astengiyan, wî dîsa bi awayekî bi hêz rêkarên afirîner ên ji bo rêya azadiyê nîşan dan. Weke rêber û xwedî raman, canê xwe hember hemû hovîtiyên dijminan ji bo neteweyan kire mertal. Piştevanî û parastina wî, di rastiyê de parastina dadê, wekheviyê û azadiyê ye. 

‘EM JIN, WÊ BIBIN PÊŞENGÊ ŞIKANDINA PERGALA ZINDANAN’

Ez, Zeyneb Celaliyan ji bo parastina mafê xwe û gelê xwe, ev 17 sal in di dijwartirîn şert û mercên zindanan de dijîm û şert û mercên zindanan baş têdigihêjim. Eger em tecrîda ku li Îmraliyê li ser Rêberê me tê sepandin bişkênin, em ê hemû zindanan jî bişkênin. Bi wî awayî em jin wê bibin pêşengê şikandina pergala zindanan.

Jin û gelên Îranê bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî şoreşekê dikin. Ew dirûşme raman û felsefeyek e ku Rêber Abdullah Ocalan bingeha wê daniye. Lewra ji bo piştevaniya ramanên wî, di daxwaza azadiya wî ya fîzîkî de israr bikin û di çarçoveya wê dirûşmê de ji bo Îraneke demokratîk, piştevaniya raman û mirovê azad bikin û wî biparêzin. 

‘ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊN NETEWEYÊN ÎRANÊ, RAMANÊN RÊBERTÎ NE’

Bi wê sedemê ji hemû jinan û ciwanan û bi taybet kesên bîrmend, akademîsyen, hunermend, mafnas, femînîst, rêxistinên civakî, rêxistinên hawirdorparêz û gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz yên Îranê dixwazim ku piştevaniya Rêber APO bikin û beşdarî kampanyaya cîhanî ya ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bibin. Ji ber ku hemû netewên Îranê ji bo çareseriya bingehîn ya pirsgirêkên xwe pêdiviya bi ramanên wî heye. Lewra di cih de ye ku netweên Îranê hemû hewildana xwe ji bo rakirina astengiyên li hember Rêber Abdullah Ocalan bidin. Madem ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo mirovahyê û ji bo me hemûyan di dijwartirîn şert û mercên zindana Îmraliyê de li ber xwe dide û têdikoşe ku bingeha ramanên wî jî li ser azadiya jinan e; nexwe divê piştevanî di çarçoveya têkoşîna li dijî mêrsalariyê de be ku bêguman pêdiviya hemû civak, jin û mêran bi wê heye. Loma ez we vedixwînim ku hûn beşdarî kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bibin û erka xwe ya mirovî pêk bînin. Teqez azadiya wî, dê azadiya me hemûyan û bi taybet ya jinên têkoşer be.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayikên li ser sînor: Rojava xeta me ya sor e
Nûçeya Pişt re Hevdîtina heyeta Îmraliyê ya bi Ozgur Ozel re destpê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çeteyên HTŞ’ê careke din êriş birin ser girtîgeha Eqtanê ya Reqayê

Çeteyên HTŞ-DAÎŞ'ê yên bi palpiştiya dewleta Tirk a dagirker careke din êriş birin ser girtîgena…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevdîtina Ozel-Demîrtaş: ‘Bêyî serweriya hiqûqê asayîbûn ne pêkan e’

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahatîn Demîrtaş ku li Girtîgeha…

Ji aliyê Stêrk TV

Jin wê di 4’ê Nîsanê de li ser aştiyê biaxivin

Yekîtiya Jinên Kurd a li Swîsreyê (YJK-S) û Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E)…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Girtîgeha Şirnexê êşkenceya lêgerîna tazî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Salvegera 111’an a Seyfo: DEM Partiyê banga edalet û hevrûbûnê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Werin em bi ruhê berxwedana 15-16’ê Hezîranê bibin yek

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Ji rojnamevan Îbrahîm Êzidî pirtûka ‘Sirek ji dilpakiya baweriya qedîm’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?