Sêşem, 4 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Demîr: Çareseriya demokratîk wê bi karker û kedkaran jî bide qezençkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qanûna kokê divê bibe zemîna hiqûqî ya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê ji bo Şengalê daxuyanî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di salvegera Fermana 74’an de daxwaza mîsogerkirina statuya Şengalê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşnûmeya qanûna çarçoveyî ji îmzeya parlamenterên AKP’ê re hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên Fermana Şengalê li Erîvanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mexmûrê bîranîna Şengalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranîna li Şengalê bi dawî bû: Xweseriya Şengalê biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Li Şengalê edalet pêk nehatiye, divê statuya gelê Êzidî were misogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dadgerê Êzidî Şengalî: Divê ji bo sûcên DAÎŞ’ê dadgeheke taybet bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Qendîlê: Xwerêveberî û hêza parastinê, mafê rewa yê Êzidiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 7 salî heta 70 salî daxwaza zelalkirina çarenûsa windayan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YPJ: Em ê bibin îradeya gelê xwe yê Êzidî yê berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJŞ: Rêxistiniya jinên Êzidî wê ti carî rê nede jenosîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyona Jinan a KNK’ê: Şengal divê bibe herêmek xweser!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar bang kir: Em li dijî tundiyê têkoşîna hevpar pêş bixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Newaya Jin bi manşeta ‘Îradeya çareserkirina pirsgirêka sedasalî, rûbirûbûn e’ der

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di nava mehekê de 26 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Bala jinên ji Tûnis û Fasê li ser Rojava ye
Jin

Bala jinên ji Tûnis û Fasê li ser Rojava ye

Aktîvîstên ji Tûnis û Fasê yên tevlî Komxebata Piştevaniya Jinê bûn, diyar kirin ku paşeroja Sûriyeyê di nava Rêveberiya Xweser de ye û destnîşan kirin ku sîstemên ku jinê înkar dikin nikarin bi ser bikevin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Çile 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Aktîvîsta mafên mirovan a ji Tûnisê Umeyma El Cebenuni û endama Yekîtiya Jinan a Sehrewi ya Fasê Mina Aba Ali ku beşdarî Komxebata Piştevaniya Jinê bûn, li ser rewşa jinên Sûriyeyî û jinên li herêmên Rêveberiya Xweser axivîn.

Umeyna El Cebenuni bal kişand ser raperîna li welatê wan ku bi guhertina rêveberiyê bi encam bû û got, “Armancên me yên li ser guhertina siyasî ya bi şoreşên civakî û çandî yên li welatên Ereb bû sedem ku ev şoreş ber bi esasên mafên mirovan ve bi rê ve biçe. Hin derdoran hewl dan ku vê şoreşa ji bo daxwazên gelan destpê kir ber bi aliyekî cuda ve bikişînin, lê belê nekarîn ji xeta wê dûr bixînin.” Umeyma El Cebenuni got, dema ku ew bala xwe didin ser rastiya civakî, dibînin ku baweriya bi azadî û wekheviya jinê nîne û bi vî rengî dewam kir, “Ev pirsgirêk ne tenê ya Sûriyeyê ye, pirsgirêka civakên cîhanê ye. Lê belê rastiyeke bi vî rengî jî heye; çi di nava şoreşên rizgariya neteweyî çi jî di nava şoreşên guherîna demokratîk de jin di nava gelek şoreşan de bi roleke mezin û bi bandor rabûn, di avakirina saziyên cemaweriyê û dewletê de kedeke mezin dan.”

DIVÊ JIN DI MECLÎSA SÛRIYEYÊ DE HEBIN

Umeyma El Cebenuni anî ziman ku di nava kesayetên wan civakan de yên ku ji sala 2011’an û vir ve serî hildane piştevanî heye û di vê mijarê de serhildana gel a li Tûnisê weke mînak nîşan da. Umeyma El Cebenuni got, “Li Tûnisê tevgerên xurt ên civakê û mafên mirovan hebûn û rengê sivîl ji destûra bingehîn re hatibû dayin. Bi taybetî di nivîsandina xala 46’an a destûra bingehîn a Tûnisê de ku wekheviya jin û mêr destnîşan dike, mirov dikare hêza van tevgeran bibînin.” Umeyma El Cebenuni anî ziman ku xala navborî heta sala 2024’an di meriyetê de bû, lê belê piştre nekarî bê parastin û got, “Me ev ders ji vê yekê wergirt, mafên jinan jî di nav de hemû maf di destûra bingehîn de bêne nivîsandin û bicihanîn jî tenê bi biryardariyê dikarin bêne parastin. Di vê çarçoveyê de hebûna jinan li meclîsa Sûriyeyê ya bê hilbijartin, ji bo azadiya jinê wê bibe esas û di pêkanîna azadiya jinê de xwedî roleke mezin be.”

DI DESTÛRA BINGEHÎN A SÛRIYEYÊ DE DIVÊ HÊZ BIN

Umeyma El Cebenuni ragihand ku jinên Sûriyeyê bi tecrûbeya xwe bûne xwedî hêz û got, “Jin bi tecrûbeyên xwe yên li qadên aborî, civakî, siyasî û hiqûqî di destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê de divê hêz bin. Divê mafên jinan bi qanûnan bêne destnîşankirin ku dewlet neçar bimîne mafên jinan biparêze. Li Sûriyeyê mifteya çareseriyê bi qebûlkirina hemû pêkhateyên çandî, siyasî û neteweyî ya civakê dibe. Eger yek fikir, feraseta rêveberiyê ya yek kesî û polîtîkayên înkarê yên li welêt bûn sedema serhildana şoreşê careke din di rêveberiya nû de bi cih bêne anîn, ev rêveberî wê mehkûmî têkçûnê be.”

RÊVEBERIYA XWESER SERKETINA XWE ISPAT KIR

umeyma El Cebenuni li ser tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî got, “Tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî avaniyeke welê ye ku hemû pêkhateyên civakê, mezheb, bawerî û etnîsîteyan di nava xwe de vedihewîne. Ev modela ku weke tecrûbeyeke pêşeng tê dîtin, di her karî de ji bo her kesî serketina xwe ispat kiriye. Xaka Sûriyeyê parastiye, li ser bingeha feraseta neteweyî hemû pêkhate li dora xwe civandiye. Her pêkhate jî piştgiriyê dane serketina vê tecrûbeyê. Bi vî rengî ji bo gelên Sûriyeyê weke modela çareseriyê ya paşerojê tê dîtin. Têkoşîna li hemberî binpêkirina mafên jinan weke projeyeke neteweyî ya ku yekîtiya Sûriyeyê diparêze dikare bi ser bikeve. Pirsgirêkên rizgariya neteweyî ji mafên mirovan cuda nikare bêne nirxandin. Her kes pê zane bê li ser rêya azadî û rizgariyê rola jinan çiqasî girîng e.”

DIVÊ MAF BÊNE PARASTIN

Mina Aba Ali jî anî ziman ku piştî hilweşîna rejîma Baasê di nava civaka Sûriyeyê de hêviyên li ser azadî, pirrengî, aramî û baweriyê zêde bûn û got, “Her hikumet divê xwedî wan polîtîkayan be ku mafên jinan, hindikahiyan û azadiya wan ewle bike, ji bo hemû Sûriyeyiyan vê yekê bike.”

Mina Aba Ali destnîşan kir ku jinên Sûiryeyî divê karibin xwe li gorî bûyerên li welêt bi rêxistin bikin, zanibin ku nîvê civakê ne û li ser vê bingehê hebûna xwe bidin qebûlkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayîna betaniyan ji bo şandeyê hat astengkirin!
Nûçeya Pişt re ROJEVA 8’Ê ÇILEYA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Konê ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatiye vedan di roja 2’an de didome

Konê azadiyê ku li Şengalê hatiya vedan di roja duyemîn de dewam dike. Meclîsên Ereban…

Ji aliyê Stêrk TV

KBDH’ê li dijî kapîtalîzma patrîarkal banga mezinkirina serhildanê kir

Konseya Giştî ya KBDH'ê bal kişand ser komkujiya madenê ya li Erzînganê û komkujiyên li…

Ji aliyê Stêrk TV

Îranê êriş bir ser Kampa Surdaşê ya li Silêmaniyeyê

Hêzên dewleta Îranê careke din bi droneyan êriş birin ser Kampa Surdaşê ya li navçeya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

REPAK: Têkoşîna jinên Êzîdî wê azadiyê misoger bike

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

YPJ: Em ê bibin îradeya gelê xwe yê Êzidî yê berxwedêr

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

YJŞ: Rêxistiniya jinên Êzidî wê ti carî rê nede jenosîdan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Komîsyona Jinan a KNK’ê: Şengal divê bibe herêmek xweser!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?