Komîsyona Çapemenî Weşan û Propagandayê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya 29’emîn salvegera qetilkirina rojnamevan Metîn Goktepe daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de Goktepe hate bibîranîn.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku rojnamevan Goktepe di 8’ê Çileya sala 1996’an de hate binçavkirin û bi êşkenceyeke giran hatiye qetilkirin. Hat gotin ku di doza cînayeta Goktepe de cezayên sivik li 11 bersûcan hatiye birîn.
Bi domdarî hate diyarkirin ku cînayeta Goktepe ne cînayeta ewil ne jî ya dawî bû û ev tişt hatin parvekirin: “Di tevahiya dîroka komarê de desthilatdaran ji bo ku civakê bixin bin kontrola xwe û sûcên xwe veşêrin, her tim rojnamevan kirin hedef.” Di berdewama daxuyaniyê de qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn a bi SÎHA’yên dewleta Tirk hate bibîrxistin.
Herî dawî jî di şexsê Metîn Goktepe, Apê Mûsa, Gurbetellî Ersoz, Hrant Dînk, Nagihan Akarsel, Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê de hemû şehîdên Çapemeniya Azad hatin bibîranîn.