Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes ji kantonên Cizîr, Reqa, Tebqa û Fırat li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî û ji bo parastina Bendava Tişrînê, ber bi Bendava Tişrînê ve meşiyan.
Li Bendava Tişrînê ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dewam dike, li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêkhateyên li herêmê daxuyanî hate dayîn.
Di daxuyaniyê de bang li Koalîsyona Navneteweyî hate kirin ku pirsgirêkên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çareser bike û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî rawestîne.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bi taybet li ser Bendava Tişrînê ku nêzî mehekî ye didomîne, jiyana welatiyan xistiye metirsiyê. Her wiha hate destnîşankirin ku ew ê van sûcan qebûl nekin û li dijî êrîşên dagirkeriyê rabin.
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana QSD’ê”, “Bijî berxwedana gelê Kurd” û “Ji dagirkeriya Tirk re na” bi dawî bû.