Sêşem, 28 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 28’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Çelîk: Beriya ku meclis têkeve betlaneyê wê qanûna çarçoveyî bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Qanûna çarçoveyê destpêk e, divê Desteya Şopandinê bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar: Binpêkirinên mafan û zext zêde bûne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Ahbap de operasyona pêla çaremîn: 13 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Gulistan Dokû: 18 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Sûka serî bû remza têkoşîn û berxwedanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên rejîma Îranê li Sine ji heman malbatê 3 kes qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî êrişa Îranê agir bi çiyayê Heybet Sultan ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewata li Pênciwênê hate vemirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê komxebata derbarê zewaca temenê biçûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA’yê li dijî tiryakê bang kir: Têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji bo parêzvana mafên jinên Kurd Gulhatun Kara kampanyaya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barê herî giran ê qirkirinê li ser milê jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayla Akat: Komîsyoneke jinan a şopandinê ji bo pêvajoyê pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê li dijî bijîşkê ku derbarê ‘sunetkirina jinan’ de parvekirin kiribû nerazîbûn nîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata Gulistan Doku: Divê berpirsyar hesab bidin û edalet pêk bê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Fîlma ‘To My Sisters’ ku berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê vedibêje li Elmanyayê hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê Konferansa Sînemaya Rojava destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND’ê Hozan Serhad bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Notên ji pênûsa jinan bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Ev qanûn wê pirsgirêkan hemûyan çareser neke, lê belê wê bibe gaveke dîrokî’
Rojane

‘Ev qanûn wê pirsgirêkan hemûyan çareser neke, lê belê wê bibe gaveke dîrokî’

Hevberdevka HDK'ê û Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş anî ziman ku qanûna tê amadekirin wê bibe zemîna destpêkê ya hiqûqî ya pêvajoyê û got, wê pirsgirêkan hemûyan çareser neke, lê belê ji çareseriya demokratîk wê bibe gaveke dîrokî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş li ser pêşnûme qanûna çarçoveyê ya têkildarî “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” ji ajansa me re axivî û hevdîtinên têkildarî pêşnûmeyê û bûyerên dawî nirxand.

Meral Daniş Beştaş bi bîr xist ku qanûn demeke dirêj e tê nîqaşkirin, qonaxa heyî dîrokî ye û got, “Di vê mijarê de demeke dirêj e têkoşîn tê meşandin, daxwaz tê kirin û zexteke civakî heye. Lewma bi rastî jî gelekî dereng hate xistin. Lê pêvajoya heyî gelekî girîg e. Em di xaçerêyeke dîrokî de ne. Derketina vê qanûnê ji aliyê avakirina zemîna hiqûqî ve gava destpêkê ye. Weke ku Birêz Abdullah Ocalan jî vegot, ev yek di asta ‘qanûna esasî’ de ye.

Qanûneke ku wê zemîna hiqûqî ya destpêkê dîne ku li ser vê zemînê gav bêne avêtin. Ji ber vê jî divê were zanîn ku bi vê qanûnê re wê bersiv ji hemû bendewariyan re neyê dayin. Nepêkan e ku bi carekê meseleyê bi her sernavî çareser bike.”

Meral Daniş Beştaş diyar kir ku pêvajo ne tenê sererastkirina qanûnî ye, xwedî sê sernavên çareseriyê yên bingehîn e û got, “Ev jî girtiyên siyasî ne, hevalên me yên siyasî ne ku ji ber sedemên neçarî sirgûn bûn û gerîla ne. Demeke dirêj e em destnîşan dikin ku divê çarçoveyeke çareseriyê bê avakirin ku van hersê beşan bigire nava xwe. Bi taybetî ji bo vegera milîtanên ku çek danîn e, divê qanûneke çarçoveyê teqez bê avakirin.”

Li gorî Meral Daniş Beştaş pêvajo di asteke girîng de bi pêş ve çûye û danûstandin dewam dike. Beştaş got, “Li binê rapora komîsyona meclîsê mohra piraniya partiyan heye. Ev yek jî nîşan dide ku partî qet nebe di hin mijaran de dikarin li hev bikin. Di vê çarçoveyê de serdan têne kirin. Serokê Meclîsê ev serdan kir, danûstandinên heyetên partiyan jî dewam dikin. Heyeta me van hevdîtinan dike. Bi dîtina min wê pêvajo zêde dirêj dewam neke. Di vê mijarê de ji xwe gelek daxuyanî hatin dayin. Ji bo bidawîbûna meha Tîrmehê demeke gelekî kurt ma. Vê mehê neqede jî tabloyeke welê heye ku heta ev kar neyê qedandin wê meclîs nekeve betlaneyê.

Em ê jî hefteya bê li Enqereyê bin. Ji xwe amadekariyên me ne niha destpê kiriye. Piştî 11’ê Tîrmehê, piştî 27’ê Sibatê me ev kar bi rengekî piralî meşand.”

‘PÊVAJO BI XWE SERDEMEKE DÎROKÎ YE’

Meral Daniş Beştaş ragihand ku sererastkirina qanûnî wê deriyekî girîng li paşerojê veke û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Ji bo gerîla bên li vê derê jiyaneke asayî derbas bikin jî naveroka vê qanûnê wê gelekî kêrhatî be. Ji xwe ev pêvajo bi xwe ji bo salên li pêşiya me, ji bo dehan salên li pêşiya me serdemeke dîrokî ye ku derfeteke mezin û hêviyeke mezin pêşkêş dike. Ji bo zemîna şer zêde dewam neke ji bo her kesî demeke asayî afirand.

Di nava sal û nîveke dawî de yek ji destketiyên herî girîng ên vê pêvajoyê ew e ku mirov ji aliyê psîkolojîk ve hîn bi hêvî li paşerojê dinihêrin. Bêguman rexne û kêmasî hene. Gav hene ku desthilatdariyê heta niha neavêtiye, dereng xistiye. Lê belê rast nîne ku bê gotin ku tiştek nehatiye kirin.”

‘QONAX BI QONAX WÊ BI PÊŞ VE BIÇE’

Parlamentera DEM Partiyê ragihand ku ji niha û pê ve wê gelek sernavên demokratîkbûnê bikevin rojevê û got, “Qet nebe li ser meseleya Kurd, daxwazên wan û piştperdeya xwe ya dîrokî nîqaşên gelekî xurt hatin kirin. Ev nîqaş wê ji niha û pê ve dewam bikin. Belê, ev qanûn wê bibe ronahiyeke girîng. Wê bi wê rolê rabe ku rê li ber pêvajoyê bixe. Lê belê pêvajo ne tenê ev e. Weke ku em ji tecrûbeyên çareseriya şer ên cîhanê zanin, li pêşiya me gelek sernav hene. Ji zimanê dayikê heta bi derxistina holê ya heqîqetê, ji rûbirûbûna civakî heta bi entegrasyona demokratîk gelek sernav hene. Di qanûna înfazê de gelek bêedaletî û newekhevî hene. Di mijara demokratîkbûnê de pirsgirêkên girîng hene. Gelek sernav hene ku bi jimartinê naqedin.

Divê hebûn, ziman, nasname û çanda Kurd êdî nebe mijara nîqaşê û li ser zemîna qanûnî bêne garantîkirin. Ev hemû wê piştî gava destpêkê qonax bi qonax bêne pêkanîn. Mekanîzmayên cuda wê ava bibin. Niha hin mekanîzma hene ku desthilatdarî pêşniyar dike. Mekanîzma hene ku Birêz Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye. Em ê di dema pêş de van hemûyan nîqaş bikin.”

Meral Daniş Beştaş qala mercên hevdîtinê û karkirinê yê Rêber Apo kir û got, “Di vê mijarê de hevdîtin û danûstandin dewam dikin. Lê belê di rewşa heyî de kêmaniya mercên ragihandinê û pêkhatina hevdîtinan a piştî demeke dirêj rast nîne. Bi dîtina min ev rewş divê bi vî rengî dewam neke. Dema ku pêvajo zelal bû em ê van bi raya giştî re parve bikin.”

Meral Daniş Beştaş bang li civakê jî kir û got, “Ev pêvajo pêvajoya me hemûyan e. Kar ji bo paşeroja me hemûyan tê kirin.” Beştaş diyar kir ku divê têkoşîneke hîn xurt di vê demê de bê kirin û got, “Em di dem, roj û mehên girîng re derbas dibin. Li gorî min, pêvajo wê zêde dirêj neke. Min xwest bibêjim ku bila her kes bi vê zanibe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 28’Ê TÎRMEHA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Sûka serî bû remza têkoşîn û berxwedanê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji fîlozofê Îtalî nameya ji bo Rêber Apo

Fîlozof Giorgio Agamben nameyek ji Rêber Apo re şand û got, "Li girtîgehê jî hûn…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana goristanên şehîdan hate kirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kesan, bi wesîleya Cejna Remezanê serdana goristanên şehîdan…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partiyê bertek nîşanî Selvî da: Dest ji îdiayên ku rastiyê nîşan nade berde

DEM Partiyê nivîsa îro ya nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvî şermezar kir û got, "Zimanek…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 28’Ê TÎRMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Omer Çelîk: Beriya ku meclis têkeve betlaneyê wê qanûna çarçoveyî bê derxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Qanûna çarçoveyê destpêk e, divê Desteya Şopandinê bê avakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar: Binpêkirinên mafan û zext zêde bûne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?