Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) derbarê şehadeta 6 şervanên QSD’ê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîsîkî da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Di demekê de hêzên me yên QSD’ê li gelek eniyan li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şerekî dijwar dimeşînin, şaneyên rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê hewl dide mijûlbûna hêzên me ya li dijî êrîşên dagirkeriyê bi kar bîne û careke din xwe komî ser bike û êrişên terorane pêk bîne. Lê hêzên me bi ser wan şaneyan de digirin û zirarên mezin digihînin wan.
Li gelek herêmên gundewarê rojhilatê Dêrazorê û deverên din di navbera hêzên me û wan şaneyên terorîst de şer û pevçûn derketin, di encamê de 6 şervanên me şehîd bûn.
Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û diyar dikin ku em ê tola şehîdên xwe hilînin û armancên wan pêk bînin. Em ji malbatên şehîdên xwe re dibêjin ku tu tişt nikare me ji têkoşînê dûr bixe û em ê emaneta hevalên me ku di stûyê me de hiştine biparêzin.
Nasnameyên şehîdan wiha ne:
Nasnav: Egîd Tolhildan
Nav û paşnav: Elî Hebeş
Navê dayikê: Zeyneb
Navê bav: Heyder
Cih û dîroka jidayikbûnê: Efrîn/2000
Cih û dîroka şehadetê: Sirîn-3’yê Çileya 2025
*
Nasnav: Edhem Cezra
Nav û paşnav: Ehmed Hesen El Hisên
Navê dayikê: Hûriye
Navê bav: Hesen
Cih û dîroka jidayikbûnê : Dêrazor-Keber/1995
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Cezra-7’ê Çileya 2025
Nasnav: Salih Kobanê
*
Nav û paşnav: Salih Osman Mistefa
Navê dayikê: Hewa
Navê bav: Osman
Cih û dîroka jidayikbûnê : Kobanê/1987
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Kîsra-8’ê Çileya 2025
*
Nasnav: Şahîn
Nav û paşnav: Mihemed Ehmed El Sincar
Navê dayikê: Coza
Navê bav: Ehmed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Hesekê/1994
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Cezra-7’ê Çileya 2025
*
Nasnav: Fehed
Nav û paşnav: Mihemed Mehmûd Hac Elî
Navê dayikê: Hemde
Navê bav: Mehmûd
Cih û dîroka jidayikbûnê: Hesekê/2004
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Cezra-7’ê Çileya 2025
*
Nasnav: Ukaş
Nav û paşnav: Mehmûd Ehemd El Casim
Navê dayikê: Lahce
Navê bav: Ehmed
Cih û dîroka jidayikbûnê : Dêrazor-Keber/1994
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Cezra-7’ê Çileya 2025.”