Koçberên ji Efrînê yên di encama êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên Kanûna 2024’an de cara duyan ji cih û warên xwe bûne û berê xwe dane bajarê Qamişloyê, bi armanca ji civaka navneteweyî re dengê xwe bidin bihîstin, meşek li dar xistin. Girseya gel, li pêşiya Stadyûma Şehîdên 12 Adarêli hev civiya û ber bi Komîsertiya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ve meşiya. Di meşê de pankarta bi nivîsa “Em daxwaza vegereke biewle û birûmet dikin” û wêneyên welatiyên ku hatine qetilkirin hatin hilgirtin.
JI NY’Ê RE NAME
Efrîniyên ku heya li pêşiya avahiya NY’ê meşiyan, nameyeke ku sûcên dewleta Tirk ên li ser gelên ji Efrîn û Şehbayê eşkere dike, xwend.
Her wiha name ji Sekreteriya Giştî ya NY’ê re hate teslîmkirin. Di nameyê de hate diyarkirin ku di 10’ê Kanûna 2023’yan de li ser navê Efrîniyan komîteyek hatiye avakirin û hate destnîşankirin ku komîteyê ji bo “vegereke biewle û birûmet” bang li saziyên navneteweyî kiriye.
Her wiha di nameyê de hatiye diyarkirin ku dewleta Tirk bajarê Efrînê dagir kiriye, li herêmên dagirkirî bi bicihkirina çete û malbatên çeteyan hewl daye demografiya herêmê biguherîne û ev yek li pêşiya çareseriya mayînde ya ji bo Sûriyeyê weke astengiyekê ye.
Girseyê bang li saziyên navneteweyî kir ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin û ji bo vegereke biewle pêngavên hewce were avêtin.