Hevseroka Bajarê Amedê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Sûltan Yaray anî ziman ku girtîhiştina Rêber Apo astengiya li pêşiya aştiyeke mayinde ye û destnîşan kir ku pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê ji bo aştiyê bibe gaveke girîng.
Sûltan Yaray got, “Tecrîda li ser Birêz Ocalan her tim dewam kir. Ti carî tecrîd bi dawî nebû. Dewlet baş bi vê yekê zane, Birêz Ocalan ne tenê şexsek e, ew lîderê gelekî ye. Ji ber vê yekê lîderê îradeya bi milyonan mirovî Birêz Ocalan tecrîd dike. Di şexsê Birêz Ocalan de dixwazin dengê gelê Kurd bibirin. Lewma dixwazin tecrîdeke giran bimeşînin.”
‘DIVÊ DEST JI FERASETA ÊRÎŞA LI DIJÎ KURDAN BERDIN’
Sûltan Yaray di dewama axaftina xwe de got, “Gelê Kurd êdî azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan dixwaze. Eger desthilatdarî vê yekê bike wê atmosfereke baweriyê biafire. Şert û muxabatê aştiyeke bi rûmet Birêz Ocalan bi xwe ye. Eger hiqûq bi cih bê anîn û tecrîd bi dawî bibe, ev yek wê ji bo gel bibe çavkaniyeke mezin a moral û motîvasyonê. Tecrîd bi dawî bibe baweriya gel a bi aştiyê wê hîn zêde bibe. Mixabin li aliyekî tecrîd dewam dike, li aliyê din jî êrîşên li ser Rojava dewam dikin. Eger bi navê aştiyê encameke erênî ji hevdîtinan tê xwestin, divê dest ji vê feraseta êrîşa li dijî Kurdan berdin. Heta ku tecrîd hebe mirov nikare qala aştiyê bike.
‘ÇARESERIYEK DIVÊ LI SER BINGEHA XWIŞK Û BIRATIYÊ BE’
Navnîşana aştî û çareseriyê Birêz Ocalan e. Bêyî Ocalan aştî û çareserî nabe. Hevdîtinên bi navê aştiyê têne kirin divê bi baldarî bêne meşandin. Divê desthilatdariya AKP-MHP dest ji zimanê dijminatiyê berde. Birêz Ocalan li gel tecrîda salên dûr û dirêj ji bo pêkhatina aştiyeke bi rûmet têkoşîneke mezin dimeşîne. Êdî li ser bingeha xwişk û biratiyê divê çareserî pêk were.”