Dewleta Tirk a dagirker di dema ku gel li ser Bendavê Nobet digirtin de, li dijî çalakvanên nobetê êrîş pêkanî û di encamê de gelek sivîl şehîd û birîndar bûn. Îro jî ji bo şehîd Mihemed Qaso ku endamê Hêza Ewlekariya Hundirîn e û di encama êrîşa balafirên şer a dewleta Tirk a li ser Bendava Tişrînê di 16’ê Çileyê de şehîd bibû merasîmeke bi heybet hat lidar xistin.
`EM JI MIRINÊ MEZINTIR IN`
Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, endama Rêveberiya Kongra Star a bajarê Şêranê Litfiyê Silêman axivî û diyar kir ku gelê Kobanê car din bi berxwedanê mohra xwe li dîrokê xist û got, “Çawa ku bi dirûşmeya ‘em ji mirinê mezintir in’ xwe da îsbatkirin, îro careke din em bi vê dirûşmeyê li ber xwe didin. Li dijî dijminê ku dixwaze me qir bike em li ber xwe didin. Em ê ji 7 salî heta 70`ê têkoşîna xwe xurt bikin, li dora şervanên xwe kom bin û serketinê misoger bikin.”
Piştre jî endamê Rêveberiya Hêza Ewlekariya Hundirîn Şêro Mustefa axivî û diyar kir ku ew weke hêza ewlekariya hundirîn wê tola şehîdên xwe hilînin û wiha got, “Hevalê Mihemed her tim dixwest gelê xwe bi hemû pêkhateyên xwe bi awayekî azad bijîn. Hewl dida agirê şoreşê û çanda kurdewariyê di dilê her Kurdekî de gor bike. Di destpêka derketina tevgerê de cihê xwe di nava koma Botan a çandî de girt, lê bi şoreşa Rojava re bû yek ji endamê Hêza Ewlekariya Hundirîn. Tenê yek soza xwe hebû, ew jî heta yek jî ji me mabê, em ê xwedî li axa xwe derkevin bû.”
`YÊ KU BIXWAZE ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ NAS BIKE, DIVÊ BERÊ XWE BIDE BENDAVA TIŞRÎNÊ’
Şêro Mustefa, anî ziman ku li Bendava Tişrînê şerê gel ê şoreşgerî tê meşandin û got ku li hemberî vê tevahî cîhan mat maye.. Şêro Mustefa got, “Yê ku dixwazin şerê gelê şoreşgerî nas bikin, dive berê xwe bidin bendava Tişrînê. Ev berxwedan encama şoreşa Rojava ye. Êrîşên DAÎŞ’ê li Kobanê û Boxazê têk çûn. Li dijî dagirkeriyê em ê li her qadê bi ala xwe û rengê xwe li ber xwe bidin.”
Endama Koma Botan Evîn Berewad, jî diyar kirk u li bendava Tişrînê wan bi stranên şoreşgerî bersiv didan êrîşan û got ku ew ê heta dawiyê xwedî li şehîdên xwe derkevin.
Piştre kurê şehîd Mihemed Aras Hiso axivî û anî ziman ku ew bi saya şehîdên xwe hene û got, “Me çavên xwe di nava malbateke welatparêz de vekir, di hembêza şervanan de em mezin bûn. Em bi saya wan xwediyê vê axê û vî zimanî ne. Em ê riya wan bişopînin û em ê heta dawiyê jî xwedî li nirxên wan derkevin û bi ser bikevin.”
Herî dawî jî wesîqa şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Şehîd Mihemed Qaso bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin” hat veşartin.