Pêncşem, 30 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di 5’emîn salvegera Komkujiya Dedeogullari de banga edaletê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Gulistan Doku de 6 polîs hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê girtîgehê li ciwanên Kurd hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê xebatên vemirandina agirê li daristanan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kûrtûlmûş: Bi qebûlkirina qanûnê re wê derî li dema nû vebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî nayê dermankirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rêveberiya Tevgerê: Heta ku Rêber Apo nekeve dewrê nepêkan e ku pêwîstiyên qanûnê bêne bicihanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şarbajêr şewata mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sroş Keremî yê ku piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin bi girseyî hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser baregeha HDK-Î

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê qetilkirina Mehdî Tewekulî û malbata wî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ên Ewropayê ji bo fermana Şengalê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinek li Kelarê hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 saziyên jinan têkildarî mafp jinan û statuya Kurdan bi Guterres re civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo parêzvana mafên jinên Kurd Gulhatun Kara kampanyaya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barê herî giran ê qirkirinê li ser milê jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayla Akat: Komîsyoneke jinan a şopandinê ji bo pêvajoyê pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Comerd piştî 28 salan li Rojava ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlma ‘To My Sisters’ ku berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê vedibêje li Elmanyayê hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê Konferansa Sînemaya Rojava destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND’ê Hozan Serhad bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Kevana Zêrîn hunermend Bavê Teyar bi bîr anî
Kurdistan

Kevana Zêrîn hunermend Bavê Teyar bi bîr anî

Koordînasyona Kevana Zêrîn hunermend Cuma Xelîl (Bavê Teyar) bi bîr anî ku li Tişrînê di êrişa dewleta Tirk de şehîd bû û banga xwedîderketina li helwest û xîreta Bavê Teyar li hemû hunermendan û gel kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Çile 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Kevana Zêrîn ji ber şehadeta şanoger Cuma Xelîl (Bavê Teyar) daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di nav gengeşeya ku tevahî cîhan tê de karesatên derveyî mirovahî jiyan dike, yê ku bi me mirovan ferqa wate û hestkirina mirovbûnê dide avakirin huner e. Ev huner e ku hêza afirandinê û xwe gihandina lutkeya wateyê bi me mirovan dide avakirin. Hunera mirov ferqa watedayînê ye, hunera mirov ferqa avakirinê ye, xuliqdariyê ye û her wiha hunera mirov helwest, hilbijarde û xîreta herî bi hêz e. Hunermend bi hunera xwe di encama vê hilbijarde, helwest û xîretê ji tevahî mirovên din cuda dibe û rê nişan dide. Nemiriya hunermend bi vî hawî pêk tê.

BENDAVA TIŞRÎNÊ BÛ DIKA WÎ YA HERÎ DAWÎ

Li gorî vê ferasetê hunermendên Kurd her tim ji civaka xwe re, ji mirovahiyê re rênîşaner û hêza wateyê bûne. Tevahî dîroka azadiya Kurdistanê bi mînakên bi vî hawî dagirtîne. Hozan Sefkan, Hozan Serhed, Hozan Mizgîn, Sarya Baran û bi dehan navên din ên pîroz rênîşanerê vê yekê ne. Û herî dawî jî hunermendê şanoger, Cuma Xelîl ku tevahî hezkiriyên wî, ew weke Bavê Teyar nas dikirin, mînaka herî nêz, rûmeta herî qedirbilind a vê dîrokê bû. Şanoya xwe li jiyana xwe barkiribû. Jiyan ji bo wî dikeke berfireh, kur û bi wate bû. Ji ber vê, heqîqeta jiyanê li ser dikê, li kolan û her devereke jiyanê rolên xwe yên şanoyê ji dil û can leyist. Herî dawî jî vê erka xwe ya pîroz, vê rênîşaneya xwe ya helwesta hunermend, di eniya parastina welatê xwe de, di eniya parastina ramanê azadiyê de nişan da. Dika wî ya herî dawî Bendava Tişrînê bû, ew bendav bû ku êdî weke bendava berxwedanê, bendava şehîdan dihate binavkirin. Bendava Tişrînê kire dik ji hilbijardeya xwe ya azadiyê re, ji helwesta xwe ya li hemberî dijminê ax û gelê xwe re û vê di rolê sereke de di eniya herî pêş de bi cîh anî. Û di wê eniya herî pêş de şehîd bû.

ROLA BERXWEDÊREKÎ BI DILÊ XWE LÎST

Bi vî hawî bû parazvanê mirasa hunermendiya azadî û rûmetê. Bi vî hawî nişan da bê nemiriya hunermendê Kurd çawa ye. Bi vî hawî herî dawî rolê berxwedêrekî bi dilê xwe leyist. Şanogeriya Kurd a ku ji Şehîd Sarya Baran, Baran Sarya, Yekta Herekol û Hêvî Şanogeran ve weke mîraseke bêhempa xwe gihandibû heta roja me ya îro, di şexsê Bavê Teyar Cuma Xelîl de di vî şerê rûmet û azadiyê de gihîşte lutekeyê.

BANGA XWEDÎDERKETINA LI XÎRET Û HELWESTA BAVÊ TEYAR

Em weke Komîteya Kevana Zêrîn, bi vê şehadete, ji bo bilindkirin û parastina vê mirasa bêhempa ya şehîdan xwe bêtir berpirsiyar dibînin. Şehîdên me ku rîşaneyên me ne raserî her tiştî ne. Her wiha em bang li gelê xwe jî dikin da ku xwedî li wê helwest û xîreta ku Bavê Teyar heta kêliya dawî jî bi dil û can pêk anî derkevin. Bang li tevahî hunermendên azadîxwaz û xwedî hilbijardeya jiyana azad û rûmetê ne jî dikin da ku li derdora wateya şehîd Cuma Xelîl Bavê Teyar derkevin.

Hunera me ji bo azadiyê ye, hunera me ji bo jiyana bi rûmet e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hejmara binçavkiriyan bû 20
Nûçeya Pişt re Bavê Teyar hunermendekî wêrek bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Koçberiya ji herêmên dagirkirî dewam dike

Koçberiya ji herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin dewam…

Ji aliyê Stêrk TV

Vladimir Putin hejmara leşkerên xwe yên aktîf 180 hezar zêde kir

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin biryar da ku hejmara leşkerên Rûs ên aktîf 180 hezar…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêber Apo: Statuya min di heman demê de statuya Kurdan e

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan ku bi Rêber Apo re hevdîtin kir anî ziman ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Di rojên dawî de zêdetirî hezar û 500 Koçber gihîştin Ceuta ya Spanyayê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di lêpirsîna Gulistan Doku de 6 polîs hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Fransayê têkildarî şewata daristanan 275 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Îranê cezayê girtîgehê li ciwanên Kurd hate birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?