Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk anî ziman ku qanûna bê amadekirin divê bi hevdîtina bi muxataban li ser zemîneke hevpar bê avakirin û got, “Bi feraseta ‘min kir û bû’ mesele çareser nabe.”
Parêzer Fîlîz Yilmaz ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê bi girtiyan re hevdîtin kir, anî ziman ku ji mafê tenduristiyê heta bi ferzkirina lêgerîna tazîkirî û taloqkirina berdana girtiyan wan gelek binpêkirin tespît kirine.
Parêzer M. Alî Çelebî diyar kir ku hevsengiyên hêzê yên li Rojhilata Navîn diguherin û hevrikiya herêmî wê bandorê li polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê û rewşa Kurdan bike û hevsengiyên nû biafirîne.
Dema mirov behsa çand, huner û Tevgera Azadiyê dike, navê Şehîd Mizgîn weke stêrka herî geş li ezmanê Kurdistanê dibiriqe. Ew bi xwe, mîna pira di navbera kevneşopiya dengbêjiya klasîk û şoreşa nûjen de teşe girtiye.

