Duşem, 4 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Amnesty: 13 kes di bin metirsiya darvekirinê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtinên navbera Yewnanistan-Lîbyayê zêde bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP û TJA’yê daxuyaniya têkildarî ‘Tertele’yê: Îradeya berxwedanê hêz da gelê Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê pîrozbahiyên Amedsporê: Di serdegirtinan de 10 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mirinên biguman nû nînin: Rejîmeke tundiyê hate avakirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayindir: Dewlet çareseriyê li demê belav dike û kevneşopiya rizandinê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Koyê şehîdên Enfalê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê lêborîn bê xwestin, navê Dersimê lê bê vegerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zaxoyê 3 kes xeniqîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    MGK: Divê zextên li ser rojnamevanan bi dawî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanê Kurd Mehrab Abdullahzade hate darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Colemêrgê rê nîne: Erdhejeke gengaz wê hilweşîneke mezin bi xwe re bîne!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgiz Mihemedî krîtîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ tevlî pêngava ‘Em YPJ ne’ bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî bi cîhaza oksîjenê dikare hilmê bistîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îngilîstan û Gallerê tenê %3’yê xwekuştinên girêdayî tundiya nav malê derbasî darazê dibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jinên li Stenbolê hatine qetilkirin û windakirin meş hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê 1’ê Gulanê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çavdêriya ji Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Vegereke ewle wê bi bidawîkirina dagirkeriyê pêk were’
Rojava

‘Vegereke ewle wê bi bidawîkirina dagirkeriyê pêk were’

Parêzer Rûşîn Hido diyar kir ku ji destpêka dagirkirina Efrînê ve çeteyên dewleta Tirk her cûre êşkence li gelê Efrînê kirin û got, vegereke gel a bi ewle wê bi derxistina van çeteyan ji herêma Efrînê pêk were.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Çile 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Parêzer Rûşîn Hido qala kiryarên dewleta Tirk ên di Efrînê de tên kirin kir û wiha dest bi axaftina xwe kir, “dewleta Tirk tevî çeteyên girêdayî xwe li Efrînê li derveyî zagonên navneteweyî kar kirin, yek ji wan hevpeymana Lahey, hevpeymana Cenevre ne (…) Yek ji wan hevpeymana dibeje, nabe tu dagirkerî xelkên herêmê ê resen ji herêmê derbixe û şûna wan xelkên ji derveyî herêmê tê de bi cih bike. Lê weke ku tê dîtin ku dewleta Tirk û çeteyên wê barovajî vê dikin, gelê Efrînê ji herêmê derxist û li şûna wan gelên derveyî herêmê bi cih kir. Ev jî tê wateya ku guhertinek demografîk bi berfirehî li Efrînê pêk hat.”

Parêzer Rûşîn Hido di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ji despêka dagirkirina herêma Efrînê ve her cûre êşkence li gel hatiye kirin û got, “Çeteyên dewleta Tirk her cûre êrîş li gel kirin, bi taybetî li ser jina Efrînî. Jinên li Efrînê rastî girtin, revandin, qetilkirin û êşkenceya cesedî, derûnî û cinsî hat, ku ev yek dikevin ber sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê.”

Rûşîn Hido di nav axaftina xwe de anî ziman ku gelê Efrînê gelek caran rastî koçberiyê hat û got, “Gelê Efrînê gelek caran rastî koçberiyê hatin, hin ji wan di dema aloziya Sûriyeyê de ji Helebê derbasî Herêma Efrînê bûn. Piştre hemû gel ji ber dagirkeriya Dewleta Tirk û çeteyên wê ji Herêma Efrînê koçberî Herêma Şehba bûn û herî dawî jî koçberiya ji Şehba ber bi kantona Firat û Cizîrê ve. Gelê Efrînê 7 salan di bin hemû zor û zehmetiyan de û li hember hemû êrîş û topbaranên dewleta Tirk û dorpêçkirina rejîma Esed de ku li ser herêmê ferz kiribû li ber xwe da. Tenê bi armanca vegereke bi ewleh li cih û welatê xwe, lê berovajî vê hate kirin. Dewleta Tirk careke din Herêma Şehba dagirkir û gelê Efrînê û gelê Şehba careke din bi darê zorê koçber bûn.” 

Rûşîn Hido got, “Di koçberiya ji Şehba de çeteyên dewleta Tirk ketin nav konvoya gel û beşek ji wan bi darê zorê berê wan da Efrînê. Lê ev yek di vir de nesekinî, ew gelê ku derbas bû jî li wir rastî her cûre revandin û êşkencê hatin. Niha vegera li Efrînê zehmet e, ji ber ku dagirkerî bi çeteyên xwe hîn li Efrînê ye û mafên mirovan binpê dike.”

Di dawiya axaftina xwe de Parêzer Rûşîn Hido diyar kir ku daxwaza gelê Efrînê ew e ku vegerek bi lez û ewle were pêk anîn û ev got, “Ji bo ku gelê Efrînê vegere cih û warê xwe divê dagirkerî ji Efrîn derkeve. Ji bo li gorî zagonên navdewletî dagirkerî rewşeke demkî ye û divê li ser Efrînê rabe. Li kêleka wê ev komçeteyên di Efrînê de werin derxistin û guhertina demografî di Efrîn de were sekinandin. Tenê dema ev pêkhatin gelê Efrînê wê bikaribe bi ewleh vegere û bi aştî bijî. Li ser vê esasî em bang li saziyên navdewletî û bi taybet yekîtiyên yekbûyî dikin ku ev dagirkerî bi dawî bibe û gel bi awayek ewle vegere Efrînê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Dewleta Tirk bi qetilkirina sivîlan rêgezên mafên mirovan binpê dike’
Nûçeya Pişt re Di her gaveke berxwedana Tişrînê de çîrokek cuda heye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk piştgiriya çeteyên DAÎŞ’ê dike’

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk li gundê Aşmê malekî welatiyan bombebaran kir: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker li gundê Aşmê yê rojavayî bajarê Kobanê malekî welatiyan bombebaran kir.…

Ji aliyê Stêrk TV

Şervanê YPG’ê Azîz Arslan hate bîranîn

Şervanê YPG’ê Mustafa Azîz Arslan di salvegera 11’an a şehadeta xwe de li warê xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li bejahiya Siwêdayê şer qewimî

Ji aliyê Stêrk TV

Li Rojava çalakiyên “zarokên me berdin”

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Amûdê bi hezaran kes ji bo mafê ziman meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Wezîrê Rojhilata Navîn ê Brîtanyayê: Li Sûriyeyê mafên Kurdan pêşikiya me ya bingehîn e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?