Îro şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî beşdarî çalakiya nobedariyê bû.
Tevî serma û baranê jî çalakvan ji bo rawestandina êrişan çalakiyên xwe yên aştiyane didomînin.
Dewleta Tirk a dagirker ji 8’ê Çileya 2025’an ve dest bi êrişa li ser bendava Tişrînê kiriye. Ji bo rawestandina van êrişan di 8’ê Kanûnê de karwanên sivîlan ên ji çar aliyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi bendavê ve bi rê ketin, lê dewleta Tirk a dagirker çend caran êrişî karwan û çalakvanan kir.
Duh jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî çalakvanên li bendavê kir û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û bi dehan jî birîndar bûn. Heta niha di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî çalakvanan de 20 kes şehîd bûne û zêdetirî 120 kes jî birîndar bûne.