Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), bi şaxên xwe yên Amed, Êlih û Colemêrgê, bi malbatên windayan re bi daxwaza darizandina faîlan hatin ba hev.
AMED
Çalakiya li Amedê, di hefteya xwe ya 883’emîn, li Parka Koşûyolûyê li pêşiya Abîdeya Mafên Mirovan pêk hat. Girseyê wêneyên windayan hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de, serboriya Serokê Navçeya Silopiyayê ya HADEP’ê Serdar Taniş û Rêveberê Partiyê Ebûbekîr Denîz hat xwendin. Taniş û Denîz, di 25’ê Sibata 2001’ê de, piştî ku li ser bangawaziya Fermandariya Jendermeya Silopiyayê çûn qereqolê hatin windakirin. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ÊLIH
Li Êlihê, gel di çalakiya hefteya 669’an de li pêşiya Abîdeya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulîstanê, pankarta “Bila serwinda bên dîtin û kiryar bên darizandin” hilgirt. Malbatên windayan, parazvanên mafên mirovan, Endamên Şaxa Êlihê yên OHD’ê û rêveberên MEBYA-DER’ê beşdar bûn. Serboriya Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz ji aliyê Rêvebirê Şaxa IHD’ê ya Êlihê Huseyîn Elçî ve hat xwendin.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
COLEMÊRG
Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê û malbatên windayan, di hefteya 159’an de li Kolana Hunerê ya Geverê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” û wêneyên windayan hat vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Zekî Dogan ê ku di 7’ê Hezîrana 1994’an de hatiye windakirin, hat pirsîn. Daxuyanî ji aliyê endamê ÎHD’ê yê Şaxa Colemêrgê Eren Baskin ve hat xwendin.