Pêncşem, 12 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Divê ji bo Birêz Ocalan mercên karkirinê yên azad bên afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê Salih Muslim bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda leşkerî ya Îtalî ya li Hewlêrê bû hedefa êrişê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerê NY’î yê MRAP’ê: Divê şert û mercên ji bo Abdullah Ocalan bên afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Abdullah Ocalan yekan e lîder e ku pêvajoya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi rengekî stratejîk dît’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo şehîd Ehmed Kerkûkî merasîma bîranînê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PJAK’ê peyama sersaxiyê ya ji bo Salih Muslim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KCK’ê peyama sersaxiyê ya ji bo Salih Muslim: Xeta Rêber Apo ji xwe re kir esas

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê droneyek ket: Zarokek birîndar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Goran ji bo Salih Muslim peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dronan êrîşî Silêmanî û Hewlêrê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Hevrêyê me Hêzil Arjîn di êrîşên çeteyan de li Reqayê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê jin û zarokên keç di hedefa şer de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê bi dirûşma ‘Niha dema jinê ye’ çiyayên Kurdistanê xemilandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ji bo paşerojeke azad û aştiyê li vê derê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Gotar > 10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (258)
Gotar

10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (258)

Hesen QAZÎ
Hesen QAZÎ Dîroka nûkirinê: 1. Sibat 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Konfiransî salaney MESA(5)

Qazî: Ewe corêk tezelzul û rarayî pêk dênê nîsbet bew siyasete. Bo numûne her lew pêwendîye da nîye. De pêwendî degel Urûpaş. Maweyek lewe pêş hetmen bîneranî êmeş agadarin ke berêz Donald Trump ‘adetî heye ke twitter zor be kar dênê û le rêgay twitterewe helwêstî siyasî derdebrê meselen leber ewey ke ew pêy waye ew têrore zemîney îslamî heye ya dinyay ‘Erebî le pişte û le dîdgay xoy ra away debînê, tezadekan lewê daye, dijayetîyekan. Bo wêne de pêwendî legel kabrayekî destî rastî le Engilîstan ke ew kabraye mehkûm kirawe be şêweyek le şêwekan, narastewxo dîfa’î lê kirdûwe. Ewe bû be hoy ewe ke siyasetkaran û siyasetmedaranî Brîtanyayî çi ewaney ke le ser hukmin û çi opozîsyon zor be tundî mewqîfyan girt û tenanet eweşyan zeq kirdewe ke ême salî dahatû ke biryare salî 2018 sefer bika bo ewê ême natuwanîn ew mewqîfane qubûl bikeyn. Mebestî min eweye bo zanistkaran ew ciyawazîyane le helwêst çon lêk dedrayewe le pêwendî legel rojhelatî nawerast da?
Sîvan Se’îd: Leweş calibtir hendêk şitî siyasî rû deda lem çend sale da be mustelehî Jeremy Corbyn serokî partî kirêkaran le Brîtanya siyaset le naw boksêk da bû ew siyasete hate derewe carêkî tir nabê biçêtewe naw bokseke. Ye’nî ewey ke Trump ebînîn, ewey ke Brexit ebînîn, ewey ke Jeremy Corbyn ebînîn awa papuler e  renge bibê be serok wezîr le Brîtanya. Ewey ke ême çend bûyerî lew new’e debînîn ye’nî bo yekem care serokî gewretirîn wilat hemû rojê xerîkî twitterekeyetî. Emcar retwit, yanî twitî hendêk xelik dekatewe ke eslen ne ekra wa bika. Emane komelêk şitin ke siyaset lew bokse hatûwete derewe, lewe eçê neçêtewe naw boksekey caran. Ewey ke pêy ewitra establishment, muesese êsta hendêk karaktirî antî establishment xerîkin û weber karin û renge emane rojêk bibnewe be establishment meselen be tîorîyekey Karl Mannheim ke tîorîyekî kilasîkî kone ke qise le ser aydolojya û yotopya deka dîsan emeyan lînkêke cûrêke dûbare aydêolojya debêtewe be yotopya, yotopya dîsan ke piratîk ebêtewe ye’nî wekû ‘eceleyeke dûbare debnewe bo yektirî, renge rojêk establishment ewe bê ke êsta Trump û Corbyn eyken. Her çend Trump û Corbyn le dû şwênî ciyawaz dan û be dû dinyabînî ciyawaz belam her dûkyan be şêweyek le şêwekan le dijî emen. Eme eger akadêmya approach î em meseleye bika, lem babete nizîk bêtewe renge min beşî xom away temaşa bikem renge yekêkî dîke corêkî tir. Lew barewe etuwanim bilêm interesting e, cêy lê xurd bûneweye ke bibêt belam êsta eger emin komêntî yekêk lewanet pê bilêm le xeyalm nîye, bibûre.
Qazî: Diyare hawkat legel ew konfiranse ke berêwe çû le nêwan 18 ta 21î mangî Novamberî 2017 da le Kurdistanîş, le herêmekanî Kurdistan eger away bas bikeyn şitî taze rûy dawe. Yek etkî rêfrandom le Başûr, ewey ke deskewtekanî Kurd lew duwayiyane da awa bexêrayî le qîs çû û dûhemîş ew pêşweçûnaney ke le Bakûrî Sûriya û le Rojaway Kurdistan leber çaw bû. Ewîş meseley helbjardin û rû kirdin le dengî xelik bo ewey ew sîstmey ke lewê heye û le xwarewe ra deyewê dêmokrasî damezrênê pêk bê, lew zemînane da hîç munaqeşeyek durust bû? Munaqeşey canibî delêm nek wek ewey ke paper pêşkêş kira bê.

Sîvan Se’îd: Ewey ke êsta emin webîrm bê lew munaqeşaney ke durust bûn nek le paperekan da, Qise bû le ser tecrubey Rojaway Kurdistan ke êsta leber fehsêkî gewre daye be Engilîsî scrutiny yanî lêpêçînewe û temaşa kirdin bizanîn çon lew fehse derdeçê yan na we le ber dem tehedayekî gewre daye, ew wişeye her dîsan ‘Erebî ye yanî leberanber challenge û alingarîyekî mezin daye û eger em dû îşe birwat, fehsêkî lanî kem akadêmî û înca siyasî û dîplomasî bikrê û derbçê lêy û ew alingarîyaney heyetî, Da’şe, duway Da’şi çî bika legel dewletî Sûriya, ke dewletî Sûriya be quwet debê, le duway ewe debê be yekêk le opportunity, ebê be derfetêkî gewre nek tenya bo Sûriya û Bakûrî Sûriya belkû bo rojhelatî nawerast debête yekêk le modêle cuwanekan be şertêk lew fehse derbiçê we ew ‘eqebaney ke leber demî daye lew alingaryane derbiçêt. Eme yekêke lew munaqeşaney ke bo min zor calib bû, ke zor le serî westam bo xom beşêk lewe bûm ke beşdar bûm lew munaqeşatane da. Le ser meseley Başûrî Kurdistan mixabin leber ewey raste rast duway ew sikandaleye, ke ewe bo min carî yekeme gwêm lê debê ke be sikandal benaw dekrê, sipas bo ew wişeye, ke be rastî min boxom belamewe le sikandalîş quristire çunke hîç vîjnêk nebû, hîç çawerûnîyek nebû. Karesatêk bû, ketnêkî naşîrîn bû ke seranî Başûrî Kurdistan be bê ewey çawyan le hîç bêt be xeyalêk ke hezyan lêy bû weha bêt ‘eqlî xoyan da daye xeyal û lezet û hezêkî zor gencane. Belam îdî ewey ke hebû duwayî derdekewê ke leweş gewretre ême hêşta le naw azareke dayn têynageyn wekû Kurd. Belam ewey ke le Başûrî Kurdistan rûy da ekrê hendêk le commontator debêjn ewe dekate netîcey feşelî gewrey hem ‘eqlî û hem siyasî û etuwanim bilêm hem exlaqî ewaney ke be nawî rêberî Kurdewe ew bareyan awa lê kird ke le duway bîst û şeş sal tecrube ekra baştir bikraye be hemû alîyek belam xiraptir derçû. Le pêwendî be berhevdan eme ke yekêke lew nîqaşaney ke êsta lewê dekrê û le zurbey mîdya da dekrê aya Rojaway Kurdistan, ew tecrubeyey ke pênc sale ya şeş sale heye wekû Başûrî Kurdistanî lê dê, mehkûm ebê bew feşele bo numûne î’tîmadî gewre le ser Emrîka. Emrîka namênê Başûrî Kurdistan ew derdey beser dê ke ême êsta eybînîn. Ey eman? Qise kirdin le ser eweye eger ême berhevdan bikeyn debê berhevdanêkî hîsabî bikeyn, basî 2011 bikeyn debê berhevdanî pê bikeyn le gel salî 1991-î Başûrî Kurdistan. Eger lem bareyewe basî ew helbijardne bikem ke heftey pêşû rûy dawe le Rojaway Kurdistan û Bakûrî Sûriya da sed beraber baştire lew helbjardney ke le 1992 da kirawe.

Qazî: Diyare ew helbijardiney dîke duwatir bûwe belam ew demî le astî komonekanda bû. Axir nuxte çunke wextekeşman berew tewaw bûn derwa, dezanîn duway ewey ke îdarey Trump hatûwete ser kar girjîyek durust bûwe lew yek saley rabirdû da le ser ew rêkewtiney ke îdarey Obama kirdbûy legel Iran sebaret be bernamey nawkî Iran û diyare ew girjîyeş kem nebûwetewe û her wa berdewam e. Le layekîş wilatanî Urûpayî legel ewe hen ke ew rêkewtine ke kirawe başe biparêzdirê, çunke ewe pêşî ewe degrê ke Iran bibête xawenî bombî etomî. Belam le layekî dîkeş adminstrationî Trump, nek rastewxo îdareke belkû bo xoy cuwabecengeyan legel deka çi le pêwendî degel Kurey Bakûr û çi le pêwendî legel Iran da. Le pêwendî legel Iran da ew pêşbînîyane çon bû?

Sîvan Se’îd: Ba rêk le cêy qisey xom basî komêntî kesêkit bo bikem ke kongirêsmen e û lewêş beşdar bûwe ew çend roje be pêy tuwana qisey le ser ewe dekrid ke Trump tênaga, ew şeş wilate pênc ko yeke ke Almaniyaşyan legel e, ew pênc wilate gewreye legel Iran da bo meseley nawkî tenya muşkîleyek nîye ke Emrîka heyetî legel Iran da. We ewe eger çak bibê yan çak nebê muşkîle gewrekan her hen lêre we eger Trump leser emaney tir şerî le ser bikat û ew qisaneş ke hemû rojê eyankat le ser her şwênêk ewe her berdewam bê belam Trump eçê fokis ekat bo ewey em rêkewtine helbiweşêtewe wekû ewe ke xeberî nebê ke aya muşkîley gewrey ême emeyane ya muşkîle gewrekanî tire, egîna êsta îdarey Trump ebê bilê nexêr ba eme her bimênê eme hêşta her dujminmane le ber meseley têror, le ber şitî ciyawaz ciyawaz. Ewe yekêke lew komêntane ke kongirêsmenêk ewe be min delê ke bo xoy le lîstî dêmokratekan daye.

Qazî: Wekû axir pirsyar, diyare ew paperaney pêşkêş dekrên le konfiransî salaney Mêsa da, duwatir bilaw dekrênewe? Yanî online xelik destî pêyan radega, ewaney internet bekar dênin?

Sîvan Se’îd: Ziyatir le journalekan da babetekan bilaw debnewe û dest pê ragêştinekeşî bew şêweyeye ke to endamî yan endamî akadêmyayekî. Bo wêne min endamî akadêmyayekim ke zankoye, ew ‘eqdî heye legel zorbey ew enîstîtûtaney dinya da ewan kirîwyane min pêwîst naka xom şexsî parey pê bidem. Belam hemû paperekan bem şêweye dest wêyan radega.

Dirêjey heye…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN Hesen QAZÎ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Sabrî Ok: Ger di înkarê de israr bikin wê bi heman encamê re rû bi rû bimînin
Nûçeya Pişt re Şervanê Ereb: Em ê rê nedin çeteyên Erdogan axa me dagir bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nasnameya 32 qurbaniyên gundê Koço hatin eşkerekirin

Wezareta Tenduristiyê, Saziya Malbatên Şehîdan û tîma gorên komî, nasnameya 32 qurbaniyên gundê Koço ên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji MAK’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê li Geverê çalakî

MAK'ê ragihand ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kobanê starta rêzeçalakiyên Cejna Zimanê Kurdî

Li Kobanê xwendekar ü mamosteyên zanîngehê ji bo pîrozkirina 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bang…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojhilata Navîn bi çi dikeve sala nû?

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Fenomenolojiya Gravê (12)

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR

Rûsya û Rêxistina Dewletên Tirkîaxêv

Ji aliyê Stêrk TV

Îmralî; Dahurandina pergalê ye -11-

Ji aliyê Nurhaq GULBAHAR
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?