Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) di 8’ê Sibatê de ragihand ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de 27’ê Çileyê li Ranyayê rojnamevan Azîz Koyluoglû şehîd bûye.
Rojnamevan Azîz Koyluoglû li navçeya Çinar a Amedê ku bi lehengî û berxwedana xwe di dîrokê de xwedî cihekî girîng e, di sala 1976’an de li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Azîz Koyluoglû ku dilsozê doza gelê Kurd bû, weke her ciwanekî Kurd di têkoşîna mafdar de li Bakurê Kurdistanê 3 caran hate girtin. Hîn 16 salî bû li zindanên dewleta Tirk a faşîst êşkence lê hate kirin. Bi israr û têkoşîneke hîn mezin bi doza azadiyê re hate girêdan, di rêya têkoşînê de berxwedaneke mezin meşand. Sala 1994’an piştî Amedê karên xwe yên şoreşgerî li metropolan dewam kir û cara duyemîn hate girtin. Azîz Koyluoglû ku cara sêyemîn jî hate girtin, di navbera salên 1996 û 1998’an de li zindanê ma, lê di têkoşînê de israr kir û li hemberî êşkenceyê serî netewand. Azîz Koyluoglû ku li her devera Kurdistanê têkoşiya û karên rojnamevaniyê kir, di sala 2000’î de bû yek ji wan rojnamevanan ku pêşengî ji Çapemeniya Azad re kir. Bi Şoreşa Rojava re berê xwe da Rojava û ji karên akademî heta bi avakirina saziyên çapemeniya azad bi roleke mezin rabû û kedkarên çapemeniyê yên azad gihand.
Hevala wî ya têkoşînê rojnamevan Stêrk Gulo ji ANF’ê re qala têkoşîna Azîz Koyluoglû kir.
DI TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA KURD DE KED DA
Stêrk Gulo anî ziman ku wê di sala 2001’ê de rojnamevan Azîz Koyluoglû nas kir û got, “Azîz Koyluoglû rojnamevan bû ku kedeke mezin da têkoşîna azadiyê ya Kurd, gelê Kurd, ew stûnek bû. Hevrê bû, xwedî nasnameyeke têkoşer bû û mamosteyekî mezin bû. Weke şagirt beşdarî dewreya duyemîn a akademiya çapemeniya azad bû û piştre weke mamosteyekî tevgeriya, kedeke mezin da, hewl da. Dİ kar de xwedî kesayetekî cidî bû. Çawa ku di Çapemeniya Azad de her hevalekÎ me yê rojnamevan xwedî cihekî ye, hevrêyê me Azîz Koyluoglû jî xwedî girîngiyeke mezin bû.
EMRÊ XWE DA TÊKOŞÎNA GELÊ KURD
Pêvajoya zindanê ya dewleta Tirk vegotibû. Digot, ‘Doza Kurd dozeke kûr û bingehîn e û ji bo vê jî pêwîstî bi têkoşîneke mezin heye. Piştî êşkenceya dewleta Tirk min careke din fêhm kir ku gelê Kurd heta azad nebe nikare bijî. Ji ber vê yekê jî israra li ser têkoşînê careke din zêde kiribû’. Hevrê Azîz ku temenê xwe da têkoşînê, jiyana wî bi ked, fedakarî û lêgerîna li azadiyê hatibû hûnandin. Hevrê Azîz mîna gelek hevrêyên me mamosteyê me bû. Di mezinkirina çapemeniya azad û gihandina çedkarên çapemeniyê yên azad de bi roleke mezin rabû.
DI HEMAN DEMÊ DE BÛ DENGÊ GERÎLA
Baweriya wî ya bi azadiyê û serketinê mezin bû. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî karê rojnamevaniyê kir, ji xwe re kir wezîfe ku ruh, berxwedan û têkoşîna gerîla bigihîne cîhanê. Dem hat berxwedana gerîla anî ser ziman, dem hat li ser gerîla nivîsî. Ji bo heqîqeta şer a li Kurdistanê ragihîne weke rojnamevanekî azad û demokratîk li her parçeyên Kurdistanê têkoşiya. Şer, talan, komkujiyên li Kurdistanê ji cîhanê re ragihand.
LÊGERÎNA WÎ YA LI HEQÎQETÊ BÊ DAWÎ BÛ
Xwedî kesayetekî lêkolîner bû. Hevrêyek bû ku difikirî, analîzên xurt dikir û hewl dida agahiyên nû bi dest bixe. Ev taybetmendiyên wî dibû wesîle ku kesayetiya wî ya lêkolîner timî zindî bimîne. Lêgerîna wî ya li heqîqetê bê dawî bû. Vê yekê jî bi xurtî bandor li têkoşîna wî dikir. Li ku derê pêwîstî pê hebûa hevrê Azîz amade bû biçe wê derê. Di dema dagirkirina Efrînê de yek ji wan rojnamevanan bû ku dixwest biçe Efrînê. Şahidê berxwedana Efrînê ya 58 rojan bû. Bû çav, ziman û guhê berxwedanê û heqîqet vegot. Bi berxwedana Efrînê, bi gelê Efrînê re bû yek. Şoreşa Rojava bi berxwedana gel û şervanên wê re kêlî bi kêlî ragihand, bû dengê Şoreşa Rojava. Çawa ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Başûrê Kurdistanê bû dengê gel, li Rojavayê Kurdistanê jî bû dengê gelan. Ji xwe bû dengê gelê Kurd, bi dengekî Kurdistanî. Feraseteke neteweperest qebûl nedikir, xwedî mejiyekî azad bû û li ser rêya azadiyê meşiya. Çawa ku ne karekî hêsan e ku mirov bibe şoreşgerekî Kurdistanî, bêguman rojnamevanî jî ne hêsan bû. Haya hevrê Azîz ji vê yekê hebû.”
HEWL DA BERXWEDANA TIŞRÎNÊ RAGIHÎNE
Stêrk Gulo diyar kir ku êrîşa li ser rojnamevanan pêwendiya xwe bi hewldana nixumandina tecrîda li ser Rêber Apo ye û got, “Çawa ku di 15’ê Sibatê de bi komploya navneteweyî êrîş birin ser Rêber Apo, rojeke reş li dîroka Kurdan bi cih kirin, îro jî êrîşê dibin ser wan rojnamevanan ku balê dikişînin ser tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê, bi vî rengî dixwazin, nehêlin rastî bê ragihandin. Êrîşên bi vî rengî yên meha Sibatê ne tesadufî ne. Rojnamevanên ku qala azadiyê dikin têne girtin, rojnamevanên dibin dengê heqîqetê têne hedefgirtin.
Li Tişrînê hedefgirtina hevrê Nazim û Cîhan hewldanek ji bo nixumandina heqîqetê bû. Rojnamevanên ku ji bo bibin dengê berxwedana Tişrînê têkoşiyan, bûyer kêlî bi kêlî kirin nûçe û ragihandin, propagandayên şerê taybet têk birin. Hevrê Azîz rojek beriya şehadetê, yanî di 26’ê Çileyê de bi telefonê bi min re axivî bû. Wê rojê em li ser berxwedana Tişrînê axivî bûn. Çavê wî, bala wî li ser Tişrînê bû; gotibû ‘Em ê bi berxwedana Tişrînê re encamên mezin bi dest bixin. Berxwedana wêrekî ya gel wê encamên girîng bi xwe re bîne’.
Hevrê Azîz ji bo bibe dengê berxwedana Tişrînê gelekî ked da. Bûyer ji nêz ve dişopand, dixwest bibe deng û rengê Tişrînê, heqîqetê ragihîne. Di bernameyan de, di gotarên xwe de ev rastî timî dianî ser ziman, hewl dida gel agahdar bike. Wêrekî û dilxwaziya wî ji bo paşeroja çapemeniya azad bû çavkaniya sûdwergirtinê.”
MÎRATEYA WÎ DI DILÊ BI HEZARAN MIROVÎ DE YE
Stêrk Gulo destnîşan kir ku ruhê çapemeniya azad venamire û di dawiya axaftina xwe de got, “Şehadeta hevrê Azîz, ji bo me windahiyeke mezin jî be ruhê Çapemeniya Azad nikare bê tinekirin; nikare pênûsê bisekinîne. Di nava vê salê de me rojnamevnaên çapemeniya azad ên hêja ji dest dan. Me ew ji dest dan, lê belê mîrateya ku wan li pey xwe hiştin, di dilê bi hezaran mirovî de deng vedide.
ÇANDA BERXWEDANÊ JI ME RE HIŞT
Hevrê Azîz mîna Seyît Evran, Gulistan Tara û Nazim Daştan çanda berxwedanê ya çapemeniya azad ji me re hişt. Hevrê Azîz ku li Rojavayê Kurdistanê karê akademiya çapemeniyê dimeşand, bi sedan rojnamevan gihand, bû nasnameya wê yekê ku nîşan da mejiyekî azad û demokratîk çawa dikare bê afirandin. Ji bo têkoşînê û rojnamevaniyê bi berpirsyariyên mezin rabû; li her qadê bû mamosteyê me. Lewma em deyndarî wî ne. Seyît Evran hişê Çapemeniya Azad bû, Azîz Koyluoglû jî şêwirmendek bû ku rê nîşan dida.”