Pêncşem, 10 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Derbarê rêveberên Yenî Partî de lêpirsîn hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê serdegirtina malan: 3 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Îlonê ya kovara Ozgur Halkê derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mizrakli serdana goristanan kir: ‘Berpirsyariya bingehîn a siyasetê afirandina aştiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo deriyên sînor ên Iraqê û Herêma Kurdistanê wê komîte bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wasiyeta dayika ku li Garzanê li cenazeyên xwe digeriya: Hestî jî be wan bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê şehîdên azadiyê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Şengalê bang li hikûmeta Iraqê kir: Em rêveberiya leşkerî qebûl nakin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Komunîst a Kurdisanê: Em piştgiriyê didin pêşniyara Abdullah Ocalan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinûve vejîna gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Şêwra TAJÊ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Şervana Ereb a fedaiya azadiyê: Bêrîtan Amanos
Rojava

Şervana Ereb a fedaiya azadiyê: Bêrîtan Amanos

Şehîd Bêrîtan Amanos bû pêşenga jinên Ereb ên li nava refên YPJ'ê. Bêrîtan Amanos ku pêşengî ji berxwedana li Tişrîn û Qereqozaxê re kir, weke yek ji neferên têkoşîna azadiyê ya jinê tevlî karwanê nemiran bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Sibat 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Li Bendava Tişrînê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dîroka berxwedanê tê nivîsandin. Di vî şerî de ku bi berdêlên giran tê kirin, min firsend dît ku şervanên QSD û YPJ’ê ji nêz ve nas bikim. Hêza ku didin hev, biryardariya wan a ji bo serxistina şerê azadiyê yê gelan û tirsa ku berdide nava dilê çeteyan, gelekî bala min kişand.

Yek ji şervanên azadiyê ku di oxira azadiyê de canê xwe feda kir şervana YPJ’ê Bêrîtan Amanos bû. Hem di hişê min hem jî di qeydên kameraya min de cihekî wê yê cuda hebû. Gelek taybetmendiyên wê hebûn ku ew kir fedaiyeke taybet. Şehîd Bêrîtan şervaneke Ereb bû. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava û têkoşîna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re biryar da ku tevlî nava refên YPJ’ê bibe. Ji roja destpêkê ya êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û pê ve li eniyên herî krîtîk ên berxwedanê bi roleke mezin rabû.

Şehîd Bêrîtan Amanos hem li nuqteyên berxwedanê yên li derdora Bendava Tişrînê hem jî li eniya Qereqozaxê têkoşiya. Li eniyên herî xetere û zehmet şer kir. Asta xeteriyê çiqasî mezin jî bû wê tawî ji dîsîplîna şer nedida û wezîfeya xwe bi cih dianî. Divê kesayetiya wê ya berxwedêr baş bê lêkolîn û fêhmkirin. Ji ber ku tenê bi vî rengî dikare bê fêhmkirin bê ev berxwedan bi kîjan ruhî tê meşandin û bi kîjan fedakariyê dewam dike. Dixwzim qala çîroka şehîd Bêrîtan bikim.

‘EZ Ê WÎ ÇETEYÎ CEZA BIKIM’

Li Bendava Tişrînê roja 7 an jî 8’emîn a berxwedanê bû. Çeteyek bi motorsîkletê ketibû qadên herêma bendavê. Ji cîhazên leşkerî hate ragihandin ku çete hewl dide bikeve nava şervanan û hişyarî hatibû dayin. Hİngî ez jî li Fermandariya Koordînasyona Tişrînê bûm; şehîd Bêrîtan jî li wir bû. Di axaftina li ser cîhazê de hate gotin, kesî çete nedîtiye. Lê belê li ezmanan balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker digeriyan. Ev yek jî dihate wê wateyê ku liv û tevgereke biçûk jî wê ji aliyê dijmin ve bê tespîtkirin.

Li gel vê yekê şervan bi dîsîplîn tevdigeriyan. Nediyar bû ku çete tam li ku ye; ji cîhaza ragihandinê dihate gotin, xwe veşartiye û nehatiye dîtin. Di vê kêliyê de şehîd Bêrîtan rahişt çeka xwe û got, ‘Ez ê wî çeteyî ceza bikim’. Fermandariya Koordînasyonê ya Tişrînê jê re got, ku divê cihê xwe diyar neke û ji aliyê balafirên keşfê ve neyê dîtin. Şehîd Bêrîtan jî bi berpirsariyeke mezin rabû. Li avahiya em lê bûn pênc kes hebûn û fermandarê ku berxwedan koordîne dikir li gel me bû. Eger Bêrîtan şaşitiyeke biçûk bikira balafirên keşfê dikarîbû cihê wê tespît bikira û ev yek dikarîbû bibûya sedema gelek windahiyan. Lê belê ew li jiyana xwe nefikirî, lê li jiyana fermandaran û şervanên din fikirî û bi vî rengî tevgeriya.

Şehîd Bêrîtan bi lez cih guhert û derbasî qasê sêyemîn ê avahiyê bû. Ji pace û deriyê şaneşînê bi baldarî keşif kir. Dawiya dawî dît ku çete xwe li pişt dareke mezin veşartî ye. Wê kêliyê dengê balafirên keşfê dihat. Ya herî girîng jî ew bû ku bêyî balafirên keşfê bibîne çete bêbandor bike. Min jî kameraya xwe vekir û dest bi qeydê kir. Ez û şervanekî QSD’ê li pişt şehîd Bêrîtan bûn. Çete hîn nedihat dîtin. Hevala Bêrîtan hişyarî da min ku xwe nêzî paceyê nekim; ji ber ku balafirên keşfê liv û tevgereke biçûk jî dikarîbû tespît bikira. Wê demê haya hemû şervanan ji xeteriyê hebû. Şehîd Bêrîtan çend caran fîşek teqand û şer destpê kir. Ji ber ku cihê em lê bûn bilind bû, çete nikarîbû berde me. Hevala Bêrîtan piştî ku çend caran gule berda, li çete hate xistin.

PÊŞENGÎ JI BERXWEDANA QEREQOZAXÊ RE KIR

Min xwe nêzî deriyê şaneşînê kir û cesedê çete kişand. Meseleya esasî ew bû ku hevala Bêrîtan tespît kir û çete di demeke kurt de bê bandor kir. Ev yek dibû bersiv ji pirsa herî zêde ya vî şerî: ‘Li herêmeke ku balafirên keşfê digere şervan çawa dikarin tevbigerin û çalakiyan bikin, gelo ev dibe?’ Bêrîtan bi vê çalakiya xwe ev yek ispat kir.

Piştî ku wezîfeya xwe temam kir, vegeriya û ji min re got ‘Ev yek çalakiya min a destpêkê bû’. Cara yekemîn diket şer, lê belê bi baldarî û berpirsyarî çete bê bandor kir. Wêrekî û dîsîplîna wê ji bo min bû tecrûbeyeke neyê jibîrkirin. Piştî demekê ji eniya Bendava Tişrînê derbasî eniya Qereqozaxê bû. Tecrûbeya ku li Tişrînê bi dest xist, dixwest ji bo pêşengiyê ji berxwedana li Qereqozaxê re bike, bi kar bîne.

Ew bû pêşenga jinên Ereb ên li nava refên YPJ’ê. Ji bo azadiya gelê xwe û têkoşîna azadiyê ya jinan tevlî karwanê nemiran bû. Jibîrkirina zehmetiyên li nava şer ne hêsan e, lê belê aramî, moral, biryardarî û xwînsariya Bêrîtan bandoreke mezin li min kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN TIŞRÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Têkiliya ku beriya 38 salan danî, rêveçûna jiyana wî diyar kir
Nûçeya Pişt re Li Wanê bi hezaran kes li dijî desteserkirina vînê daketin qadan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kadikoyê desteserkirina vînê hat protestokirin

Ji bo protestokirina desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li Kadikoya Stenbolê mitîng hat lidarxistin û banga mezinkirina…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi hezaran kes li Êlihê meşiyan: Bê Serok jiyan nabe!

Li Êlihê bi hezaran kes li dijî desteserkirinê meşiyan. Ciwanên ku bi keviran bersiv dan…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Divê gelê Kurd xwedî li Rojava derbikeve’

Şêniyên Mexmûrê diyar kirin ku dewleta Tirk li aliyekê qala aştiyê dike û li aliyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Xwendekarên Hesekê biryara li ser perwerdehiyê protesto kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li bajarê Kobanê 7`emîn pêşengeha Şêwekariyê hat vekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Hesekê ji bo zimanê Kurdî çalakî hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xwendekarên Kobanê dibistanên xwe girtin: Em dixwazin tenê Kurdî bixwînin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?