Pêncşem, 9 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şaredarê Bornovayê Omer Eşkî hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yuksekbag ê piştî 33 salan hate berdan li Sêrtê bi girseyî hate pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokê CHP’ê yê Enqereyê Erol hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Onderoglû: Li Tirkiyeyê paşeroja rojnamevaniyê di talûkeyê de ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozturk ê ku piştî 32 sal hat berdan: Ji bilî aştiyê em tiştek din naxwazin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Teorisyen Andersson: Tez a jiyana bi hev re ya Ocalan bersiva herî xurt a li krîzên heyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şaredarê berê yê Pirsusê Nahsan Ercan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê PJAK’ê: Têkoşîna Kurdan wê di nava her şert û mercî de dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agiriyê 13 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CASENE: Hinek weşan zirarê didin aştiya civakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunera şer û jiyanê di îradeya wê de veşartî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwar Avdanan: Me çek ji DYE’yê negirt, armanca me parastina civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Mordemê me’
Kurdistan

‘Mordemê me’

Gerîla Mordem bi durustî, rûkenî û nêzîkatiya xwe ya wekhev a li hevrêyên xwe, di tunelên şer de weke 'Mordemê me' hate naskirin. Di wê baweriyê de bû ku fedaîtî ne bi vegotinê, lê bi jiyanê dikare bê temsîlkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Sibat 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Zapê çîroka şervanekî Ereb nivîsî ku ji bajarê Hûmsê rabû ku bajarê ji dîroka Xwedayên Rojê re şahidî kir û berê xwe da welatê Agir û Rojê. Navê çîrokê: Mordem Eylul e.

Abdullah Nebû li bajarê Hûmsê ji dayik bû ku ev bajar îro bi zehmetî tê pênasekirin û bi fermanên deqên reş dinale. Wî jidayikbûna xwe kir çarenûsa azadiyê.

Ne tenê ciwanên Kurd, ti ji ciwanên Rojhilata Navîn li ser xaka xwe azad nebû. Xelkê Ereb ku di gelek serdemên dîrokê de bi hunera xwe ya şer û dewlemendiya xwe ya çandî xwedî hikum bû, dawiya dawî nebûbû yek û nekarîbû bibe xwedî welatekî azad. Xelkê Ereb bi êş, berdêl û şervaniyê ewladên xwe mezin kiribû. Û bûbû cihê jidayikbûnê yê gelek şervanên esîl.

Abdullah jî li cihekî welê, li nava malbateke bi vî rengî, bi mîrateyeke bi vî rengî ya çandî mezin bû, hate mezinkirin. Digot, ‘Beriya ku tevlî nava partiyê bibim hesteke min hebû, ew jî kêmmayî bû, daxwaza kirina karekî bû’. Di temenê ciwantiya xwe de ku nû gav avêtibû, li gel malbata xwe ya ji Sûriyeyê koçî Rojavayê Kurdistanê kir, rastiya gelê Kurd nas kir. Gava ku çavê xwe vekir, bi baldariya zarokekî nû jidayikbûyî jiyan, çand û berxwedana gelê Kurd lêkolîn kir.

Abdullah Nebû di temenê ciwantiyê de ciwanên Kurd ên welatparêz nas kir, bi wan re bû heval û bi bandora hezkirina wan a ji xakê tevlî nava têkoşîna ciwanên Kurd ên welatparêz bû. Abdullah ku digot, ‘Ji ber ku em bi dîrokê nizanin em baş hevdu nas nakin. Lewma em têkoşîna gelên xwe nas nakin’ Tevgera PKK’ê nas kir ku ronahiya doza Kurd a bi rûmet bû.

Piştî ku felsefeya mozaîka gelan a Rêber Apo nas kir, ji bo jinûve destpêkirina jiyanê sond xwar. Ji bajarê Xalid Bîn Welîd bi rê ket ku nîşaneya şervaniyê bû, li bajarê Hasan Alî Akleh mezin bû ku li dijî êşkenceyên rejîma Baasê bedena xwe da ber agir û berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku şervanên herî wêrek ên her demê lê civiyane.

Abdullah di sala 2016’an de tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû, li çiyayên Kurdistanê rastiya wan şervanan nas kir ku ji bo hemû gelan şer dikin. Navê xwe kir Mordem ku bi Kurdî tê wateya ‘mirov’. Ji bo jiyana wekhev, bi rûmet û azad a gelan tevlî nava heîqeta şervanên fedaî bû.

Ji ber ku bi Kurdî nizanîbû, bi rûkeniya xwe, xwe îfade dikir. Di demeke kurt de li gel şert û mercên giran ên şer jî hezkirina hevrêyên xwe û çiya di dilê xwe de çand.

Ked da û di nava şert û mercên giran ên baran, herî, berf û sermayê de erzaq û cebilxane ji hevrêyên xwe re bir û xebitî. Her ku xebitî qîmetê kedê hîn baştir fêhm kir. Her ku ked da, pê hesiya ku xwe ji nû ve ava dike. Mordem ku li gelek qadan gerîlatî kir, herî dawî berê xwe da Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê.

Qada Berxwedanê ya Girê Bahar ji bo Mordem bû ew dever ku ji nû ve ji jiyanê hez bike û jiyanê pênase bike. Mordem Eylul ku digot, ‘Her tim tiştek kêm bû. Em kêm bûn. Jiyan bi xwe jî tine bû, lê belê di nava PKK’ê de min her tişt dît. Her tişt ji nû ve nas kir’ bû cihê gelek destpêkên nû.

Mordem li Herêmên Parastinê yên Medyayê û gelek qadên berxwedanê beşdarî nava tîmên gerîla yên bi tevger bû. Bi nêzîkatiya xwe ya durust û ji dil, bi nêzîkatiya xwe ya wekhev a li hevrêyên xwe yên Kurd, Ereb û Tirk, bi sekna xwe ya jîr û xebatkar di dilê hevrêyên xwe de cih girt. Li tunelên şer, li nava hevrêyên wî weke ‘Mordemê me’ dihate naskirin. Mordem di wê baweriyê de bû ku fedaîtî ne bi vegotinê, lê bi jiyanê dikare bê temsîlkirin. Û bi vê baweriyê berê xwe da çiyê.

Gerîla Mordem Eylul di 2024’an de di havînê de ji nava hevrêyên xwe koç kir û tevlî karwanê şehîdan bû. Wê her tim bê bîranîn; bi gelek bîranîn û nirxên ku ji hevrêyên xwe re hişt wê bê bîranîn.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Mêrsînê 11 kes hatin girtin, ji bo 10 kesan biryara dersînorkirinê hat dayîn
Nûçeya Pişt re Gaziyên şer serdana şîna şehîd Egîd Roj kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hevserokê YRA’yê: Ew nikarin rojnamevanên Kurd rawestînin

Hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) Dilyar Cizîrî diyar kir ku wan tenê li Rojava 27…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Hevrê Sorxwîn û Azadî rêya me rohnî dikin’

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd Sorxwîn û Azadî bibîr anî û got, “Bicihanîna…

Ji aliyê Stêrk TV

Karker ji bo bimeşin Taksîmê, li Saraçhaneyê kom dibin

Li ser banga sendîkayan, karker û kedkar ji bo ber bi Qada Taksîmê ve bimeşin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Şaredarê berê yê Pirsusê Nahsan Ercan koça dawî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Berdevkê PJAK’ê: Têkoşîna Kurdan wê di nava her şert û mercî de dewam bike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Agiriyê 13 kes hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

CASENE: Hinek weşan zirarê didin aştiya civakî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?