Şemî, 24 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayikên Şemiyê ji bo Huseyîn Toraman hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çawişê pispor tundî qebûl kir, lê heyeta dadgehê di asta ‘gumanê’ de ma

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karamus: Ji bo Kurd li NY’ê bên temsîlkirin stratejiyeke neteweyî ya hevpar şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo ku ev pêvajo bibe ya tevahiya civakê, divê rojnamevan jî tevlî bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozofê Sloven Zîzek name ji Rêber Apo re nivîsand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: Em ferzkirina poşmantiyê û taloqkirina azadiyê qebûl nakin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    3’yemîn Desteya Navber a Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUHAY-DER’ê li dijî taloqkirina înfazan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bedlîsê taloqkirina berdanan hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê li gundê Kurdan di bin gefa rûxandinê de ne: Zêdetirî 70 malbat di bin rîskê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê du Kurdên din jî revand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hate îdîakirin ku hêzên YRK’ê baregehek Îranê xiste kontrola xwe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Şehîd Bêrîtan wateya jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerda Mazlûm: Pêvajo birêxistinkirina torên xweparastinê yên jinan ferz dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diherike Dîcle bi hezkirina ax û welat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûşen Yakût: Divê dawî li polîtîkayên bêcezahiştina qetilkirina jinan bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mechthild Exo: Jineolojî divê bibe bingeha me ya pratîkî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bayhan: Desthilatdarî wê van kûmpasan hîn bêhtir weke amûrekê bi kar bîne
Rojane

Bayhan: Desthilatdarî wê van kûmpasan hîn bêhtir weke amûrekê bi kar bîne

Parlamenterê Stenbolê Îskender Bayhan ê ji Partiya Kedê operasyona li hemberî HDK'ê nirxand û destnîşan kir ku têkoşîn wê bersiva herî mezin a li hemberî van operasyonan be.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Sibat 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Di operasyona 18’ê Sibatê de ya li hemberî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) hate meşandin 54 kes hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 30 kes hatin girtin, li 13 kesan cezayê ragirtina li malê hate birîn û 7 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Parlamenterê Stenbolê Îskender Bayhan ê ji Partiya Kedê (EMEP) anî ziman ku ev operasyona ku di encamê de gelek siyasetmedar, hunermend û rojnamevan hatin girtin, operasyonek ji bo çavtirsandina têkoşîna civakî ye û bersiva herî mezin a li hemberî vê yekê jî xurtkirina têkoşîna civakî ye.

Îskender Bayhan diyar kir ku qeyûmên li pey hev têne tayînkirin, hewldana tepisandina têkoşîna sendîkayî ya li Dîlokê û ev operasyona li hemberî HDK’ê wê li pêşiya lawazbûna desthilatdariyê nebin asteng, her wiha wê aciziya li nava civakê jî hîn zêde bike. Îskender Bayhan ragihand ku diyar e rêveberiya yek şexsî wê dema pêş bi operasyonên bi vî rengî hewl bide xwe ji tengaviyê rizgar bike, muxalefeta karker, kedkar û gel bitepisîne û got, “Li aliyê din, desthilatdarî dixwaze peyameke wê yekê bide raya giştî ya Tirkiyeyê ku hîn jî xurt e û desthilatdariya xwe dewam dike. Lê belê ev rewş ne siyaseteke bi wî rengî ye ku karibe lawaziya desthilatdariya yek şexsî asteng bike. Ev yek hem ji aliyê aboriyê ve hem jî ji aliyê siyasî ve acizî û nerazîbûna civakî zêde dike. Li gelek deverên Tirkiyeyê grev, çalakî, têkoşîna maf û nerazîbûn hene.”

‘DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ HÎN MEZIN BIKIN’

Îskender Bayhan anî ziman ku li gorî çavdêriyên wî, operasyonên bi vî rengî wê zêde bibin, bersiva herî mezin a hêzên ked, aştî û demokrasiyê jî mezinkirina têkoşînê ye û got, “Desthilatdariya Erdogan û Tifaqa Cûmhûr polîtîkayeke welê dimeşîne ku weke siyaseta eniya xwe ya hundirîn pênase dike û ragihandina HDK’ê weke rêxistina sûc nîşan dide ku ji tifaq û yekbûneke li hemberî xwe ditirse. Helwesteke welê nîşan dide ku dikare refên hêzên li hemberî xwe belav bike. Helwesta xwe ya têkildarî lihevkirina bajêr jî bi heman rengî ye.

Çarçoveya operasyona dawî vê yekê nîşan dide: Bi Dozgeriya Komarê ya Stenbolê re ku li gorî pêwîstiya xwe kiriye mîna çoyekî, nêta xwe heye ku van operasyonan zêde bike. Tirkiye di dema nêz de bi dozên kûmpasê yên weke doza Gezî, doza Kobanê re rû bi rû ma. Niha jî ev siyaseta kûmpasê tê dewamkirin. Lewma em bi taybetî li ser wê yekê radiwestin ku divê ev operasyon bêne rawestandin.

Ji van heye ku bi vî rengî dikarin têkoşîna muxalefeta demokrasî, aştî û kedê lawaz bikin. Li hemberî vê yekê divê em bi bilindkirina têkoşîna demokrasî, aştî û kedê bersivê bidin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 24’Ê SIBATA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Li Berlînê şeva piştgiriya bi Can TV re
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HPG’ê bi nameyekê sersaxî ji malbata Fedekar Şengalî re xwest

Di merasîma birînanîna Fedekar Şengalî de nameya Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) hate…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

PJAK: Şoreşa Rojava mînaka jiyana bi hev re û aştiyane ya gelan e

PJAK'ê got, "Parastina destketiyên Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê û xurtkirina xwerêveberiya demokratîk berpirsyariyeke dîrokî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dayikên Şemiyê ji bo Huseyîn Toraman hatin ba hev

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Çawişê pispor tundî qebûl kir, lê heyeta dadgehê di asta ‘gumanê’ de ma

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Karamus: Ji bo Kurd li NY’ê bên temsîlkirin stratejiyeke neteweyî ya hevpar şert e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo ku ev pêvajo bibe ya tevahiya civakê, divê rojnamevan jî tevlî bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?