Şemî, 14 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji bo girtiyên nexweş li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nasnameya 240 xwepêşanderên Kurd ên li Îranê hatin qetilkirin, eşkere bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê: Bila kujerên Ridvan Karakoç bên darizandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî û PAJK: Divê em li dijî hêzên komploger di nava çalakiyan de bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Melbourneyê Komploya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiya nexweş Besra Erol hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Komîteya ji Ocalan re Azadî: Bêyî azadiya Rêbertî li Rojhilata Navîn aştî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Raperînê Komploya 15’ê Sibatê bi meşekê şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    11 jinên Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Yekîtiya Neteweyî komploya 15’ê Sibatê û êrîşa li ser Rojava têk bir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan ji bo Akdenîz, Can, Kaya û Aydinlar hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk û PYD’ê çûn Germiyanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclisa Jinan a PYD’ê têkildarî Komploya Navneteweyî civîn li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi ruhê seferberiyê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo Konfederalîzma Jinên Cîhanê gaveke mezin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Em ê bi hêza xwe ya rêxistinbûyî hêzên komploger têk bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî li ber destdirêjiya li jinên enternasyonalîst rabû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ku li Bogotayê civiyan: Em hatin ku hêz ji hev bigirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Armanca me ya bingehîn azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’
Kurdistan

‘Armanca me ya bingehîn azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’

Gerîlayên HPG û YJA Starê destnîşan kirin ku pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanca bingehîn a Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û gelan e û diyar kirin ku ji bo pêkanîna vê jî ew amade ne bi her awayî berdêlan bidin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Sibat 2025 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Yên ku di nava şert û mercên herî giran de bi Rêber Apo re dilsoz in û li dijî komployê berxwedana herî mezin dikin, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ne. Gerîlayên ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li tunelên şer li ber xwe didin, têkildarî berxwedana Îmraliyê ya Rêber Apo ji ANF’ê re axivîn.

Gerîlaya YJA–STAR’ê Besta Sîdarê komploya navneteweyî şermezar kir û got, “Em di serî de vê komploya di şexsê Rêber Apo de li ser tevahî gelan pêk hatî şermezar û lenet dikin. Armanca komploya li dijî Serokatî pêk hatî tunekirina tevgera me û gelê Kurd bû. Lê ji roja ku Rêber Apo dîl ketiye zindana Îmraliyê  heta niha têkoşîn ji her demê behtir xurttir bûye û her diçe xurttir dibe. Komplogeran hêvî dikir ku deam wan Serokatî xistin nava çar diwaran dê bikarin tevgera me tasfiye bikin û gelê Kurd jî tine bikin. Lê bi sekna Serokatî hêviya komplogeran şikest û hêviya gelên cîhanê zêdetir bû. Bêguman li hember vê komploya rûreş sekna tevgera me û gelê me jî yek ji diyardeyên herî bingehîn bû. Lewma li her qada ku bi navê Rêber Apo radibin, li hember komplogeran helwesta xwe raber dikin û li dijî wan radibin. Ji ber vê yekê jî dibe ku Serokatî di nava çar divaran de be lê bi rih, fikir her tim di nava gelan de dijî.”

Çawa ku Rêber Apo bi fikrên xwe ji bo tevahî gelan re bûye feyza têkoşîn û azadiyê, gel jî li hember komployê bi feyza ku ji Rêber Apo digirin têkoşîneke bêeman didin. Girêdayî vê yekê gerîlaya YJA–STAR’ê Besta Agirê nirxandinên xwe di vê derbarê de domandin: “Li hember komployê ne tenê em û gelê Kurd, tevahî gelên cîhanê radibin ser lingan û têkoşîn dikin. Pêngavan didin destpêkirin, meşan pêk tînin, grevên birçîbûnê didomînin û bi çalakiyên cuda cuda helwesta xwe ya beramberî komployê didin nîşandan. Bêşik ev yek hêza Rêber Apo ye, sekna Rêber Apo ye. Serokatî bi sekna xwe hemû dewlet xistine nava tengasiyeke mezin. Her ku dikevin nava tengasiyê mecbûr dibin biçin ber lingê Serokatî.”

Dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanca sereke ya Gerîlayên Azadiya Kurdistan û tevahiya gelan e. Lewra ji ber vê jî gelek ked, bedel tê dayîn. Çawa ku Rêber Apo di zindana Îmraliyê de berxwedaniyeke bêhempa raber dike, şervanên azadiyê û gel jî bi vê biryardariyê tevdigerin û heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger nebe wê sekin ji kesekê re tune be. Wê têkoşîn ji îro zêdetir xurttir bibe û bigihêje serkeftinê. Li ser van bingehan gerîlaya YJA–STAR’ê Besta Sîdarê axaftina xwe domand û îdîaya xwe anî ser ziman: “Heta ku Rêber Apo ji zindana Îmraliyê dernekeve û azadiya wê ya fîzîkî pêk neyê, em ê ti caran ji têkoşîna xwe tawîz nedin.  Heta dawiyê em ê têkoşîneke pir mezin bimeşînin ku Rêber Apo wek fîzîkî jî di nava me de be. Dibe ku di van deman de bi Serokatî re hevdîtin çêdibin, lê ev nayê wê wateyê ku Serokatî ne di bin tecrîdê de ye û tecrîd rabûye. Ji bo vê jî heta ku ev rewş bidome em ê jî ti caran dev ji têkoşîna xwe bernedin. Heta ku ev dijminê dagirker bi ser me de were û êrîşên hovanê bidomîne, wê têkoşîna me jî ewqas bi dijwarî bimeşe. Nîşanayê têkoşîna me di biryardariya di sekna gelê me de, di têkoşîna hevalên me de û fedaiyîtiya Asya û Rojgeran de şênber e.”

‘HETA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO PÊK NEYÊ WÊ TÊKOŞÎN JÎ TI CARÎ NESEKINE’

Gerîlayê HPG’ê Ferhat Egîd jî derheqe komploya navnetewî de nirxandinên xwe wiha anî ziman: “Em di serî de komploya li ser Serokatî şermezar û lenet dikin. Serokî di vê komploya berdewam de berxwedaniyeke dîrokî dide meşandin. Û di kesayetiya xwe de bi sekna xwe ev komplo vala derxistiye. Xwestin bi vê komployê di şexsê Rêber Apo de gelê Kurd, gelê ku ji bo azadiyê têkoşîn dike qir bikin. Serokatî bi salan e ji bo gelan têdikoşe û di zindana Îmraliyê de ji tevahiya gelan re bûye çavkaniya bawerî, ezim û îradeyê. Ji bo layiqbûna vê seknê û şikandina tecrîde, gelê Kurd  û gelên herêmê têkoşîneke pir mezin dimeşînin. Em jî wek şervanên Rêber Apo, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dixwazin layiqê Rêber Apo bibin, tecrîdê bişkînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin. Amanca me ya herî mezin jî ev e.”

‘ARMANCA SEREKE YA GERÎLA DABÎNKIRINA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO YE’

Gerîlayê HPG’ê Bawer Hebeş jî sekin û berxwedana Îmraliyê silav kir û da diyarkirin ku armanca gerîla ya yekemîn fîzîkî azadkirina Rêber Apo ye û gerîla heta bigihêjin vê armancê wê her roj bi dijwarî tekoşîna xwe mezintirîn bikin.

“26. salvegera komploya navnetewî ku di şexsê Rêber Apo de hat pêkanîn em lenet dikin. Em wek Gerîlayên Azadiya Kurdistanê silav û hûrmetên xwe ji Rêber Apo re dişînin. Ev komploya navnetewî ku 1999’an de pêk hat ne tenê li ser şexsê Rêber Apo hat kirin. Ji ber ku Rêber Apo miletên bindest, gelên bindest, gelên Rojhilata Navîn, gelên herêmê û gelên ku li pey heqîqeta xwe bûn temsîl dikir, hedef hat girtin. Sîstema kapîtalîzma modern dixwest hegemonyaya xwe li ser cîhanê û li ser Rojhilata Navîn serwer bike û ji bo pêkanîna vê armanca xwe Rêber Apo û Tevgera Azadiyê hedef girt. Çinku wek tekane astengiya li pêşberî vê hedefa xwe Rêber Apo didît.

Gerîla Bawer di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser polîtîkayên qirkirinê yên li ser li gelê Kurd tên meşandin û got ev polîtîka xwedan dîrokeke sed salan e û bi derketina Rêber Apo re pêşiya vê qirkirinê hatiye girtin. Gerîla Bawer di dawiya axaftina xwe de, ji tunelên şer heta Îmraliyê silavên xwe ji Rêber Apo re pêşkeş kirin û bang li gelê Kurdistanî kir ku têkoşîna ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo didin hîn bilindtir û xurttir bikin.

“Ji 15’ê Sibata 1925’an û vir ve dewleta Tirk a dagirker, li ser Gelê Kurd êrîşên qirqirinê dide meşandin. Hem qirkirina fîzîkî hem jî polîtîkayên asîmîlasyonê bi rêbazên cur be cur li ser gelê Kurd hatine meşandin. Bi derketina Rêber Apo re pêşiya vê qirkirinê hat girtin. Êdî Rêber Apo bû Rêberê hemû mirovatiyê, hemû gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî jî yê gelê Kurd.

Em wek şervanên Rêber Apo heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin ew ê tekoşîna me her roj xurttir bibe, her roj pêşdetir biçe. Helbet ev wek erkeke bingehîn li ser milê gerîlayan e, lê divê gelê Kurdistanê yê li her çar parçeyan, gelên li Ewropa û li Rojhilata Navîn, yên ku bi rastî jî hêviya xwe û  serkeftina xwe di paradîgmaya Rêber Apo de dibînin divê ji bo azadiya Rêber Apo di nav hewldan û tekoşînê de bin. Pêwîst e ji bo azadiya Rêber Apo tekoşîneke hîn xurttir were meşandin. Yekemîn armanca me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Em ji tunelên şer heta Îmraliyê silav û hûrmetên xwe ji Rêber Apo re pêşkeş dikin.”

Gerîlayê ji neteweya Ereb Hemze Erep jî derbarê salvegera komploya navnetewî de axivî û wiha nirxand; “Îro 26. salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêber Apo ye. Ev 26 sal in Rêber Apo berxwedaniyeke mezin dide. Em li ser vê esasê komploya navnetewî lenet dikin. Bi riya vê komploya li ser Rêber Apo ku înkara gelê Kurd û Kurdistanê tevahî tê kirin, xwestin me tine bikin. Li ser vê bingehê berxwedana ku li Îmraliyê  tê meşandin heta roja me ya îro jî bi awayekî gelek xurt didome. Rêber Apo ne mirovekî jirêzê ye. Lewra ev sekin ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahî civakan e. Hêzên hegemon yên ku li ser van xakan desthilatdar in naxwazin li Rojhilata Navîn û bi taybet li Kurdistanê şoreş çêbibe. Ji ber wê komplo heta roja me ya îro hatiye.”

Gerîla Hemze di berdewamiya axaftina xwe de da diyarkirin ku ew wekî gerîlayekî Erep wê heta dilopa xwîna xwe ya dawî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di nava tekoşînê de be û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Ez ê jî wek hevalekî Ereb ê di nava refên PKK’ê de heta dilopa xwîna xwe ya dawî ji bo ku Rêber Apo  bi awayekî fîzîkî ji tecrîdê rizgar bibe berxwedaniya xwe  ya şoreşgerî bidomînim. Tecrîd li ser Rojhilata Navîn e, ne tenê li ser gelê Kurd e. Îro Rêber Apo rêberê tevahî gelan e. Rêberê mirovahiyê û azadiyê ye. Ji zarokekî bigire heta extiyarekî, tevahî gelên me ji bo Rêber Apo li ber xwe didin. Wê têkoşîna me heta azadiya Rêber Apo dewam bike. Ev sal sala 2025’an sala azadiya Rêber Apo ye. Em hêvî dikin ku tevahiya gelan ji bo ku tecrîdê li ser Rêbertî rakin têkoşîneke mezin bidin. Em dibêjin ku wê têkoşîna me dewam bike û li ser vê esasê em dibêjin  ‘Bê Serok Jiyan Nabe, Bê Serok Jiyan Nabe!’”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 26’Ê SIBATA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Milîtanên hevaltiya rast
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Endamên DEM Partiyê yên ku belavok belav dikirin hatin binçavkirin

Li Kadikoya Stenbolê di nav de namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yê Kadikoyê jî hebûn…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê Şervanê QSD’ê Bêkes Qamişlo hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Bêkes Qamişlo yê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû,…

Ji aliyê Stêrk TV

Cezayê hucreyê li 40 girtiyan hate birîn

Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê li gelek girtiyan 11 roj cezayê hucreyê hatiye birîn.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Komîteya ji Ocalan re Azadî: Bêyî azadiya Rêbertî li Rojhilata Navîn aştî nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xelkê Raperînê Komploya 15’ê Sibatê bi meşekê şermezar kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

11 jinên Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJK: Em têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi ruhê seferberiyê mezin bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?