Pêncşem, 19 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    KOMAW: Divê şer werin sekinandin, pirsgirêk bi rêyên demokratîk werin çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Doza ku Dozger got ‘Şîdet heye, lê êşkence tune ye’ birin Dadgeha Destûra Bingehîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hevserokên DEM Partiyê peyama Cejna Remezanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê bang kir ku Cejna Remezanê bibe wesîleya aştî, edalet û azadiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Duşunmez: Bicihanîna ‘mafê hêviyê’ wê baweriya bi pêvajoyê zêde bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rêber Apo yekane hêz e ku dikare pêşî li şerê navbera gelan bigire’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayên YRK’ê li çiyayên Kurdistanê Newroz pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi îmzeya zêdeyî 200 kesayetan projeya yekîtiya neteweyî hate destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gund amade ne ku agirê Newrozê vêxin: Tu caran nekarîn wî ruh û agirî vemirînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayan li Qendîlê agirê destpêkê yê Newrozê dadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Emînê Erbanî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Werin em di Newrozê de li dora heman agirî bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ferîde Eralp: Azadiya jinan bi destwerdanên derve nayê bidestxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em bi rola xwe rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > HBDH: Em ê ji bîr nekin, hesab ji komkujeran bipirsin
Rojane

HBDH: Em ê ji bîr nekin, hesab ji komkujeran bipirsin

Komîteya Rêveber a HBDH'ê bi wesîleya salvegera komkujiyên Helebce, Beyazit û Gaziyê daxuyanî da û diyar kir ku wê van komkujiyan ji bîr nekin û hesab ji komkujeran bipirsin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Adar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di destpêka daxuyaniya Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) de hate gotin, “Em îro ji komkujiyên giran ên rûpelên tarî yên dîroka mirovahiyê careke din bi bîr tînin. Helebce, Beyazit, Gazî û komkujiyên Lazkiye-Tartûs ku îro hîn jî diqewime. Ev nav nîşaneya êşê, zilm û berxwedanê ye. Her yek ji wan delîlekî ji sûcên li dijî mirovahiyê ne.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku komkujiya 16’ê Adara 1987’an a li Helebceyê, yek ji sûcên herî mezin ên rejîma Saddam Huseyîn û Baasê ya li dijî gelê Kurd e û hate gotin, “Bi çekên kîmyewî bi hezaran mirovên sivîl hatin qetilkirin. Zarok, jin, extiyar… Bêyî cudahî bê kirin mirovahî tine hate hesibandin. Rêveberiya Saddam ku xwest bi gelek çekan daxwazên azadî û wekheviyê yên gelê Kurd bitepisîne, bi vê komkujiyê re cihê xwe di nava rûpelên cihê şermê yê dîroka mirovahiyê de girt. Lê belê ne bombeyên kîmyewî yên Saddam ne jî tank û topên wî nekarîn têkoşîna wekhevî û azadiyê ya gelê Kurd lawaz bike.

Daxwaza tinekirina gelê Kurd ku dîktatoriya Saddam dixwest, niha heman daxwaza dewleta Tirk a faşîst e. Li ku derê destketiyekî gelê Kurd hebe êrîşî wê derê dike û dixwaze tine bike. Li gel biryara agirbestê ya PKK’ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bajarên Başûrê Kurdistanê bi bombeyên kîmyewî û teknîka şer a herî pêşketî êrîş têne kirin, komkujî têne kirin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê kîjan çekê bi kar bînin bila bi kar bînin wê nikaribin bi komkujiyan gelê Kurd û têkoşîna azadî, wekhkevî û rizgariyê ya gelên bindest tine bike.

Di dewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku 16’ê Adara 1978’an li Kampusa Beyazit a Zanîngeha Stenbolê di êrîşa bombeyî ya kontrgerîla û faşîstên sivîl de 7 xwendekar hatin qetilkirin, bi dehan birîndar bûn û hate gotin, “Ev komkujî parçeyek ji şerê faşızmê yê li dijî ciwanan, li dijî têkoşîna şoreşger a ciwanan bû. Di şexsê ciwanên hatin qetilkirin de xwestin enerjiya şoreşê ya tevgera ciwanan bitepisînin.

Lê belê Beyazit di heman demê de nîşaneya berxwedana li dijî faşîzmê ye. Eger em îro têkoşîna Beyazitê mezin dikin ev yek ji bo serxistina têkoşîna şoreşê ya yekbûyî ye.”

HBDH’ê diyar kir ku di 12’ê Adara 1995’an de li Taxa Gazî ya Stenbolê êrîşên li dijî Elewiyan rûyê qirêj ê dewletê û çeteyên faşîst careke din nîşan da û got, “Gazî nîşaneya hêrs û xweparastina gel e.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, îro li Sûriyeyê li bajarên peravê Lazqiye û tartûsê li dijî Elewiyên Ereb komkujî tê kirin û hate destnîşan kirin ku Elewiyên Ereb îro bi paqijiya etnîkî re rû bi rû ne.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Doh Helebce, Beyazit, Gazî û îro Lazqiye-Tartûs… Ev komkujî deqeke reş a dîroka mirovahiyê ye. Lê belê em ji bîr nekin ku her komkujî destpêka berxwedanekê ye. Gelê Kurd, ciwanên şoreşger, Elewiyan… hemûyan li dijî zilmê têkoşîneke bi rûmet meşandin û hîn jî dimeşînin.

Îro bi bîranîna van komkujiyan re em ne tenê êşê bi bîr tînin. Her wiha em dersê ji rabirdûyê werdigirin û ji bo avakirina paşerojê têdikoşin. Li dijî faşîzm, pavşerûtî, emperyalîzm û her cûre zilmê em li ber xwe didin.

Em ê bi mezinkirina têkoşîna xwe ya şoreşê ya yekbûyî pêşî li komkujiyên nû bigirin; em ê di têkoşîna xwe de xwedî li bîranîna cangoriyan derkevin û hesabê her komkujiyê bipirsin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Tulay Hatîmogûllari: Ji bo rawestandina komkujiyên li dijî Elewiyan, Kurd gelekî hewl didin
Nûçeya Pişt re Li Merîwanê êrîşê welatiyên sivîl kirin: 3 kes birîndar bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

PYD û Şandeya NY’ê li Şamê hat ba hev: Diyaloga siyasî divê bidome

Şandeya PYD’ê û nûnerên NY’ê li Şamê li hev civiyan. Di hevdîtinê de banga diyaloga…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk zarokek birîndar kir û kesek revand

Dewleta Tirk a dagirker, li Idlibê gule reşand kampekê û zarokek birîndar kir. Her wiha…

Ji aliyê Stêrk TV

Emerîka hejmartina têkildarê birçîbûnê rawestand, pisporan nerazîbûn nîşan dan

Hikûmeta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ragihand ku ew rapora hejmartina bêewlehiya xwarinê li welêt…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlayên YRK’ê li çiyayên Kurdistanê Newroz pîroz kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

KOMAW: Divê şer werin sekinandin, pirsgirêk bi rêyên demokratîk werin çareserkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Kampanya îmzeyan a Kongra Star a ji bo girtiyan bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?