Çarşem, 15 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Mereşê êrîşî dibistanê hate kirin: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alîkara Hevserokên Giştî yên ESP’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nexweşê penceşêrê ji ber rapora Saziya Tiba Edlî nayê berdan!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Biryara girtina GOÇÎZDER’ê ‘li gorî hiqûqê’ hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Yên li ber guherîna demokratîk rabin wê winda bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Pêşmergeya Komala Xezal Moleyî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li dijî sirgûna duyemîn li ber xwe dide: Em av û xaka xwe biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Dêrsimê jinan çalaki ji bo Gulîstan Doku li dar xist: Bila Tuncay Sonel bê darizandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jinên Rojava banga lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd kirin
Jin

Jinên Rojava banga lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd kirin

Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd li Rojava bi eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû. Di encamnameyê de banga lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê hat kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Adar 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd li Rojava bi dirûşma “Bi Pêşengiya Jinên Kurd Yekitiya Neteweyî ya Kurd Misoger Dibe” bi beşdariya 300 jinan li hola bexçeyê Azadî ya li bajarê Qamişlo hat lidarxistin. Konferans bi eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû.

Encamname bi zimanê Kurdî û Erebî ji aliyê endama Komîteya Amadekar û Berdevka Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Starê Rihan Temo û çalakvana siyasî û endama KNK’ê Ebîr Hesaf ve hate xwendin.

 

Encamname wiha ye:

“Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd a Rojavayê Kurdistanê, di bin dirûşmeya “Bi Pêşengiya Jinên Kurd Yekîtiya Netewî ya Kurd Misoger Dibe” de, îro bi amadebûna 300 jinên ji hemû herêmên Rojava û Sûriyê, nûnerên partiyên siyasî yên Kurd, meclîsên jin, saziyên Rêveberiya Xweser, rêxistinên civaka sivîl ên jin û hejmarek kesayetên siyasî, civakî û rewşenbîr hat lidarxistin.
Konferansa me, herî zêde li ser zehmetiyên ku jinên Kurd di qada siyasî de rastê tên, bi taybetî neyîniyên sîstema dewleta netewe ya bi hişmendiya zilam û hegemonya baviksalar rawestiya. Her wisa bal kişand ser rewş û girîngiya rola jin ku pêwîst e bi awayekî çalak beşdarî xebatên avakirina civaka demokratîk bibe, ji bo azadî, wekhevî û edalet li herêmên me pêk were.

Konferansa me wek mijareke esasî, li ser destûra nû ya vê dawiyê ji aliyê hikûmeta demkî ya Şamê ve hatî îlankirin, rawestiya. Di vê der barê de helwesta jin zelal e ku di vê destûrê de mafên jin bi tevahî hatine redkirin, heta rê vedike ku jin bêhtir bi qanûnên şerîetê were berbendkirin. Li hember vê xeteriyê konferansa me eşkere kir ku ji bo li Sûriyê giştî pêvajoyeke aştî, aramî û ewlekariyê pêş bikeve, jinên Kurd amade ne mil bi milê hemû jinên Sûriyê beşdarî xebatên avakirina Sûriya demokratîk û nenavendî bibin. Heman demê beşdarên konferansê li ser fedakariyên mezin ên gel û jinên Kurd li hemberî şer, êrîş û dagirkeriyên ji aliyê tevgera terorê DAIŞ`ê, dewleta Tirk û rejîma Baas`ê ve li ser herêmên me hatibûn sepandin jî rawestiyan û bi girîngî îfade kirin ku gelê me ji bo parastina ax, rûmet û nasnameya xwe ked û berdêlên giran dane, destkeftiyên mezin qezenç kirine. Ji bo parastina van destkeftiyan divê jin bêhtir giraniya xwe bidin xebatên parastin, ewlekarî û aramiya herêmê. Cardin Konferansê bal kişand ser rola pêşeng a jina Kurd di serkeftina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, hêza jin a di pêşketina sîstema demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de.

Li ser vê bingehê beşdaran diyar kirin ku hêza birêxistinkirî ya jin a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo di tevahî Sûriyê de sîstemek demokratîk, ekolojîk û azadiya jin pêk were, pêwîst e di nav hemû qad û xebatên siyasî, civakî, aborî, perwerde, parastin û hwd. yên avakirinê de cih bigire, rêxistinên xwe yên xweser bi pêş bixe, yekitî û hevgirtina jinan xurttir bike. Çawa ku jinan bi ked, hewldan û îradeya xwe ya azad welê kirin ku di Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser de mafên jin bên parastin û garantîkirin, di hemû qadên jiyanê, avakirinê û rêvebirinê de roleke pêşeng bilîzin, ev ji bo Sûriya nû jî modela çareseriyê ya herî guncav e.            

Konferansa me, prensîbên ku jinên Rojava di vê pêvajoya dîrokî ya jinûve avabûna Sûriyê de li ser kar bikin jî bi girîngî rawestiyan û biryarên pêwîst girtin. Weke encam biryarên 1. Konferansa me ya Jinên Kurd a li Rojavayê Kurdistanê ev in;

1-Konferans bangewazî li tevahî hêz, rêxistin, partî û kesayetên siyasî yên Kurd dike ku di vê pêvajoya girîng a em nêzî azadiyê bûne de bilez Kongreya Netewî ya Kurdistanê ku hêvî û daxwaza hemû civak û jinên Kurd e, lidar bixin. 

2-Konferans bang li rêxistinên jin ên her çar beşên Kurdistanê dike ku 3. Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê lidar bixin. Ji bo lidarxistina vê Kongreyê, wana vedixwîne Rojavayê Kurdistanê. 

3-Yekrêziya nêrîna siyasî ya Kurdan ji bo çarenûsa gelê Kurd li Sûriyê ku xwediyê girîngiyek mezin û dîrokî ye, Konferansa me ji bo lidarxistina Kongreya Netewî ya tevahî hêzên Kurd li Sûriyê beşdar bibin, jinên Kurd jî bi rola xwe ya pêşeng û çalak tê de cih bigirin, bang li tevahî hêzên siyasî yên Kurd ên pêwendîdar dike.

4-Konferansa me, destûra demkî ya Şamê red dike û hikûmeta demkî ya Şamê vedixwîne ku li gorî Biryara Navnetewî 2254’ê ku daxwazeke giştî ya civakê û jinan e, tevbigere.

5- Avakirina Sûriyeke Demokratîk, nenavendî û pirrengî hem armanca sereke ya hemû pêkhateyên Sûriyê ye, hem jî garantîkirina mafên jinê ye. Konferans tekez dike ku projeya Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina tevahî pirsgirêk û aloziyên Sûriyê modela herî guncav e.

6-Konferans tekez dike ku beşdarbûna jinan di hemû pêvajoyên diyalogê yên Sûriyê de, ji bo avakirina Sûriya Demokratîk divê ne kêmî ji %50 be.

7-Konferans tekez dike ku bendên ji bo mafên jin di hevpeymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatine bicihkirin, ji bo destûra nû ya Sûriyê jî esas bên girtin.

8-Xebata hevbeş bi hemû jinên ji pêkhateyên Sûriyê re û pêşxistina îtifaqên demokratîk ji bo parastina mafên jin û garantîkirina wê di destûra nû ya Sûriyê de.

9-Konferans tekez dike ku xwe parastina rewa ji bo hemû jinan hem erk e, hem jî mafekî rewa ye.

10-Hemû jinên Kurd bi rêya rêxistinên xwe di têkoşîna li hemberî hemû cureyên şîdetê û qirkirina jinan li Sûriyê de rolek pêşeng bilîzin, piştgirî û alîkariya pêwîst bidin û ezmûnên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi jinên hemû herêmên Sûriyê re parve bikin.

11-Konferans tekez dike ku pêwîst e di hemû qadên siyasî, aborî, rêvebertiyê û hwd. de perwerdekirin û pêşxistina jinan berdewam bike.

12-Konferans tekez dike ku ji bo hemû penaberên Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Şehba û herêmên din, bi ewlehî û bi xwestek vegerin warên xwe, divê hewldan û xebatên pêwîst bên meşandin. Her wisa hemû kesên ji ber dagirkerî û binpêkirina mafan mexdûr bûne, divê bi edalet bên tazmînkirin.
Van biryarên Konferansa me, ji bo bilindkirina asta têkoşîna jinan û xurtkirina rola jin di hemû qadan de, ji bo yekkirina kar û xebatên jin, ji bo pêkanîn û çêkirina nêrîneke siyasî ya hevbeş a hemû Kurdên Sûriyê, ji bo bicihkirina demokrasî û edaleta civakî dibin nexşerêyek.

Em weke hêza jin a konferansê tekez dikin ku em ê van xebatên xwe, heya asta yekîtiya netewî ya gelê Kurd li Rojava û giştî Kurdistanê pêk were, hevgirtina jin di hundirê Kurdistanê û derveyî welat de xurt bibe, berdewam bikin. Ji bo hemû kar û xebatên li ser bingeha avakirina Sûriyeke demokratîk, nenavendî, misogerkirina mafên jin û hemû pêkhateyan em ê piştgiriya pêwîst raber bikin. Bi vê bi vê biryardarî û baweriyê em silavên xwe ji bo hemû jinên têkoşer, kedkar ên Rojava, Kurdistan û Cîhanê dişînin. Em tekez dikin ku birêxistinbûn û yekîtiya jinan ji bo pêkanîna azadî û demokrasiyê rêbaza sereke ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Konferansa Jinan bi nîqaş û xwendina encamnameyê bidawî bû
Nûçeya Pişt re Bi deh hezaran kes bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” meşiyan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Sûriyeyê ‘Meclîsa Siyasî ya Navîn û Rojavayê Sûriyeyê’ hate ragihandin

Meclîsa Siyasî ya Navîn û Rojavayê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê damezrandina xwe ragihand. Meclîsê diyar kir…

Ji aliyê Stêrk TV

2 şervanên QSD’ê li Minbicê şehîd bûn

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê ragihand ku şervanên QSD’ê Ciwan Qasimiyê û Dozvan Kobanê di 25’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îzmîrê greva karkeran bi dawî bû

Greva karkerên Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê piştî ku ferqa enflasyonê ya ji sedî 19'an…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Qamişloyê merasîma ji bo şehîdan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Di lêpirsîna Gulistan Dokû de geşedana nû: ‘Di dema bûyerê de di wesayîtê de bû’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Sûriyeyê serdema nû û zehmetiyên wê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Dêrsimê jinan çalaki ji bo Gulîstan Doku li dar xist: Bila Tuncay Sonel bê darizandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?