Yekşem, 1 Hezîran 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Saît Zengîn pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Paketa dadgeriyê ya 10’emîn pêşkêşî Meclîsê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hamît Geylanî li Navenda Giştî ya DEM Partiyê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ESP Amed: Bila girtîgehên bi tîpa bîrê bêne girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Erdogan destûra bingehîn a nû wê bi rengê ‘hevpeymana civakî’ be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê GULANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gelê Mexmûrê li dijî dorpêç û binçavkirinan meşeke girseyî li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan bi merasîmeke girseyî hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Tirk êrîş dike, gerîla xwe diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Pêvajo bi gavên beramberî hev dikare bimeşe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê du kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Hamût Geylanî peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Jin dê vê pergalê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamenterên Jin ên Kurd biryarên ‘yekîtiya jinan’ û ‘avakirina torên rêxistinê’ girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Werîşe Mûradî nebaş e: Tedawiya wê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bi komxebatan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mirov bi vîna xwe dikare ji her astengiyê bibihure

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna aştiyê de pêşengiya jinê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo Festîvala Ciwanan a Şehîd Hasan Kiziler banga tevlîbûnê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Fîman a Jinan a Nûjiyan di roja xwe ya 3’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stranên li ber windabûnê berhev kir: Em hişê çandî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê Rojên Çandên Kurdî ya 2025’an destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wênesaz Hezer: Divê hunermend di pêvajoya nû de cih bigirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Almanyayê pêşbirka çîrokan a ji bo bîranîna Fevzî Ozmen

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ayşegul Dogan: Êdî rêya Îmraliyê vekin
Rojane

Ayşegul Dogan: Êdî rêya Îmraliyê vekin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku divê demildest bi Rêber Apo re hevdîtinê pêk were û got, “Êdî rêya Îmraliyê vekin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Adar 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî civîna Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ku hêj didome û geşedanên di rojevê de li navenda giştî ya partiyê daxuyaniyê da.

Ayşegul Dogan bal kişand ser çalakiyên li Stenbolê hatin destpêkirin û got, “Ji ber vê yekê em li kolan û qadan in. Ji ber gelek sedeman em nerazîbûna xwe dikin yek. Em daxwazên xwe yên wekhevî, azadî û edaletê bilind dikin.”

Ayşegul Dogan got, “Civîna me ya Lijneya Rêveberiya Navendî bi nirxandina pîrozbahiya Newrozê dest pê kir. Yek ji mijarên me yên sereke jî ev bû. Pîrozbahiya Newrozê ya ku me di 11’ê Adarê de dabû destpêkirin, wê sibe li hinek cihan bidome. Em dikarin bibêjin ku ji duh ve temam bûye. Hefteya Newrozê bi pîrozbahiyê bi heybet doh bi dawî bû.”

YÊN DIBÊJIN, ‘KURD ÇI DIXWAZIN?’ BILA LI NEWROZÊ BINÊRIN

Ayşegul Dogan banga dîrokî ya 27’ê Sibatê ya Rêber Apo bi bîr xist û destnîşan kir ku ev bang deriyekî nû vekir û anî ziman ku pîrozbahiyên Newrozê firsenda dîrokî xurtir kir û wiha domand: “Bi milyonan kes bi heybet  xwedî li aştî û civaka demokratîk derketin û gotin ‘Em li vir in, em amade ne’. Yên dibêjin, ‘Kurd çi dixwazin?’ Bila li qadên Newrozê binêrin. Bila li qadên Newrozê yên ku ji 11’ê Adarê û vir ve bi hezaran, bi sed hezaran, bi milyonan li hev kom bûne û bi hev re govend gerandin binêrin. Ji kerema xwe bila li wan pîrozbahiyan binêrin. Yên ku pirsa ‘Di pirsgirêka Kurd de muxatab kî ye?’ dikin, bila ew jî li qadên Newrozê binêrin.”

DIVÊ DAXWAZA DEMOKRASIYÊ BÊ DÎTIN

Ayşegul Dogan diyar kir ku ji qadên Newrozê heta Saraçhaneyê enerjî û potansiyela Tirkiyeyê hatin ba hev û wiha pêde çû: “Daxwaza hevpar a azadî, demokrasî û wekheviyê ji qadên Newrozê heta Saraçhaneyê bilind bû. Divê ev daxwaz baş bê bihîstin û neyê paşguhkirin. Divê bi komplo, lîstik û sabotajê vala neyê derxistin. Yên ku dixwazin vala derxin, wê li ber vîna gel têk biçin.”

HELWESTA ME ZELAL E, ALIYÊ ME DIYAR E

Di berdewamiya axaftina xwe de Ayşegul Dogan wiha got: “Divê ti kes li ser hilbijêrên DEM Partiyê û DEM Partiyê dijminatî û dijberiyê neke. Di vê mijarê de em bi awayekî zelal û jidil wan hişyar dikin. Divê ti kes DEM Partiyê, hilbijêrên DEM Partiyê, gelê Kurd û yên ku bi gelê Kurd re têdikoşin nekin dijminê xwe. Berê me ev yek îspat kiriye û niha ne hewceye ku em carek din îspat bikin. Em alîgirê azadiyê, hiqûq û wekheviyê ne. Em ji bo her kesî Tirkiyeke demokratîk dixwazin.

LI SER NEWROZÊ ZIMANDIRÊJIYÊ NEKIN!

Haya me ji her tiştî heye û em dibînin. Weke partiyeke heta îro bedelên herî giran daye, em bêedaletî, newekhevî, neheqî û nebûna demokrasiyê çi ye ji her kesî bûhtir dizanin. Yên ku qadên Newrozê tijî dikin, herî baş dizanin. Ew qad wisa bi hêsanî nehat dagirtin. Ew govend wisa bi hêsanî nehat gerandin. Ger ev coş, ev vîn nebûya wê li Tirkiyeyê behsa wekhevî, demokrasî, azadî, maf, hiqûq û edaletê nehata kirin. Ev yek bi têkoşîna hevpar û vîna gel derket holê. Ji ber vê yekê yên ku zimandirêjiyê li govenda Newrozê dikin bila careke din bifikirin û li qadan binêrin.

LIHEVKIRINA BAJARAN KRÎMÎNALÎZE NEKIN

Wek keseke ku gelek caran li ser ‘lihevhatina bajar’ daxuyanî daye, ez dixwazim çend tiştan bi bîr bixim. Di pêvajoya hilbijartina 31’ê Adarê de me ragihandibû ku stratejiya me ya nû dê li şûna bide windakirin-bi ser bikeve, li ser serketinê bû. Min gotibû ku stratejiya me li ser serketinê ye û bi lihevkirina bajaran em ê bi ser bikevin. Me li vir ev biryara Desteya Rêveberiya Navendî gihandibû. Û me li vir gelek caran diyarkiribû ku ‘lihevkirina bajar’ lihevkirina herî berfireh e û ev tê wateya dengê bajêr li her derê bidin bihîstin. Bi gotineke din wê demokrasiya xwecihî ava bike. Bila êdî kes lihevkirina bajar a ku tê wateya demokrasiya xwecihî krîmînalîze neke.

Lihevhatina bajar stratejiyeke rewa ye û demokrasiya xwecihî îfade dike. Ji bo demokrasiya xwecihî gaveke xurt û bi biryar e. Yên ku ji lihevkirina bajaran ditirsin wê çawa demokrasiya Tirkiyeyê misoger bikin?”

JI AMEDÊ WÊ BIMEŞIN AMARAYÊ

Ayşegul Dogan bal kişand ser meşa Meclisa Ciwanên DEM Partiyê a dirûşma “Em bi civaka demokratîk ber bi azadiyê ve dimeşin” di navbera 1-4’ê Nîsanê ji Amedê bimeşin Amarayê ev tişt got:

“Em weke DEM Partiyê ciwanên ku ji bo hêz bidin Banga Aştî û Civaka Demokratîk ku muxatabê wê 85 mîlyon e, silav dikin. Rêya we û rêya me vekirî be. Em dizanin ku heta ku em bi hev re û bi pêşengiya jin û ciwanan têkoşîna demokrasî, azadî, wekhevî, aştî û vîna gel bimeşînin em ê bi ser bikevin.”

DIBE KU PIŞTÎ CEJNÊ HEVDÎTINA ÎMRALIYÊ PÊK WERE

Ayşegul Dogan li ser pirsa gelo wê biçin Îmraliyê yan na wiha axivî:

“Hêviya me ew e ku em vê mijarê li paş bihêlin. Me gotibû pêwîste şert û mercên ku dengê Birêz Ocalan were bihîstin, gotina wî bigihêje her derê, karibe geşedanan bişopîne, nêrînên xwe bîne ziman û pêwendî pêre bê danîn bên misogerkirin. Peyama Newrozê gelekî zela bû. Bi sed hezaran kes  daxwaza azadiya birêz Ocalan kirin. Ev bang di heman demê de hesreta civakê ya aştî û demokrasiyê ye. vekirina vê rêyê pêkan e. Me dizanîbê xwedîderketineke wisa xurt heye. Me dizanîbû birêz Ocaşan navnîşana çareseriyê ye. Ji ber vê yekê me got tecrîdê rakin. Me gotibû her deqeya ku tecrîd dirêj dibe bandorê li ser jiyana me hemûyan dike. Êdî rêya Îmraliyê vekin. Rojnamevan, partiyên siyasî û saziyên demokratîk ên ku dixwazin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin hene. Jin, ciwan, malbat û parêzer dixwazin hevdîtinê bikin. Divê her kes karibe hevdîtinê bikin. Bendewariya me ew e ku divê demildest birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.  Dibe ku piştî cejnê şandeya Îmraliyê hevdîtinê pêk bîne. Divê êdî ev rê bên vekirin.”

Ayşegul Dogan der barê bernameya cejnê de jî got, “Serdanên me cejnê wê bidomin. Me bi AKP û MHP’ê re hevdîtin kir. Daxwaza MHP’ê jî ji bo cejnê heye. Wê di cejnê de serdana desthilatê bê kirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dewleta Tirk li Hesekê welatiyek qetil kir
Nûçeya Pişt re Konseya Ewropayê bertek nîşanî girtina Îmamoglû da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Alagaş: Em ê her bêûsiliya qeyûm teşhîr bikin

Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ragihand ku qeyûm bi serê xwe bêhiqûqî ye û destnîşan kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Eren: Tecrîd ne tene meseleyeke hiqûqî ye

Parlamaneterê Amedê Serhat Eren da zanîn ku DMME û Konseya Ewropayê xwe ji cezakirina têkildarî…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşa li ser Til Koçer û Til Hemîsê: 2 şervan şehîd bûn

Dewleta Tirk a dagirker 8 car êrîşî qadên Til Koçer û Til Hemisê kir. Hêzên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dayikên Şemiyê aqûbeta Saît Zengîn pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Paketa dadgeriyê ya 10’emîn pêşkêşî Meclîsê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hamît Geylanî li Navenda Giştî ya DEM Partiyê hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ESP Amed: Bila girtîgehên bi tîpa bîrê bêne girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?