Yekşem, 22 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Kadikoyê çalakiya ‘perwerdeya bi zimanê dayikê, ji Kurdî re azadî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxuyaniya Sefîrê Emerîkayê ya li ser ‘Mafê Îsraîlê yê axê’ bû sedema nerazîbûnan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Dumluyê bi hinceta lêgerînê ‘tacîz’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dosyayên ku kiryarên wan polîs in têne girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 22’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila girtiyên nexweş bên berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Artêşa Iraqê hewl dide li Şengalê nuqteyên leşkerî yên nû ava bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên 8’ê Adarê li Qoserê bi meşekê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Waliyê Kerkûkê: Leşkerên Iraqê ji taxa Newrozê vekişiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Ji bo ziman û nasnameya Kurd êdî hiqûqek divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Iraqê ket nava taxa Newrozê ya Kerkûkê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kampa Çemmişko şewat derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Qetilkirina 6 jinan hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyan Hisên: Em tu carî dev ji YPJ’ê bernadin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê ji bo 8’ê Adarê banga grevê: Ger jin rawestin wê jiyan raweste

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ocalan dema bang kir herî zêde bawerî bi jinan anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar ji bo 8’ê Adarê bang li hemû jinan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li Şirnexê jin li dijî fûhûş û bêcezatiyê meşiyan
Jin

Li Şirnexê jin li dijî fûhûş û bêcezatiyê meşiyan

Li Şirnexê jin ji bo balê bikişînin ser doza endamên çeteya fûhûşê ku dê sibe were lidarxistin, meşiyan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Adar 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komîsyona Zarokan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Şirnexê bi dirûşma “Em ji tundî, tacîz û îstîsmara li dijî jin û zarokan re dibêjin bes e” meş lidar xistin. Meş, beriya danişîna doza endamên çeteya fûhûşê ku dê sibe li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê dîtin, hat lidarxistin. Bi sedan jinên li Qada Omer Kabak hatin gel hev, ber bi avahiya DEM Partiyê ve meşiyan. Di meşê de pankarta “Bi felsefeya jin, jiyan, azadî em ê çanda tecawizê hilweşînin” hilgirtin û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Çeteyên fûhûşê dê hesabê bidin” hatin berzkirin. Piştî meşê, li pêşiya Rêxistina DEM Partiyê ya bajar daxuyanî hate dayin.

Aktîvîsta TJA’yê Bêrîvan Kutlu di daxuyaniyê de got: “Sibe dê li vir danişînek were lidarxistin. 11 sal in çav û guhên xwe li van karên qirêjî girtin. Weke TJA’yê me jî xwest deng bidin. Destên xwe li ser jin û zarokên Kurd bikişînin. Nekarîn bi polîtîkayên şerê taybet bi ser kevin. Dê nekarin. Weke TJA’yê em ê li dijî van polîtîkayên qirêjî bisekinin û teşhîr bikin.”

Endama Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin jî wiha got: “Ji bo teşhîrkirina çeteya fûhûşê ya 11 sal berê derketibû holê û heta niha jî li ser nehatiye axaftin em li vir in. Dewleta ku hemû çalakiyên me yên rewa asteng dike, ev 11 sal in ev doz paşguh kiriye. Ne cara ewil e wiha dikin. Em vê ji Colemêrgê, Mêrdînê û Êlihê dizanin. Em, ji bo têkoşîna li dijî vê xeta şerê taybet ku fûhûşê û bikaranîna madeyên tiryakê rewa dike, li vir in. Em kesên îdia dikin îstîsmar û destdirêjiya li dijî zarokan tune ye, vedixwînin danişîna sibê. Em Alî Yerlîkaya vedixwînin vê derê. Çima heta niha bêdeng man? Bersiva vê pirsê, di polîtîkayên înkarê yên sedsal in didome de ne. Bersiva vê pirsê di pirsa ‘Ma ev der Komara Şirnexê ye?’ de ye ku bûbû manşet. Heke niyeta we hebe ku li Şirnexê xeta şerê taybet ava bikin, em bi vekirî ji we re bibêjin; jin dê destûrê nedin. Em ê sibe li vir bin û vê dozê bişopînin.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî got ku sînorê polîtîkayên şerê taybet tune ye û hewldan heye ciwan û zarokan bi rêya sîxûrtî, fûhûş û rewşên mîna wan bên tunekirin. Newroz Uysal Aslan diyar kir ku armanca esasî ya polîtîkayên şerê taybet dûrxistina ciwanan a ji civakê ye.

Daxuyanî, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞIRNEX

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Viyan Adar: Wê ev konferans bibe bingeha yekrêziya gelê Kurd
Nûçeya Pişt re ‘Hevpeyman ji bo aramiya herêmê bi daxwaza gelan pêk hat’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Polîsan bi ser mala Parlamenter Çîçek Otlû de girt

Polîsan bi ser mala Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlû de girt. Polîsan derî şikandin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Êlihê bi sedan kes Newrozê pîroz kir

Bi sedan kesên ku li Taxa Petrolkentê duyemîn agirê Newrozê vêxistin, banga xwedîlêderketina banga Rêber…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo şehîdên Meha Îlon û Cotmehê find hatin pêxistin

Şehîdên Meha Îlon û Cotmehê li bajarê Kobanê li goristana şehîd Dicle bi pêxistina findan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li Stenbolê starta 8’ê Adarê da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Cizîrê meşa ji bo zimanê dayikê: Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Qetilkirina 6 jinan hate protestokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jiyan Hisên: Em tu carî dev ji YPJ’ê bernadin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?