Şemî, 20 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Heyeta DEM Partiyê wê sibe bi TÎP’ê re hevdîtinê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya 19’ê Kanûnê: DEM Partiyê bang kir ku dawî li polîtîkaya bêcezatiyê were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya Mereşê: DEM Partî banga ‘hevrûbûnê’ kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arjîn Dîlek Oncel: Me mîrateya Nazim û Cîhan dewr girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora ji 53 rûpelî ya CHP’ê: Balê nakişîne ser esasê pêvajoyê û aktorê bingehîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi Nazim re me bêdengî jî radikir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KNK: Cejna Êzî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Berfîn Nûrhaq: Piştî ku min PKK nas kir min got, ez dev ji vê têkoşînê bernadim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandariya YBŞ’ê cejna Êzî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em Şoreş, Siyajîn, Elîşêr, Egîd, Ronî, Aram û Cernas Şemîr bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cejna Êzî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê civîna gel: Em ê ji bo aştiyek mayînde hevrû bibin û hev helal bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Êrişa li dijî Leyla Zana êrişa li hemberî rûmeta jinan û gelê me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Em ê êrîşên faşîzmê yên li ser jinan qebûl nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê nebaş dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Meclîsê divê ‘yekîtiya li dijî tundiya li ser bingehê zayenda civakî’ were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan li dijî binpêkirinên li Îranê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Jinên Kurd a li Ewropayê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd a 1’emîn a Heidelbergê bi beşdariyeke xurt destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Huner bîr e, berxwedan e, bangeke kolektîf e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filma bîr û zarokan a di dema qedexeyan de: Sîtav

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tirkiyeyê Awazê Çiya li ser Spotify hate qedexekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Dîlan Guvenç: Divê em Kurdî li her qada jiyanê belav bikin
Kurdistan

Dîlan Guvenç: Divê em Kurdî li her qada jiyanê belav bikin

Endama Desteya Rêveber a MED-DER'ê Dîlan Guvenç destnîşan kir ku ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdeyê divê li her qada jiyanê li dijî qedexeyê têkoşîn bê meşandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Endama Desteya Rêveber a Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) Dîlan Guvenç têkildarî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku polîtîkayên qedexe û asîmîlasyonê yên dewletê yên li ser zimanê Kurdî dewam dikin.

 

DEWLET HEWL DIDE KURDAN BI RENGEKÎ FÎZÎKÎ TUNE BIKE

Dîlan Guvenç diyar kir ku li Tirkiyeyê avaniyeke dewletê heye ku salên dûr û dirêj li ser yek zimanî hatiye avakirin û got, “Pirsgirêka zimanê Kurdî ji dema avabûna komarê ve heye. Bi taybetî li dijî zimanê Kurdî û zimanên din di peymana Lozanê de gelek xal hatin îmzekirin. Di Destûra Bingehîn a 1924’an de ji bilî Tirkî zimanê Kurdî û zimanên din hatin qedexekirin. Ev polîtîkayên asîmîlasyonê ji dema avabûna komarê û vir ve bênavber dewam kirin. Polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser ziman bi Plana Şark Islahat kete meriyetê. Bi vê planê re hewl dan ku bi destê mamosteyên Tirk zarokên Kurd asîmîle bikin. Feraseta netewe dewletê ku bi komarê re destpê kir nexwest ku çand û zimanê neteweyên cuda bên parastin û li dijî vê yekê polîtîka meşand. Polîtîkayên ji bo tunekirina zimanê Kurdî û tunehesibandinê ji komarê û vir ve dewam dikin. Ji ber vê yekê jî Kurd neçar man ji cografyaya xwe koç bikin û qirkirineke mezin li wan hate kirin. Kurd ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê bi qirkirina fîzîkî re rû bi rû man. Dewletê ji ber ku nekarî Kurdan bi qirkirina fîzîkî tune bike, hewl da çand û zimanê wan asîmîle bike.”

POLÎTÎKAYÊN ASÎMÎLASYONÊ DEWAM DIKIN

Dîlan Guvenç ragihand ku bi Plana Şark Islahatê re polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê Kurdî heta roja îro jî dewam dikin û got, “Li gel qirkirina fîzîkî, çandî û dîrokî, Kurd tune hatin hesibandin û hewl dan tune bikin. Armanca xwe ya sereke jî Tirkkirinan Kurdan û ji bo hînkirina Tirkî ferzkirina kiryarên cezaî bû. Cezayê pere li mirovên bi Kurdî diaxivîn hate birîn. Ev qedexe bi kampanya ‘Bi Tirkî biaxive, zêde biaxive’ dewam kir. Ev polîtîka jî herî zêde li qada perwerdeyê hate bicihanîn. Li dibistanan bi destê mamosteyên Tirk hewl dan ku xwendekarên Kurd asîmîle bikin. Sed sal in ev polîtîka bi vî rengî dewam dike. Dewletê di nava 10 salên dawî de bi taybetî bi polîtîkayên şer asîmîlasyona ziman û çandê zêde kir. Hewl dan Kurdan ji nirxên wan dûr bixîne û nasnameyeke Kurd a mehkûmkirî biafirînin. Bi polîtîkayên 10 salên dawî re dijminatiyê dixin nava gelan. Bi vê dijminatiyê re Kurdên koçî bajarên Tirkiyeyê kirine rastî komkujiyan hatin. Li bajarên Tirkiyeyê Kurd ji ber Kurdbûna xwe hatin qetilkirin. Dewlet li dijî Kurdan polîtîkayeke dijminane dimeşîne. Ev polîtîkaya dijminatiyê jî asîmîlasyonê kûr dike. Ji ber ku Kurd weke gelekî nayê qebûlkirin ev yek di nava gel de dibe sedema tirsê.”

ARMANCA BINGEHÎN DIVÊ KURDÎ BE

Dîlan Guvenç anî ziman ku ji ber polîtîkayên neteweperestiyê yên desthilatdariya AKP û MHP’ê perwerdeya bi zimanê dayikê tê astengkirin û got, “Ew di polîtîkayên xwe de Kurdan, Çerkesan, Rûman, hemû gelan tune dihesibînin. Polîtîkayên herî giran ên neteweperestiyê li Kurdistanê têne meşandin. Bi destê qeyûman saziyên Kurdan hatin girtin, bi OHAK û KHK re saziyên me yên çandê hatin desteserkirin. Armanc ji van polîtîkayan tepisandin û tirsandina Kurdan e. Gelê Kurd bi huner, çand, dîrok û zimanê xwe heye. Em Kurd divê zimanê xwe biparêzin. Dema dawî zarokên Kurd li kolanan dest bi axaftina Tirkî kirine. Ev yek metirsiyeke mezin e. Li hemberî vê metirsiyê divê weke malbat em bi Kurdî bi zarokên xwe re biaxivin. Divê em ziman, dîrok û çanda xwe hînî zarokên xwe bikin. Li her qada jiyanê divê em zimanê xwe bi kar bînin. Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê jî divê em zimanê Kurdî belav bikin. Gelê Kurd dixwaze Kurdî bibe zimanê fermî û bi Kurdî perwerdeyê werbigire. Gelê Kurd vê daxwaza xwe li qadan tîne ziman. Ev maf mafê me yê herî xwezayî ye û divê bê naskirin. Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, nuqteyeke gelekî girîng e. Heta ku Kurdî bibe zimanê fermî têkoşîna me wê dewam bike. Saziyên têkildarî zimanê Kurdî divê li ser çand û ziman karekî kolektîf bikin. Fikir çi dibe bila bibe nuqteya hevpar a siyaseta Kurd divê Kurdî be. Bi nifşê xwe yê nû re divê em li hemû qadan zimanê xwe biparêzin. Bi vî rengî em ê karibin zimanê xwe biparêzin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Wanê tevî astengiya polîsan jî çalakiya Zimanê Dayikê hate lidarxistin
Nûçeya Pişt re Dr Fayiq Hamid: PDK êdî nikare bi kuştinê xelkê bêdeng bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Mêrsînê çalakiya ‘Tecrîdê bi dawî bike’: Em ê têbikoşin

Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan ê li Mêrsînê di çalakiya “Tecrîdê bi dawî bike” de…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kobanê ji bo 4 şehîdên azadiyê merasîm hat lidarxistin

Bi sedan şêniyên kantona Firatê cenazeyê şervanê QSD`ê Mehmûd El Ehmed bi merasîmeke biheybet veşartin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji AKP’ê hîleyên hilbijartinê: 320 hilbijêr xistin avahiya emniyetê!

AKP ji bo hilbijartinan dîsa dest bi hîleyan kir. 320 hilbijêr xistin avahiya emniyetê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Di nava salekê de 971 serlêdanên tundiyê: Karê li qadê wê zêde bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KNK: Cejna Êzî pîroz be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîd Berfîn Nûrhaq: Piştî ku min PKK nas kir min got, ez dev ji vê têkoşînê bernadim

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Fermandariya YBŞ’ê cejna Êzî pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?