Yekşem, 16 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Fîlozofê Îrlandayî ji Rêber Apo re name nivîsand: Tu ji bo cîhanê hêviyekî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlaya YJA Starê Meryem Uzkaş taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê Şahram Sadeghi îdam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Divê aliyên kêm ên qanûna çarçoveyê bên derbaskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê cînayeta kar: Tahîr Çîçek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hemwelatiyê Suryanî Kuçukaslan: Divê ji bo aştiyê rêyên diyalogê bê bikaranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Êlihê civîna gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara YJŞ’ê: Şehîd Seîd di jiyanê de fermandar û mamosteyek bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê Seîd Hesen û Îsa Xwedêda bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê helbesta 15’ê Tebaxê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên gundê Koço bi merasimêkê hatin bibiranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna Lîjneya Bilind a peymana ewlehiyê ya Iraq-Îranê li Hewlêrê pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Aktîvîsta TJA’yê Saliha Ayata: Jin hêza pêşeng a aştiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em li kêleka jinên Efganistanê ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Di deste û komîsyonan de divê temsîliyeta jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê di binê çavan de destdirêjî li aktîvîsta Alman hate kirin, TJK-E li ber rabû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Dayika ku her tim jiyana wê şer bû: Dayika Ûveyş
Jin

Dayika ku her tim jiyana wê şer bû: Dayika Ûveyş

Rêber Apo: Dema min li jin û dayikên gund temaşe dikir, min didît ku gelekî stûxwar û belengaz bûn. Min digot ku qey tevahî jin wiha feqîr û hejar in, lê kesayeta dayika min hişt hêza jinên xwedawend ferq bikim û cewhera wan derxînim holê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Ji destpêka dîrokê heya roja me ya îro mirovahiyê jidayikbûn ji bo xwe bi wate û pîroz dîtiye.  Heya niha jî di civakên xwezayî de (civakên ji derveyî dewletê), jidayikbûn xwedî girîngiyeke mezin e. Ji bo me gelê Kurd jî rojbûna Rêber Apo bû mîladeke nû ya neteweyî. Ji bo me tevahiyan jî ev mîlad bi wate û pîroz tê nirxandin. Mîlada gelê Kurd mîlada Rojhilata Navîn e û tekez wê bandora xwe li tevahî cîhanê jî bike. Weke tê zanîn mirovên Kurd bi piranî dayika Ûveyş bi nirxandin û şîroveyên Rêber Apo nas kirin û ew ji xwe re kirin nimûneya bermahiya xwedawenda çanda neolîtîkê. Rêber Apo di pirtûka xwe de ya bi navê “Çawa Bijîn” û her wiha di gelek pirtûk, dahûrandin û parêznameyên xwe de jî qala zarokatiya xwe û têkiliya xwe ya bi dayika xwe Ûveyş re tîne ziman.

Rêber Apo di dewreyên perwerdeya kadro de tehlîlên xwe kirine bingehê sazûmankirina kesayeta lêgerînvanên heqîqetê. Rêber Apo her hewl dide kesayetên azad ava bike da ku ji civaka Kurd re bibin pêşengên rast. Di pirtûka “Çawa Bijîn” de Rêber Apo kesayeta xwe, dayik, bav û gundê xwe tîne ziman. Civaka Kurd tehlîl dike da ku ji civaka mirovahiyê re bibe nimûne û ronahî. Rêber Apo bi hûrgulî kesayeta dayika Ûveyş tehlîl dike û dibêje, “Dayika min jineke şerker bû. Kesayeteke ji xwe bawer û vîndar bû. Jixwe ti kesî di nava gund de nikarî wê zeft bike û ti neheqî qebûl nedikir. Ez ji dayika xwe fêr bûm ku bi hêza xwe, xwe biparêzim û ji xwe bawer bim. Ez bûm kesayetek xwedî vîn, bi înîsiyatîf û ji xwe bawer. Ez ji dayika xwe fêr bûm ku qîmetê kedê zanibim.”

Rêber Apo her wiha dibêje, “Dayika min, çi jin be çi mêr be serê xwe ji kesî re neditewand. Rastî her çi ba di rûyê wan de digot.” Rêber Apo qala nifirên dayika xwe dike û dibêje, “Her ji me re digot ku Xwedê nan bike kevroşk û we jî bike tajî, da ku hûn her li pey gepa nanê xwe bibezin û qîmetê nan zanibin.” Rêber Apo destnîşan dike ku ji dayika xwe fêr bûye neheqiyê û zilmê li ser xwe û gelê xwe qebûl neke û dibêje, “Ew bû mamosteya min a yekemîn.” Jixwe kesên dayika me Ûveyş nas dikin jî qala kesayeta wê dikin û dibêjin ku jineke serbilind û jêhatî bû. Em tev jî dizanin bê mirovên herêma Rihayê di nêzîkatiyên xwe yên ji jinê re çawa ne. Jinan pir lawaz û nezan dibînin û dayika me Ûveyş jî li warekî weke Rihayê jiyaye, têkoşîn kiriye. Rêber Apo di dahûrandineke xwe de jî dibêje, “Dema min li jin û dayikên gund temaşe dikir, min didît ku gelekî stûxwar û belengaz bûn. Min digot ku qey tevahî jin wiha feqîr û hejar in, lê kesayeta dayika min hişt hêza jinên xwedawend ferq bikim û cewhera wan derxînim holê.”

Rêber Apo ferq kir ku jin ji xweber cahil û nezan nîne û dest bi têkoşîneke wiha mezin kir. Dema dayika me Ûveyş ji Rêber Apo re dibêje, “Ji min re çend metre qûmaş bîne.” Rêber Apo wiha bersiv dide, “Ez ji te re qûmaş nayînim, lê ez ê ji te û tevahî zayenda te re azadiyê diyarî bikim.” Rêber Apo soza xwe pêk anî. Ji dayika xwe û tevahî dayikan re, partî, artêş û azadî diyarî kir.  Niha jî aştî û civakeke demokratîk diyarî jin, gel û mirovahiyê dike. Em deyndarê dayika Ûveyş in ku Rêberekî weke Rêber Apo ji me re aniye dinyayê, hêviya gelê Kurd û jinan pêk aniye. Em li hemberî keda dayika Ûveyş bi hurmet û minetdar in. Dayika Ûveyş dayika me Kurdan e, çavkaniya vejîna şoreşê ye. Careke din em bi hurmet û minetdarî dayika xwe ya xwedawend Ûveyş bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî heybet û keda wê ditewînin. Em dibêjin em deyndarê te ne ku te serokek weke Rêber Apo ji me re aniye dinyayê.

Em weke jinên têkoşer soz didin em ê li keda dayika xwe Ûveyş û di şexsê dayika Ûveyş de li keda tevahî jinên têkoşer xwedî derkevin û hêviyên wan bi serketinê tacîdar bikin. Em weke jin û netewe ji Rêber Apo fêr bûn ku li hemberî dayikan û keda wan bi hurmet bin, qîmetê keda wan zanibin û xwedî li çanda wan a resen derkevin. Ez qet bawer nakim ku ti kes weke Rêber Apo ji dayika xwe ewqasî hez bike. Rêber Apo hezkirina xwe bi hurmet û kedê dida diyarkirin. Bi mirovan re mijûl dibû û ew perwerde dikirin. Ji xwe her ji milîtanan re digot, “Ji ber ez ji we hez dikim, ez we rexne dikim. Ez hewl didim eniya we bigihînim stêrkan.” Hezkirina Rêber Apo her têkoşîn, ked, hurmetdayîn û çalakbûn bû. Rêber Apo her ji hevalan re digot ku yên şer dikin xweşik dibin û yên xweşik dibin têne hezkirin.

Jixwe hevala me ya fermandar û qehreman Bêrîtan Hêvî jî vê hevoka Rêber Apo ji bo xwe bingeh digirt û digot, “Ji ber ku em şer dikin, em ê xweşik bibin û xweşikbûna me wê bihêle em werin hezkirin. Tişta ez ji Rêber Apo fêr bûme ew e ku hezkirin erzan çênabe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li gorî Tahranê DYE’yê û Îran ‘gelek nêzî’ muzakereyan bûne
Nûçeya Pişt re SOHR: Li Sûriyeyê di nava 24 saetan de herî kêm 11 kes hatin kuştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Eren: Piştî qanûnê divê gavên demokratîkbûnê bêne avêtin!

Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren got, "Ev qanûn ji ber ku gava destpêkê…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyên nexweş divê azad bibin!

Di çalakiyên li Enqere, Stenbol û Îzmîrê de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Emîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Tuncer Bakirhan û Ozgur Ozel daxuyaniyeke hevpar dan

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan piştî pîrozbahiya Newrozê li Saraçhaneyê bi Serokê Giştî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Lubnanê 42’emîn salvegera Cejna Vejînê hate pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Fîlozofê Îrlandayî ji Rêber Apo re name nivîsand: Tu ji bo cîhanê hêviyekî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Şede Beşîr: Em li dijî qetilkirina jinan bibin dengê hevpar

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Fermandara YJŞ’ê: Şehîd Seîd di jiyanê de fermandar û mamosteyek bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?