Sêşem, 2 Îlon 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Piştgiriyeke din ji bo banga Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’ê Îlonê: Aştî tenê bi îradeya hevpar a gelan pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîtîngên 1’ê Îlonê: Divê komîsyon bi lezgînî bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan şîna Şehîd Arvîn Çirav asteng kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hatîmogûllari: Aştiya Tirkiyeyê firsendek dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Veguherîna civakî peywira sereke ya serdema nû ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tulay Hatîmogûllari: Divê ewilî komîsyon bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Guleç: Şewitandina çekan wê neyê wê wateyê ku meseleya Kurd çareser bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Çiya Rizgar şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP û Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Banga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê Ocalan bi gelê xwe re bicive

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hejmara meha Îlonê ya Newaya Jin derket: Aştiya jinan parastina jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îtalyayê hemwelatiya fahrî dan sê jinên ku cezayê îdamê lê hatine birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan xutbeyên Diyanetê protesto kirin û serlêdana sûc kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî: Em ê bibin pêşengên civaka demokratîk û azad

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şengal wê bibe navenda ronakbîriyê ya Êzidiyan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hûn bi qedexeyê nikarin aştiyê tune bikin, em ê aştiyê ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Çand û Hunera Kurdî ya li Belçîkayê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê bi hezaran kes li hev kom bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagenê Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Belçîkayê Festîvala Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê wê dibistana muzîkê were vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Awazên Çiya bi ‘Dara Jiyanê’ Cejna Vejînê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Ji KJK’ê peyama sala 20’emîn: Em Ronesansa Jinê pêk bînin
Jin

Ji KJK’ê peyama sala 20’emîn: Em Ronesansa Jinê pêk bînin

Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya salvegera 20'an a damezrandina xwe daxuyanî da û got, "Em sedsala 21'ê bikin serdema azadiya jinê, têkoşîna ji bo avakirina sîstema konfederal a demokratîk bilind bikin û Ronesansa Jinê pêk bînin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya salvegera 20’an a damezrandina xwe daxuyanî da û got, “Em sedsala 21’ê bikin serdema azadiya jinê, têkoşîna ji bo avakirina sîstema konfederal a demokratîk bilind bikin û Ronesansa Jinê pêk bînin.”

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) got, “Em di salvegera 20’emîn a damezrandina sîstema xwe ya konfederal a jinê de ne ku di dîroka me ya têkoşîna azadiya jinê de serdemeke nû îfade dike. Em damezrandina KJK’ê di serî de li Rêber Apo, ku em gihand têkoşîna azadiyê, şervaniya bêeman a felsefeya azadiya jinê afirand û li hemû jinên ku bi ruhê berxwedanê yê Jin, Jiyan, AQzadî tevlî meşa azadiyê bûne, piştgiriyê didin pîroz dikin. Têkoşîna me ya jinê ya konfederaliya demokratîk 18’ê Nîsana 2005’an destpê kir û heta niha di bin sîwanê Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) dewam kir. Em şehîdên xwe yên ku ked û berdêleke mezin dan vê têkoşînê bi hesret, hezkirin û minet bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku jiyana azadiyê ya ku wan canê xwe di oxira wê de feda kirin, bi şoreşa jinê tacîdar bikin.”

Daxuyaniya KJK’ê bi vî rengî dewam kir:

“Rêber Apo gava ku şoreşa Kurdistanê li ser bingeha jiyana azad ava kir, ji kêliya destpêkê ve jin weke hêmana bingehîn a vê têkoşînê dît. Dema ku reel sosyalîzm ji ber ku çanda koletiyê ya jinê nekarî ji holê rake tengav bû, Rêberê me şoreşa Kurdistanê weke şoreşa jinê pênase kir û pêşdîtina xwe jî di vê çarçoveyê de da rûniştandin. Artêşbûna jinê, teoriya qutbûnê, projeya veguherandina mêr, îdeolojiya rizgariya jinê, partîbûna jinê, cihêbûna bêdawî, Jineolojî û hevjiyana azad motîfên esasî yên vê yekê ne. Li warê xwedawendan ku bi teşiyê jiyana komunalîst hûnandin, ev motîf bi nexşên reng bi reng xemla sîstema konfederal a demokratîk a jinê afirand.

KJK ku navê sîstema me ya konfederal e, di têkoşîna azadiya jinê de ya li dijî çanda serweriya mêr a hezaran salî bû qonaxeke nû. Tê wê wateyê ku têkoşîna rêxistinbûyî veguherî asta sîstemê. Sîstema jinê ya ku di asta navneteweyî de karibe serweriya mêr ji holê rake, bi qasî ku xwe bi sîstem bike dikare bi ser bikeve. Wateya şênber a vê yekê jî di çarçoveya avakirina civaka demokratîk de pêkanîna şoreşa jinê ye. Rêber Apo bi gotina, ‘pêvajoya demokratîk komunalîst rewşa rojanebûyî ya civakîbûna dayik-jinê ye. Tenê bi vê rêbazê mirov dikarin xwe bigihînin rastiya civakî’ armanca şoreşa jinê raxist pêş çavan.

Avakirina civaka demokratîk a bi pêşengiya jinê jî jinûve zindîbûna heqîqeta civakî li xaka qedîm e ku beriya bi hezaran salî ji aliyê mejiyê bi serweriya mêr a desthilatdarîparêz ve hate veşartin. Ronesansa Jinê ku vê rastiyê îfade dike, ji ber vê yekê ne tenê bi zayendekê ve sînodar e, ji aliyê cewherî ve tê wateya azadkirina jiyana civakî.

Ji ber ku têkoşîna azadiya jinê bi armanca sîstema konfederal a demokratîk tê meşandin, ev yek di heman demê de asta wê ya gerdûnîbûnê jî nîşan dide. Tevgera me ya azadiya jinê ya Kurdistanê xwe ji rehên berxwedana jinê ya bi hezaran salî xwedî dike û gihîştiye vê astê. Vê mîrateya xwe bi şêweyê Konfederalızma Jinan a Demokratîk a Cîhanê diherîne nava sîstemeke rêxistinbûnê ya hevpar û diyalektîka navbera xweseriya xwe ya yekbûyî û gerdûnî ji nû ve ava dike. Eger formual bi sêhr a Jin, Jiyan, Azadî pêl bi pêl li çar aliyên cîhanê belav bûye û deng vedaye, ev yek şênberiya vê diyalektîkê ye.

EM Ê VÊ SEDSALÊ VEGUHERÎNIN SERDEMA ŞOREŞA JINÊ

Rêber Apo sedsala 21’ê weke serdema şoreşa jinê pênase dike. Li gel hemû êrîşên dijber ên sîstema bi serweriya mêr, şînbûna kulîlkan li ser teht û zinaran, mizgîniya biharbûna jinê dide. Lê belê di vê serdema dîrokî de ji bo pêkanîna şoreşa jinê pêwîstî bi asteke hîn xurt a rêxistinbûnê heye. Di serî de li Kurdistanê li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê mezinkirina pêşengiya jinê ya bi çanda demokratîk û mejiyê azadiyê, ji bo têkoşerên azadiyê şert e. Em ê li her qada jiyanê bi çanda dayik-xwedawendiyê bi nasnameya jin a azad civaka demokratîk ava bikin, modernîteya kapîtalîst ji holê rakin û vê sedsalê veguherînin serdema şoreşa jinê. Lewma em bang li jinan hemûyan dikin ku di sîstema konfederal a demokratîk de bibin hevpar û peymana civakî ya jinan bixin meriyetê. Li ser bingeha têkilî û tifaqên demokratîk em bi hev re xwe bi rêxistin bikin, tora xwe hîn berfireh, rengîn û xurt bikin.

Li dijî çanda koletiyê û tundiya li me jinan tê ferzkirin, li ser bingeha nirxên xwe bi qasî berxwedana xwe em bi bersiva li pirsa ‘Jiyaneke çawa?’ bi nêrîna jinê sîstema xwe ya alternatîf ava bikin û jiyanê jinûve bihûnin. Wateya konfederalîzma jinê ev e: Avakirina jiyana ku em bi hesreta wê ne. Di heman demê de cewhera sosyalîzmê jî ev e ku Rêber Apo di nava şert û mercên giran ên tecrîd û êşkenceyê de gaveke nû pê da avêtin. Lewma armanca bingehîn a têkoşîna me avakirina sîstema têkiliya civakî û çanda wê ye ku xwe dispêre wekhevî û azadiya rasteqîn.

TÊKOŞÎNA YEKBÛYÎ YA JINAN WÊ SÎSTEMA TECRÎD Û ÊŞKENCEYÊ YA ÎMRALIYÊ HILWEŞÎNE

Em salvegera 20’an a damezrandina xwe bi coş û kelecana Banga Aştî û Civaka Demokratîk a dîrokî ya Rêber Apo pêşwazî dikin. Ev banga ku em wê weke Manîfestoya Serdemê pênase dikin, di heman demê de cewhera têkoşîna me ya jinê ye. Herî zêde li dijî çanda tundiya bi serweriya mêr ku jiyana jin û zarokan dike hedef, avakirina jiyana komunalîst demokratîk a ku em bi hesreta wê ne, tenê bi pêşengiya jinê bi têkoşîna bi rêk û pêk dibe. Li ser vê bingehê di serî de jinên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn em bang li jinên li tevahiya cîhanê dikin ku xwedî li banga Rêberê me derkevin, beşdarî pêngava azadiya wî ya fîzîkî bibin û têkoşîna hevpar mezin bikin. Û em dibêjin: Têkoşîna yekbûyî ya jinan wê sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê hilweşîne.

Di vê demê de ku em di bihareke nû de ne, dem hatiye ku em xaka ku malovanî ji Şoreşa Jinê ya Yekemîn re kiriye bi rengekî rasteqîn bi kulîlkan bixemilînin. Em salvegera 20’emîn a damezrandina KJK’ê bi vê hestê, bi bawerî û biryardariya biharbûna jinê pîroz dikin. Ji bo xatirê armanca xemilandina Kurdistanê ya bi kulîlkan a şehîda me ya têkoşîna azadiya jinê hevrê Sara – Sakîne Cansiz em bang li jinan dikin ku bi wesîleya vê rojê kulîlkan û daran biçînin. Li gel meşa ber bi şoreşa jinê ve ya bi Jin, Jiyan, Azadî em sedsala 21’ê bikin serdema azadiya jinê, têkoşîna xwe ya ji bo avakirina sîstema demokratîk konfederal bilind bikin û Ronesansa Jinê pêk bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kurê Hefter bi du şîrketên Tirk re bi milyaran dînarî peyman mohr kir
Nûçeya Pişt re Hêvîn Silêman: Sîstema Şêxmeqsûd û Eşrefiyê careke din bû mînak
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KJK: Em 4’ê Nîsanê li Amarayê weke ‘roja azadiyê’ pîroz bikin

Koordînasyona KJK'ê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û ji bo "mezinkirina hêvî…

Ji aliyê Stêrk TV

Jin ber bi qada mîtîngê ve dimeşin

Jin bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) ve ber bi qada mîtîngê ve dimeşin.

Ji aliyê Stêrk TV

‘Qeyûm pergala derqanûnî û diziyê ye’

Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrdînê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê meşek li dar xist û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Wanê atolyeya qirkirina jinan: Divê jin pêşengiya pêvajoyê bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Hejmara meha Îlonê ya Newaya Jin derket: Aştiya jinan parastina jiyana azad e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG-NRÇ: Navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Meşvanê jiyaneke rast

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?