Şemî, 12 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Deklerasyona ‘1001 Îmze ji bo Komara Demokratîk û Aştiyê’ hate ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Kenan Bîlgîn hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zexta li ser girtiyên jin û cezayên wan giran dibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê tên bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ahmet Polad hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Heta ku civak nebe kirde û demokrasiya herêmî pêş nekeve çareserî ne pêkan e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bîranînên li Şirnexê: Em ê xwedî li mîrateya şehîdan derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê ji bo zimanê dayikê bang li gelê Kurd kir: Piştgiriyê bidin têkoşîna Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê li pey şopa şehîdên xwe bimeşin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li navçeyên Amedê bîranînên girseyî: Şehîd namirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Têkoşîn Amed li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 24 şehîdan li Mexmûrê konê sersaxiyê hate vedan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Doza Rojda Yakişikli destpê dike: Gef hate xwarin, nehate parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di meha Tebaxê de herî kêm 22 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Çîroka dilşewat û giran a 2 ciwanên Êzidî yên hatin rizgarkirin
Rojava

Çîroka dilşewat û giran a 2 ciwanên Êzidî yên hatin rizgarkirin

Ismaîl Delef diyar kir ku hejmara kesên Êzîdî ji sala 2014'an û vir ve ji DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin 433 kes, lê bi rizgarkirina Diyar û Osman bûn 435 kes.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Fermana ku di 3’yê Tebaxa 2014’an li ser gelê Êzîdî hate kirin, di encama planeke berfireh de hatibû amadekirin. Di kesayeta Êzîdiyan de, li dijî doz û tevgera gelê Kurdistanê pêk hat. Dema ev ferman bi destê DAÎŞ’ê bi serê Êzîdiyan hat bi hezaran zarok, jin, ciwan, kal û pîr hatin windakirin. Ji wê salê hewildan hene da ku kesên bi destê DAÎŞ’ê hatin revandin werin dîtin û radestî malbatên wan werin kirin.

Li gorî agahiyên mala Êzîdiyan a Kantona Cizîrî ji sala 2014’an û heya roja me ya îro 435 kes ji nav DAÎŞ’ê hatine rizgarkirin û radestî Mala Êzîdiyan hatine kirin. Lê bi giştî tevî kesên radestî mala Êzîdiyan nehatine kirin û ji DAÎŞ’ê rizgar bûne 3571 in. Ji wan 1211 jin in, 441 mêr in û 2019 zarok in. Heya roja îro hejmara kesên dîlgirtî yên Êzîdiyan 6317’e ne.

Her wiha di vê dema dawî de du ciwanên din ên Êzîdî hatin dîtin û bi rêya hêzên ewlekariyê yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hatin rizgarkirin. Navê wan jî Diyar Elî Refo û Osman Xêro ne.

Ev her du ciwan di fermana 2014’an a Şengalê hatin revandin û DAÎŞ’ê ew tevlî xwe kir. Ev her du ciwanên Êzîdî ji ber tirsa dilê xwe û hişmendiya ku DAÎŞ di serê wan de çandiye ji me re bi dîmen neaxîfîn lê me karîbû van agahiyan ji wan peyda bikin.

Diyar Elî Refo ji bajarê Şengalê ye. Ew bi temenê xwe 11 salî bû bi destê DAÎŞ hat revandin. Her wiha ew tevlî perwerdeyên DAÎŞ’ê yê şerîetê ê bûye. Ji temenê 11 saliya xwe di nav vê hişmendiyê de mezin bûye û niha temenê wî 23 sal e. Diyar bi hişmendiya DAÎŞ’ê ya bi darê zorê bandor bûye. Lê ruxmî vê yekê jî daxwaza wî ya vegera li malbatê heye. 

Osman Xêro ê ji gundê Werdiyê yê bajarê Şengalê ye. Osman jî di fermana 2014’an de hat revandin. Osman bi temanê xwe 8 salî bû dema DAÎŞ’ê ew tevlî xwe kir. Osman ji me re got, dema DAÎŞ’ê ew revand komek zarok bûn, ji wan jin û xort hebûn. Destpêkê DAÎŞ’ê koma wan birin gundê Til Afer ê Mûsilê, li wir jin û xort ji hev qut kirin. Osman da zanîn ku piştî xort ji Mûsilê derxistin yekser ew anîn Sûriyeyê. Li Bahozê bi cih bûn lê di sala 2019’an dema Bahoz hat rizgarkirin. Bi sedema êrîşan Osman di her du destên xwe de birîndar bû.

Osman diyar kir ku destpêkê DAÎŞ’ê ew yekser tevlî perwerdeya şerîet kirin. Her wiha di sala 2017’an careke din perwerdeya şerîa dîtin. Ev perwerde didîtin ji bo ku hişmendiya wan were guhertin û ji kuştina gel re hazir bin. Bandorek pir mezin li mêjiyê wan kiriye. Lê ji ber tirsa ku DAÎŞ’ê di dilê wan de çandiye pir ditirsiyan ku li ser şêwazê jiyana di nava DAÎŞ’ê biaxivin.

Hevserokê Meclisa Mala Êzîdiyan ya Kantona Cizîrê Ismaîl Delef ji ajansa me re axivî.

‘DIXWAZIN LI MALBATÊN XWE VEGERIN’

Ismaîl Delef di destpêka axaftina xwe de wiha behsa hatina Diyar û Osman kir: “Berî demekê Hêzên Ewlekariyê yên girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) gazî me kirin, ji bo her du ciwanên me yên Êzîdî. Wek pergale dema ciwan û jinên Êzîdî rizgar dibin, yekser radestî mala ÊzÎdiyan dibin. Ji bo ciwanê bi navê Diyar Refo ew ji aliyê Minbicê hat rizgar kirin. Dema DAÎŞ’ê Diyar revandin bi temanê xwe 11 salî bû û pir biçûk bû. Osman Xêro li aliyê Idlibê, piştî hewldanên şopandin û ewlehiyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ew dîtin û ji DAÎŞ’ê rizgar kirin. Hişmendiya Diyar û Osman pir hatiye guhertin. Ji ber ku DAÎŞ’ê destpêkê wan digrin wan li ser Islama radîkal perwerde dikin. Rûxmî bi temenê xwe yê biçûk û di nav DAÎŞ de mezin bûn lê heya niha xwesteka wan heye ku li malbat û warê xwe vegerin.”

‘HÊVÎ NE KOMÎTEYEK JI BO AZADIYA ÊZÎDIYAN WERE AVAKIRIN’

Ismaîl Delef diyar kir ku piştî ketina rejîma Baas me Diyar û Osman rizgar kir, lê ji sala 2014’an ve hewildan ji bo lêgerîna Êzîdiyan heye û wiha pêde çû: “Bi fermana Şengalê re bi hezaran keç û xortên Êzîdiyan winda bûn û hey roja me ya îro tên rizgarkirin. Di vê dema dawî de jî bi taybetî piştî ketina rejîma Baas re Diyar û Osman ên ji Şengalê hatin rizgarkirin. Em bi hêvî ne ji bo azadiya her kesên Êzidî û komîteyek were avakirin.” 

‘ZAROK REVANDIN BO HIŞMENDIYA XWE DI SERÊ WAN DE BIÇÎNE’ 

Ismaîl Delef di dewama axaftina xwe de got: “DAÎŞ kesê ku ji Şengalê revandin hemû zarok bûn. Ji ber dizanin wê hişmendiya wan a qirêj di serê van zarokan de were çandin. Ji zaroktiyê ve ew fêrî kuştin, neqebûlkirin û gelek tiştên xirab kirin. Diyar ji me re digot ku dema me anîn cem xwe, destpêkê perwerdeya Şerîa dan me. Di vê perwerdeyê de ew fêrkirin ku kesê Îslamê qebûl neke divê were kuştin û serê wan were jêkirin. Bi saya Yekîniyên Parastina Jinê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk ev ciwan ji bin destê wan rizgar dikin. Hêzên me ji bo parastina gel canê xwe feda kiriye. Daxwaza me jî Diyar û Osman ne rizgarên dawî bin û em hemû Êzîdiyên windayî li malbat û cihê wan vegerînin.” 

‘TÊKILÎ BI MECLÎSA ŞENGALÊ RE HEYE BO VEGERIN WARÊ XWE’

Ismaîl Delef di dewama axaftina xwe de tekez kir ku kesê di nav hişmendiya DAÎŞ’ê de mezin bibe, pir zehmete ku car din hişmendiya vî kesî/wê kesê vegere wek berê û axivî: “Pir kesên bi vî rengî ji destê DAÎŞ’ê rizgar bûne û car din vegeriyane nav DAÎŞ. Hişmendiya ku DAÎŞ’ê xwe li ser ava dike, hişmendiyek mîna madeyên hişbir e ku debara jiyana wan bêyî wê nabe. Bi Îslameke tundwerî zarokan fêr dikin ku gelê ne Misilman qetil bike. Em wek mala Êazîdiyan pir hewl didin dikin ku hişmendiyan wan biguherin û mejiyê wan paqij bikin. Her wiha di rêya meclisa me ya Şengalê jî têkiliyek çêdibe ji bo ku ev kes vegerin nav malbatên xwe da ku li jiyana xwe ya paqij vegerin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şerê Ûkraynayê. Rûsya ji bo lihevkirinê amade ye!
Nûçeya Pişt re YPG’ê di salvegera 8’an de Şehîdên Qereçoxê bi bîr anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 15’Ê TÎRMEHA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Şewata li Los Angelesê hîn jî nehatiye kontrolkirin: 10 mirî

Li Los Angelesê ku duyemîn bajarê herî mezin ê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ye,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Porto Alegre Konferansa Yekem a Navneteweyî ya Antî-Faşîst

Konferansa Yekem a Navneteweyî ya Antî-Faşîst ji 26 heta 29’ê Adarê li bajarê Porto Alegre…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Piştî şewata li girtîgeha Kobanê, li bajêr şîn heye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

PYD: Hikûmeta Demkî berpirsê bûyerên li Kobanê ye!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Merasîma sersaxiyê ya şehîd Sîpan Hiznî hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Kongra Star: Divê tu kes destûr nede tovên dijminatiyê di navbera gelan de bên çandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?