Duşem, 14 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bang li Meclîsê kir ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê nas bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E û TJK-E: Li dijî rageşiya li Rojava em yekîtiya gelan biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kiliç: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn û pêwîstiyeke pedagojîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi beşdariya Veysî Aktaş wê li Berlînê civîna pêvajoyê bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydar: Divê qanûn bi cih bê anîn, pêşî li Rêber Apo bê vekirin, çareseriya demokratîk bê pêşvebirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê bi fuze û droneyan êriş bir ser Silêmaniyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Qadên berxwedanê dagirin, xwedî li şoreşê derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê Şehîd Jiyan û 4 gerîllayan bi çalakiyekî hunerî hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê zext û gef li malbata Jîna Emînî dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê: Sûriyeya Demokratîk bi naskirina îradeya gelan pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd li Rihayê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJK-E’yê ji bo têkoşîna jinan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Serhildana Jin, Jiyan, Azadî dewama têkoşîna jinên Kurd e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA’yê banga mezinkirina têkoşîna rêxistinkirî ya jinan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em bi şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re sosyalîzma civaka demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên Îranê didomin: Cezayê heps û sirgûnê li jinan hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Doza Rojda Yakişikli destpê dike: Gef hate xwarin, nehate parastin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Festîvala Fîlmên Kurd didome: Divê Kurd çîrokên xwe vebêjin
Çand û Hûner

Festîvala Fîlmên Kurd didome: Divê Kurd çîrokên xwe vebêjin

2’yemîn Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê a ku wê sibe bi merasîma xelatdayînê bi dawî bibe, li ser paşeroj, niha û siberoja sînemaya Kurd panel hat lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê 2’yemîn Festîvala Fîlmên Kurd tê lidarxistin, bi eleqeyeke mezin didome.

Di çarçoveya festîvalê de li ser paşeroj, niha û siberoja sînemaya Kurdî paneleke taybet hat lidarxistin. Di panela ku moderatoriya wê Serhat Haluku û wergervaniya wê Jiaer Mohedien kir, derhênerên bi navê Cemîle Şahîn, Ekrem Heydo, Hewraz Muhammed û Shahram Alîdîserpêhatiyên xwe parve kirin.

LI ROJHILAT TÊKOŞÎNA SÎNEMAYÊ

Shahram Alîdî piştî “Şoreşa Îslamî” ya Rojhilat behsa zext û sansura li qada sînemayê kir. Alîdî diyar kir ku sînemaya Kurd li hemberî sansûr û zextan têdikoşe û anî ziman ku di sînemayê de nifşê nû bi xurtî dest bi îfadekirina nasnameya xwe kiriye.

‘DIVÊ KURD ÇÎROKA XWE VEBÊJIN’

Hewraz Muhammed li ser rewşa Kurdan a di sînemayê de nirxand kir. Muhammed da zanîn ku di dîrokê de bi nêrîneke oryantalîstî yan jî bi çavê dagirkeran behsa Kurdan hatiye kirin û destnîşan kir ku divê Kurd êdî bi ziman û nêrîna xwe çîrokên xwe bi rêya sînemayê vebêjin.

Derhênerê belgefîlman Ekrem Heydo diyar kir ku eger çîrokên civaka Kurd neyên belgekirin, dibe ku bên jibîrkirin. Heydo anî ziman ku divê çîrokên çar parçeyên Kurdistanê bên pêşandan û got, “Hem di sînemaya belgefîlm û hem jî di sînemaya çîrokî de veguhestina hestan mimkun e.”

LI DÎASPORAYÊ TÊKOŞÎNA NASNAMEYÊ

Derhêner Cemîle Şahîn bal kişand ser têkoşîna Kurdên dîasporayê yê li Ewropayê û bi rêya sînameyê parastina nasnameya xwe.

Cemîle Şahîn destnîşan kir ku ew bi fîlmên Yilmaz Guney mezin bûye lê Kurdî di sînemayê de têra xwe cih negirtiye û anî ziman ku piştî Berxwedana Kobanê li Ewropayê nasnameya Kurd zêdetir derketiye holê.

SIBEROJA SÎNEMAYA KURD

Di panelê de cih û pêşeroja sînemaya Kurdî ya li Ewropayê jî hat nîqaşkirin. Derhêneran diyar kirin ku ji bo sînemaya Kurdî di qada navneteweyî de zêdetir bêê dîtin divê kalîteya hilberînê bê zêdekirin û lobiyeke sînemayê ya xurt bê avakirin.

ÇALAKIYÊN ROJA PÊNCEMÎN

Li pirtûkfiroşa BibaBuZe ya navçeya Bilk a Dusseldorfê wê çalakiya xwendinê ya nivîskar Jana Seyda hat lidarxistin. Nivîskar Jana Seyda li Amûdê ji dayik bûye, beşên romana xwe ya “Jineke Mîrî Li Cîhangirê” xwend.

Çalakî bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Di danê êvarê de şeş kurtefîlmên ”Lêgerîn” û “Eine Brucke nach Rojava” û belgefîlma “Dem Dirîreşkan” hatin pêşandan.

Festîvala ku bi tevlêbûneke xurt didome, wê sibe êvarê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bibe.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN DUSSELDORF

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Enqereyê êşkence û binçavkirina ciwanan hat protestokirin
Nûçeya Pişt re Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: Konferansa Rojava wê bandorê li tevahiya Kurdistanê bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çalakiyên 8’ê Adarê li Qoserê bi meşekê destpê kir

Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Qoser a Mêrdînê bi meşekê dest bi çalakiyên 8'ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinan ji bo Abdullah Ocalan qert şandin û şitil çandin

Li Bremenê jinan bi boneya 75’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qert şandin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Edene, Îzmîr û Mêrsînê çalakiyên ‘Deng Bide Azadiyê’

Xizmên girtiyan di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirgirêka Kurd re çareserî"…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?