Sêşem, 14 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Komkujiya Enfalê navê sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Gulistan Dokû de 13 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtîgeha Êlihê îdiaya xwekuştinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îdiaya mudaxeleya bi zorê li girtiyên di greva birçîbûnê de

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên civakî yên sivîl bang li Iraqê kir ku bibe endamê ICC

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KCK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çiyayên Kurdistanê bi rengê biharê xemilîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda kanala NRT a li Silêmaniyê hat gulebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birayê Mehmet Çeviren: Birayê min xwe nekuştiye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê ku piştî 32 salan hat berdan li Agiriyê bi coş hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Evrîm Alataş hate bîranîn: Em ê mîrateya wê ji bîr nekin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Çam ê ku rojê 20 dermanan dixwe, li benda berdanê ye!
Rojane

Çam ê ku rojê 20 dermanan dixwe, li benda berdanê ye!

Pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam dewam dikin. Keça wî Şemal Çam anî ziman ku bavê wê Çam rojê 20 dermanan dixwe û got, "Rojek berî rojekê divê bê berdan."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Gulan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Girtiyê bi nexweşiya giran Mehmet Emîn Çam ê 73 salî ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Beşîrî ya Êlihê tê ragirtin, 16’ê Nîsana 2025’an cara duyemîn krîza dil derbas kir. Piştî krîz adil rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Êlihê û anjiyo lê hate kirin, stent li rehekî wî hate bicihkirin. Lê belê ji ber temenê xwe dest li rehên wî yên girtî nekarî bê kirin. Mehmet Emîn Çam ku li odeya çavdêriya awarte bi rengekî kelepçekirî heta tedawîkirin, 22’ê Nîsanê careke din ew xistin girtîgehê. Rewşa Mehmet Emîn Çam piştî nexweşxaneyê hîn giran bû, bedewa wî werimî û bi tedawiya dawî re Çam neçar ma ku êdî rojane 20 dermanan bixwe.

BIRYAR A DOZGERIYÊ Û SAZIYA TIP A EDLÎ YE

Ji bo Mehmet Emîn Çam ku di lîsteya girtiyên bi nexweşiya giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye, parêzeran bi daxwaza taloqkirina ceza serî li Wezareta Edaletê dan. Wezaretê serlêdan red kir û diyar kir ku divê dozgerî biryarê bide. Mehmet Emîn Çam ku ji ber pirsgirêkên nexweşiyê li nexweşxaneyê derkete pêşberî heyetê, careke din sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) hate kirin ku ATK’ê sala 2024’an ji bo wî gotibû, ‘Dikare li girtîgehê bimîne’. Heyeta nexweşxaneyê îdîa kir ku pirsgirêkên tenduristiyê yên Mehmet Emîn Çam nehatiye tespîtkirin û îdîa kir ku saziya biryarê bide ATK ye. Piştî biryarê tê payin ku Çam careke din sewqî ATK’ê bê kirin. Li gorî kontrolên dawî yên li nexweşxaneyê hate tespîtkirin ku nirxên gurçikê yên Çam gelekî bilind bûye û bandoreke neyînî li tenduristiya dil dike.

Mehmet Emîn Çam beriya niha emeliyatên dil û kataraktê derbas kir û hatibû tespîtkirin ku tumor li ser mejiyê wî heye, her wiha aliyê wî çepê jî felç bûye. Di heman demê de ji gurçikê jî du caran emeliyat bû û guhê wî yê aliyê rastê baş nabihîze. Demên dawî çavên wî jî baş nabîne. Parêzeran nerazîbûn nîşanî biryarê dan û diyar kirin ku divê Çam tavilê bê berdan. Keça Çam Şemal Çam anî ziman ku bavê wê nikare hîn bêhtir li girtîgehê bimîne.

REHÊN WÎ YÊN GIRTÎ HÎN JÎ PIRSGIRÊK IN

Şemal Çam anî ziman ku her cara bavê xwe dibîne bavê wê jê re dibêje ‘Naxwazim di kêliyên xwe yên dawî de li vir bim’ û got, “Piştî ku ji nexweşxaneyê derket û ji nû ve xistin girtîgehê min rewşa wî ya dawî pirsî. Got, piştî emeliyatê bedena wî werimî ye. Anî ziman ku pirsgirêkên piştî krîzê dewam kiriye. Ji xwe bi tena serê xwe nekarî bê hevdîtinê, hevalên wî yên girtî ketibû bin çengên wî û ew anîn. Guhê wî ji berê bêhtir giran bûbû; ji bo gotinên me fêhm bike em neçar dimînin ku du sê caran dubare bikin. Herdu guhên wî jî giran bûne. Dibêje rewşa wî baş e, lê belê ji derve ve welê xuya nake.”

ROJÊ 20 DERMANAN DIXWE

Şemal Çam diyar kir ku bavê wê rojê 20 dermanan dixwe û got, “Ji ber ku rehê wî yê duyemîn venebûye rîsk heye ku krîzê derbas bike. Hejmara dermanên rojane dixwe zêde bû. Di axaftina bi telefonê de dema em jê dipirsin, bê rewşa wî çawa ye, timî dibêje ‘ez çawa bim?’ Rewşa ku tê de ye êdî nayê îdarekirin. Her mehê diçe nexweşxaneyê. Ev pêvajo ji bo wî gelekî zehmet e. Em dixwazin rojek berî rojekê bê berdan. Divê ev êşkence bi dawî bibe. Divê berpirsyar hemû gavê biavêjin. Rehên dil û mejiyên wî xitimî ne. Divê li derve bê dermankirin. Ev rewş dike ku nexweşiyên cuda jî li wî der bibin. Ji bo hîn bêhtir giran nebe divê bê berdan.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Parêzer Bînbîr: Girtî bi rengekî kêfî nayên berdan
Nûçeya Pişt re KNK’ê têkildarî Onder peyama sersaxiyê weşand
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gerîla li dewleta Tirk dixe, PDK jî enqazê radike

Çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên li hemberî leşkerên dewleta Tirk a dagirker ên li…

Ji aliyê Stêrk TV

Leşkerên Tirk li Sidekanê şivanek gulebaran kir

Leşkerên Tirk ên ku bi armanca dagirkeriyê li Başûrê Kurdistanê bi cih bûne, li Sidekanê…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 13’Ê GULANA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DEM Partî: Komkujiya Enfalê navê sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di lêpirsîna Gulistan Dokû de 13 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 14’Ê NÎSANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li girtîgeha Êlihê îdiaya xwekuştinê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?