Duşem, 29 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Gefa DAÎŞ û avaniyên weke wê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê banga beşdarbûna mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di operasyona DAÎŞ’ê de 3 polîsan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ekmen: Divê zemînekî siyasî ku hiqûq û demokrasî derkeve pêş were amadekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Yalovayê operasyona li dijî DAÎŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, şer dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê protestoyên li dijî bêdaletiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ezîze Muradiyan 8 roj in di greva birçîbûnê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Serhedê banga ji bo mîtîngê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdîn û Şirnexê rê hatin girtin: Xwendekar asê man

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê ji bo diyarkirina aqûbeta Heval Şahîn bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li zozanên Lolanê 21 kes ji ber berfê winda bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dewleta Îranê 10 jinên Bahaî girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sala 2025’an de berxwedana jinan a di nava rastgirî, şer û krîzan de

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê şehîd Bêrîtan Fûad hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    400 aktîvîstan ji bo Zehra Şehbaz Teberî bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xalide Engîzek: Heval Berfîn bû sembola ked û fedakariyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li dijî heqaret û êrişên li hemberî Leyla Zana gilî hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Altûn: Antî-Amerîkî antî-emperyalîzmî nîne*
Kurdistan

Altûn: Antî-Amerîkî antî-emperyalîzmî nîne*

Altûn: Antî-emperyalîstbûn tê wateya dijberiya li sîstema cîhana emperyalîst, dijberiya li hegemonya cîhana emperyalîst, dijberiya li navendên hegemonîk ên jêrîn ên emperyalîst.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Gulan 2025 Dema xwendinê: 19 dq.
Parvekirin

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altûn bersiv da pirsên servîsên Îngilîzî û Spanî yên ANF’ê û got, “Li Bakurê Kurdistanê hêz hene ku li dijî mêtingeriya li Tirkiyeyê têdikoşin. Li Rojava YPG-YPJ hene. Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê jî hin hêzên din hene. Ev hemû ji ber ku parêzvanên nêzîkatiya heman paradîgmayê ne, tiştekî xwezayî ye ku bi hev re di nava têkiliyê de bin. Di vir de ya esasî ew e ku paradîgma bê dîtin.”

Altûn diyar kir ku li cîhana rojava gelek hêz hene ku ew dikarin wan weke dijberê sîstemê bibînin û got, “Di warê dîrokî de gelek hêz û tevgerên ji bo azadiyê têkoşiyan hene. Di roja îro de jî ev hêzên navborî dijberên sîstemê ne, lazim e mirov vê bibînin. Wekî din, Latîn Amerîka jî navendeke girîng e. Dema ku mirov rewş û bûyerên ji dema keşifkirina parzemîna Amerîkayê û vir ve qewimîn binirxînin, bi taybetî gava mirov şerê gerîla yê piştî salên 60’î derket û li ser xeta sosyalîst li rewşê binerin, mirovê bibînin ku qadeke girîng a têkoşîna şoreşgerî ye. Lê her du cih jî di heman demê de herêmê bi pirsgirêk in.”

Altûn anî ziman, ku ew kîjan hêza li rojava binirxînin, dikarin rexneyeke xurt lê bikin û işaret bi rewşa sed û pêncî salî ya Marksîzmê kir. Altûn bi bîr xist ku encama ji vê rewşê derketiye holê reel sosyalîzm e û wiha dewam kir: “Di dawiya dawî de xeta azadiyê veguherî reel sosyalîzmê û weke xwîna teze sîstem xwedî kir. Girîng e ev pozîsyona wê bibe mijara lêpirsînê. Bi nêrîna reel sosyalîst mirov ne dikare xwe bigihîne asta xeteke azadîparêz û ne jî dikare xeta azadiyê ya derketiye holê rast bibîne û li cem wê cih bigirin.”

NEPÊKAN E KU MIROV BI AMÛRÊN BINGEHÎN ÊN KAPÎTALÎZMÊ, SOSYALÎZMÊ AVA BIKIN

Riza Altûn destnîşan kir ku heman rewş ji bo Latîn Amerîkayê jî derbas dibe û got, Latîn Amerîka bi rastî jî herêmeke ku di serdemên gelekî dîrokî re derbas bûye.

Altûn ragihand ku li gel vê yekê jî di mijara nirxandina meseleyê de pirsgirêkên xwe yên cidî heye û ev tespît kir:

“Sermeselê; yên bi navê sosyalîzmê tevdigerin nekarîne reel sosyalîzmê ji ser xwe biavêjin. Mirov bê hêsanî dikarin vê tespît bikin. Ji xwe, heta ku nêzîkatiya dewletparêziya netewe û nêzîatiya desthilatdarîparêziyê ji xwe re esas bigirin, bi ti awayî nikarin xwe bigihînin xeta rast a sosyalîzmê. Di nêrîn û pratîka hêzên dijberê sîstemê yên li Ewropa û Latîn Amerîkayê de, pirsgirêka bingehîn di vir de ye. Bi vî rengî li meseleyê dinerin: Dibêjin ‘Yê li dijî sîstemê ye, ew antî-kapîtalîst e’. Pîvanên bingehîn ên antî-kapîtalîzmê hene. Welat hene ku kapîtalîzm û emperyalîzmê temsîl dikin û ev dijmin in. Xwe vegirtina ji van hêzan weke nêzîkatiya bingehîn dibînin. Ji wan heye ku azadî jî ev e. Di nava şaşitiyeke bi vî rengî de ne. Halbûkî dema mirov li jiyana wan dinerin, dibînin ku ew bi xwe kapîtalîzmê, emperyalîzmê dijîn. Li mala wê, li bajarê wê, li nava desthilatdariya wê, li nava nasnameya wê, li marketa wê dijîn. Yanî di jiyana rojane de heta bi qirika xwe di nav de ne, lê di nêzîkatiya îdeolojîk de jî mîna ku azadîparêz e tevdigerin. Di vir de şaşitiyek heye. Ji xwe pirsgirêka reel sosyalîzmê jî ev e. Di nava nêzîkatî û korbûnekê de ne, ku ji wan heye dikarin bi amûrên bingehîn ên kapîtalîzmê, sosyalîzmê ava bikin.”

DIJBERIYA LI AMERÎKAYÊ NAYÊ WATEYA DIJBERIYA LI EMPERYALÎZMÊ

Altûn ku yek ji damezrînerên PKK’ê ye anî ziman, ku li hemberî xeta ku li Latîn Amerîkayê dixwaze ji bo demokrasiyê têbikoşe, li dijî emperyalîzmê têbikoşe ti îtiraza wan nîne û diyar kir ku li gel vê yekê jî divê nuqteya ku ew gihîştinê jî were dîtin.

Altûn da zanîn, ku bi navê têkoşîna dijî emperyalîzmê re bi bandora reel sosyalîzmê bêyî ku hay jê hebin ketin rewşeke dij bi Amerîkaniyê.

Altûn got, “Bi dîtina min di vir de şaşitiyeke mezin heye. Pêwîste lêpirsîn bê kirin ku nêzîkatiya reel sosyalîst a li Latîn Amerîkayê bi rastî çiqasî dij bi emperyalîzmê ye. Lê eşkere ye ku antî Amerîkanî ne. Dijberiya li Amerîkayê nayê wateya dijberiya li emperyalîzmê. Amerîka emperyalîst e. Nîşandana helwesta li hemberî emperyalîzma Amerîkayê bêguman pêkane. Lê belê antî-emperyalîstbûn tiştekî cuda ye. Antî-emperyalîstbûn tê wateya dijberiya li sîstema cîhana emperyalîst, dijberiya li hegemonya cîhana emperyalîst, dijberiya li navendên hegemonîk ên jêrîn ên emperalîst. Gotina ‘ez li dijî Amerîkayê me’ tiştekî îfade nake. Nuqteya ku Latîn Amerîka ketiye navê, ev e.”

ANTÎ-AMERÎKANÎ TI CARÎ LATÎN AMERÎKA BI SER NEXIST

Riza Altûn destnîşan kir ku mejiyê ’emperyalîzma dest nade min bila hezar salî bijî, mejiyekî rast nîne’ û got, “Emperyalîzm çavkaniyeke bingehîn e ku xwe li navendên cuda bi rêxistin dike. Heta ku mirov ne li dijî hemûyan be, nikare yekê jê têk bibin. Ji ber vê yekê, antî-Amerîkanî ti carî Latîn Amerîka bi ser nexist. Ji ber ku ev yek nekarî veguherîne antî-emperyalîzmê, nikare bi ser bikeve. Lewma tevî ku di têkoşîna dijî Portekîz û Spanyolan de çepereke bi dest xist jî, nekarî xwe ji têkiliya girêdaniya bi wan re rizgar bike.”

DI SER ÎNKARKIRINA KURDAN RE VEGUHERÎN NETEWE DEWLETÊ

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altûn da xuyakirin ku dema ew li feraseta antî-emperyalîst a li Latîn Amerîkayê dinerin, dibînin ku bi bi giranî hêzên li dijî Amerîkayê şer dikin weke hêzên antî-emperyalîst qebûl dike û bi wan re têkiliyê datîne.

Altûn di vî warî de mînaka Kurdistanê da ku bi çar parçeyan hatiye parçekirin û wiha dewam kir: “Dema ku mirov ji Latîn Amerîkayê dinerin, ev rastî nayê dîtin. Hêzên kapîtalîst-emperyalîst ên sîstema mêtinger a li Kurdistanê bi hev re ava kirin û hêzên noker ên hevkarê wan, weke hêzeke hevgirtî nayê nirxandin. Yek ji rejîmên Îran, Sûriye, Tirkiye ya jî Iraqê, dema ku ji ber berjewendiyeke rojane bi rejîma DYA re bikeve nava kokiyê, ev hêza mêtinger yekser weke antî-emperyalîst tê nîşandan. Qirkirinên ku van rejîman li Kurdistanê kirine, nayên dîtin. Pêwîste ev nêrîn bê guhertin. Sîstema dewletên cîhanê bi giştî sîstemeke kapîtalîst, emperyalîst û mêtinger e. Nakokiyên van ên bi hev re, nabe ku weke antî-emperyalîst were nirxandin.

Sermeselê; desthilatdariya heyî ya li Tirkiyeyê tevî ku desthilatdariyeke mêtînger, faşîst û olperestiya tund e, car carna ji ber nakokiyên xwe yên bi Amerîkayê re mîna antî-emperyalîst hatiye destekkirin. Lê belê karakterê mêtingeriyê yê vê û pêwendiya xwe ya bi emperyalîzmê re nehatiye dîtin.”

Altûn ragihand, nêzîkatiya li partiyên Baasê jî bi heman rengî ye û got, “Wextekê partiyên Baas guzîdeyên desthilatdariyên şoreşger ên li Latîn Amerîkayê bûn. Her kes pê zane ku partiyên Baasê rewşa herî nebaş, herî kapîtalîst û herî emperyalîst a netewe dewletiya Ereb û neteweperestiya Ereb in. Ji ber ku ev partî bi giranî nêzî bloka Sowyetê disekinin û car carna bi Amerîkayê re nakok bûn û dijminatî li Îsraîlê kirin, weke antî-emperyalîst hatin dîtin. Ev nêrîn felaket e.”

Riza Altûn diyar kir ku heman rewş ji bo Îranê jî derbas dibe; “Îran welatekî olperest ê tund e ku bi giranî mezhebeke Îslamê esas digire. Rêxistinbûna xwe ya heyî ji sîstema cîhana kapîtalîst cuda nîne. Têkiliya xwe ya bi emperyalîzmê re xurt e. Ji ber nakokiyên xwe yên bi Amerîkayê re Îran li Latîn Amerîkayê weke hêzeke antî-emperyalîst hate dîtin. Ev nêzîkatî, nêrîna bi pirsgirêk a antî-emperyalîst a li Latîn Amerîkayê radixe pêş çavan.”

PKK’Ê DEST JI SOSYALÎZMÊ BERNEDAYE

Altûn diyar kir ku li şûna lêpirsîna li reel sosyalîzma jihevketî û bi navê beşên civakî û gelên bindest avêtina gavekê ji nava vê rewşê, lêpirsîna hêzên ku dixwazin ji vê jihevketinê derkevin, nêzîkatiyeke bi pirsgirêk e.

Altûn got, “Di vir de mebesta me lêpirsîna li naveroka pêngava derketina ji vê rewşê û hewldana fêhmkirina wê nîne. Mebest ji vir, esasgirtina reel sosyalîzma jihevketî ye. Mebest ji vê; dîtina reel sosyalîzmê weke sosyalîzmê ye. Beriya her tiştî bi esasgirtina reel sosyalîzmê re ne pêngavên nû ji aliyê sosyalîstbûnê ve dikare bê lêpirsîn, ne jî sosyalîzma rastî dikare bê avakirin. Guhertina paradîgmayî ya PKK’ê ji aliyê cehwerî ve xwe naspêre redkirina sosyalîzmê. Dixwazim vê yekê bi taybetî destnîşan bikim. Di vir de rexnekirina nêzîkatiyên siyasî, felsefî û îdeolojîk ên reel sosyalîzmê heye. Hewldaneke ku sosyalîzm li ser bingeha azadîparêzî, wekhevîparêzî û demokratîk ji nû ve bê pênasekirin û ji nû ve were avakirin. Ji ber vê yekê PKK’ê dest ji sosyalîzmê bernedaye. Berevajî vê yekê, rexneya reel sosyalîzmê bi taybetî tevgerên dijberî sîstemê dike û sosyalîzmeke nû ava dike. Têgînên li ser vê bingehê bi kar tîne jî, têgînên li ser rexnekirina reel sosyalîzmê hatine destnîşankirin e. Girîng e ev têgîn weke têgînên azadîparêzî, wekhevîparêzî û demokratîk ên sosyalîzma nû werin dîtin. Şerê niha li Rojhilata Navîn diqewime û têkiliyên li ser vê bingehê tên danîn, nabe ku bi rewşa îdeolojîk werin vegotin. Ev bi giranî li gorî rewşa polîtîk e.”

PKK SOSYALÎZMÊ LI SER ZANISTIYA CIVAKÎ YA NÛ Û RAST JI NÛ VE AVA DIKE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altûn anî ziman ku PKK bi guhertina paradîgmayî re bersivê ji pirsan re diafirîne û sosyalîzmê jî li ser bingeha zanistiyeke civakî ya rasteqîn û nû ji nû ve ava dike.

Altûn got, “Ev yek qutbûna ji sosyalîzmê nîne. Ev yek, bi awayekî gelekî rast nirxandina reel sosyalîzma têkçûyî, bi nêzîkatiya paradîgmayî re ji nû ve pênasekirineke rast a sosyalîzmê ye. Hemû hêzên antî emperyalîst, hêzên sosyalîst, azadîparêz û tevgerên li dijî sîstemê yên li gelemperiya cîhanê, heta ku xwe lis er vê bingehê nenirxînin, nikarin bi pêş bikevin.”

TÊGÎNA AVAKIRINA CIVAKÎ YA KU LI ROJHILATA NAVÎN TÊ, TÊGÎNA NETEWEYA DEMOKRATÎK E

Di dewama hevpeyvînê de Altûn rê û rêbazên çareseriyê, her wiha sîstema ku herî baş li Rojhilava Navîn tê nirxand.

Di vê çarçoveyê de Altûn got, “Netewe formeke civakî ye. Di nava vê formê de em qala civakeke ji gelek çand, bawerî û nêrînan pêk tê, dikin. Civak ji cihêrengiyan pêk tê. Civak ji yekîtiya cihêrengiyan pêk tê. Netewe jî weke hevpara hevgirtina cihêrengiyan dikare bê pênasekirin.”

Altûn da xuyakirin, ku demokrasî di cewhera civakê de heye û girîng e civak jî bêyî xisar li vê rewşa wê ya demokratîk were kirin, bê pênasekirin.

Altûn got, “Neteweya demokratîk forma avakirina civakê li ser bingeha demokratîk e. Neteweya demokratîk, şêweyê rastî yê netewebûnê ye. Her civakîbûn û avabûna ne demokratîk bi pirsgirêk e û li xwezaya civakê nayê. Timî rê li ber şîdet û şer vedike. Hemû pêkhateyên civakî yên neteweyê pêk tînin, ancak li ser bingeheke demokratîk bi sîstema rêveberiyeke demokratîk û siyaseta demokratîk dikarin li gel hev bên hiştin. Demokrasî rejîmeke bêhempa ye ku ji bo xweîfadekirin, birêxistinkirin û xwerêvebirina her kesî, derfetên mezin dide.

Dema ku mirov ê yekê bi taybetî ji bo Rojhilata Navîn dinirxînin, derdikeve holê ku hê bêhtir girîng û jiyanî ye. Ti civaka li Rojhilata Navîn yekjimar nîne. Civakên Rojhilata Navîn timî di zikhev de ne. Nepêkane ku civak ji aliyê olî, mezhebî, nasnameya etnîkî û çandî ve ji hev bên cihêkirin. Dibe ku qadên serweriya çandî ya civakan bi pênaseyeke civakî dikare bê nirxandin û rêkûpêkkirin. Lê belê welê jî be, ti carî nabe yek netewe. Wê wextê têgîna herî rast a civakî ku li rastiya Rojhilata Navînt ê, têgîna neteweya demokratîk e.”

PARADÎGMAYA SOSYALÎZMA NÛ YA RÊBERTÎ JI BO HER KESÎ YE

Altûn diyar kir, ku ew qala paradîgmayeke nû dikin û anî ziman, dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan paradîgmaya nû destnîşan kir, ev yek li ser rexnekirina reel sosyalîzmê destnîşan kir.

Altûn destnîşan kir, ku Rêberê Gelê Kurd paradîgmaya nû ya sosyalîzmê ava kir û got, “Divê ev paradîgma weke paradîgmayeke tenê ji bo rêxistinekê neyê dîtin. Gelek hêz her tim dikarin vê paradîgmayê li gorî herêma xwe binirxîne û ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe bi kar bîne. Di vir de jî rewşeke gerdûnî derdikeve holê. Yanî ev paradîgma ne tenê ji bo Kurdan ne, ne tenê ji bo Rojhilata Navîn e. Divê weke rewşeke ku dikare li her devera cîhanê bê bikaranîn were dîtin. Lewma gelek hêzên li Rojhilata Navîn bi vî rengî nêzîk dibin. Weke mînak, dema mirov li Rojava dinerin; li Rojava hêzên PYD, YPG-YPJ derketin holê. PYD, YPG niha bi giranî li ser pirsgirêkên Kurdên li Sûriyeyê disekinin. Lê belê xwe tenê bi Kurdan bi sînor nakin. Ji aliyê esasî ve hewl didin pirsgirêka Kurd çareser bikin, lê belê karakterê gerdûnî yê pirsgirêkê ji nedîtî ve nayên. Ji ber vê yekê rêxistiniya wan a ramanî û pratîk-rêxistinî gerdûnî ye. Di vir de paradîgmaya Rêbertî ji xwe re dikin rêber û li ser wê xwe bi pêş ve dibin. Yanî ew PKK’yî nînin; PYD û YPG hêzên PKK’yî nînin. Hêzên Kurd in ku paradîgmaya Rêbertî ji xwe re esas girtine. Niha li Rojhilatê Kurdistanê hêzeke din, li Başûrê Kurdistanê hêzekek din, li Bakurê Kurdistanê hêzeke din bi heman rengî nêzî paradîgmayê dibin. Her kes li se bingeha vê paradîgmayê pirsgirêka xwe ji aliyê siyasÎ, civakî, rêxistinî û pratîkî ve formule dikin û têdikoşin.

Em bêjin; li Bakurê Kurdistanê hêz hene ku li dijî mêtingeriya li Tirkiyeyê têdikoşin. Li Rojava YPG-YPJ hene. Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê jî hin hêzên din hene. Ev hemû ji ber ku parêzvanên nêzîkatiya heman paradîgmayê ne, tiştekî xwezayî ye ku bi hev re di nava têkiliyê de bin. Di vir de ya esasî ew e ku paradîgma bê dîtin.”

Altûn bal kişand ser aliyê azadiya jinê ya vê paradîgmayê û wiha dewam kir: “Jinan di nava vê paradîgmayê de azadiya xwe dîtine, nêzîkatiya sosyalîst li ser bingeha nasnameya jinê nirxandine, azadiya jinê û sosyalîzm gelekî baş kirine yek û rewşeke bi vî rengî afirandine. Vaye hûn jî dibînin, ku veguherîne hêzeke gelekî girîng. Li Bakurê Kurdistanê di şerê gerîla de jin veguherîne hêzeke mezin a azadî û rêxistinbûnê. Di şexsê YPJ’ê de veguheriyeke hêzeke ku bandorê li tevahiya cîhanê dike. Bi qasî ku pêşî li hêzeke hov a mîna DAIŞ’ê bigire, li Rojava veguherîne hêzeke îdeolojîk, rêxistinî û hêza şer. Hemû rêxistinbûnên li herêmê di vê çarçoveyê de dikarin werin nirxandin. Tevgerên ekolojîst jî li ser vê bingehê dikarin werin nirxandin.”

LI DIJÎ KAPÎTALÎZMA GLOBAL DIVÊ EM DEMOKRASIYA GLOBAL AVA BIKIN

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altûn destnîşan kir ku bi kurtasî divê paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan afirand tenê weke paradîgmaya ji bo azadiya Kurdan û Kurdistanê neyê nirxandin û herî dawî got, “Kapîtalîzm niha di rewşeke krîzê de ye. Tevgerên azadîparêz ên li cîhanê gelekî ji hev belav in. Ev rewşa belawela ya tevgerên azadîparêz ne ya qebûlkirinê ye. Ji ber vê yekê, ferz e ku hevkariya hêzên antî kapîtalîst, antî emperyalîst were avakirin. Divê em dorhêla xwe berfireh bikin. Li dijî kapîtalîzma global, divê em demokrasiya global ava bikin.”

* Hevpeyvîna ku 13’ê Mijdara 2017’an de bi yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Riza Altûn re hate kirin

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dîmenên kongreya dîrokî ya PKK’ê
Nûçeya Pişt re Kaytan: Ya ku Zîlan pêk anî, çalakiya nemir bû*
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YCWK’ê li dijî êrîşên li ser Rojava çalakî kir

YCWK’ê ragihand ku ji bo bersiva êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava…

Ji aliyê Stêrk TV

Kordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê: Pirsgirêk bi diyalogê çareser dibe

Kordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê bang li Iraqê kir ku rêzê li hemberî hêzên li…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 4’Ê NÎSANA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê protestoyên li dijî bêdaletiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Gefa DAÎŞ û avaniyên weke wê berdewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Cizîrê banga beşdarbûna mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ezîze Muradiyan 8 roj in di greva birçîbûnê de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?