Şemî, 1 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyê nexweş tevahiya rojê bê av ma: Nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tevî tîştên ku piştî pêvajoya berê hatin jiyîn jî hêviya aştiya civakî neqediyaye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîmên Tolhildana Şehîdên Kurdistanê: Li Bane û Rebetê 2 kes hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora 6 mehan a binpêkirinên li girtîgehan hat ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Abdullah Ocalan muxatabê sereke ye û kirdeya diyarker e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Sozdar Avesta: Têkoşîna civaka Êzidî têkoşîna mirovahiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Munzurê di roja duyemîn de berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê kolberek qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Korîdora Mirovî’ bîranîna fermanê: Ev rê şahidê jiyan û berxwedanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mam Bircûn: Derveyî Êzidatî û Serok Apo em xwe bi navekî din hilnedin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Heta ku Rêber Apo nekeve dewrê nepêkan e ku pêwîstiyên qanûnê bêne bicihanîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê di nava mehekê de 26 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Me Şengal ji bîr nekiriye û em ê nedin jibîrkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa ku doza welatekî dinivîsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinek li Kelarê hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 saziyên jinan têkildarî mafp jinan û statuya Kurdan bi Guterres re civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo parêzvana mafên jinên Kurd Gulhatun Kara kampanyaya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Comerd piştî 28 salan li Rojava ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlma ‘To My Sisters’ ku berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê vedibêje li Elmanyayê hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Divê Kurd bi yekîtiyê pêşengiyê ji pêvajoyê re bikin’
Kurdistan

‘Divê Kurd bi yekîtiyê pêşengiyê ji pêvajoyê re bikin’

Endamên KNK'ê Refîk Gefur, Şaho Palanu û Niyaz Abdullah diyar kirin ku di avakirina civaka demokratîk de her kes xwedî berpirsyariyê ye û gotin, divê Kurd aştiya xwe ya navxweyî pêk bînin û bi yekîtiyê pêşengiyê ji pêvajoyê re bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Endamên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Refîk Gefur, Niyaz Abdullah û siyasetmedar-nivîskar Şaho Palanu paradîgmaya nû ya Rêber Apo û bûyerên dawî yên li Rojhilata Navîn ji ANF’ê re nirxandin.

‘JI BO CIVAKEKE DEMOKRATÎK BERPIRSYARIYA ME HEMÛYAN HEYE’

Refîk Gefur bal kişand ser girîngiya pêvajoya nû û anî ziman ku divê gelê Kurd şertên xwe biafirîne û li gorî gavên ku dewleta Tirk biavêje pêvajo diyar bibe.

Gefur anî ziman ku paradîgmaya nû ya Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn vîzyoneke û got, “Divê bi baldarî xwedî li vê projeyê bê derketin. Ji bo civakeke demokratîk berpirsyariya me hemûyan heye. Divê dewleta Tirk dest ji tebîetên xwe yên berê berde û bi reformên hîn mezintir xwedî li vê pêvajoyê derkeve. Bi avaniya xwe ya heyî ev yek pêkan xuya nake, veguherîn şert e.”

‘NÊZÎKATIYA DEWLETA TIRK KRÎTÎK E’

Siyasetmedar Şaho Palanu jî anî ziman ku Rojhilata navîn ji demeke nû derbas dibe û got, “Di ser Peymana Lozanê re 100 sal derbas bûn. Ev pêvajo bi polîtîkayên înkar û îmhayê derbas bû. Kurdan îro ev astengî ji holê rakirin. Divê em li ser wê bifikirin bê wê sîstemeke çawa ya nû ava bibe. Pêvajoya nû ya Abdullah Ocalan û referansên xwe yên demokratîk ji bo aştiyê gelekî girîng e. Bêguman nêzîkatiya pozîtîf a dewleta Tirk krîtîk e.”

‘DIVÊ LEŞKERÊN TIRK JI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ VEKIŞIN’

Rojnamevan Niyaz Abdullah jî anî ziman ku banga aştiyê girîng e, ev pêvajoya nû bi taybetî ji bo Rojava qonaxeke girîng e. Abdullah ragihand ku ev yek wê bandorê li Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê jî bike.

Niyaz Abdullah bi bîr xist ku artêşa Tirk dagirkerî û êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dike û got, “Bi taybetî van êrîşan bandor li ser xelkê Behdînanê kir. Şehîdên me çêbûn, mirov neçar man ji cih û warê xwe bibin. Bi vê pêvajoyê re divê leşkerên Tirk bi temamî xwe ji Başûrê Kurdistanê vekişînin. Êdî hinceteke xwe nema ye. Bi heman rengî divê êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê jî rawestin û xwe jê vekişînin. Divê kurd pirsgirêkên xwe bi rêveberiya navendî ya Sûriyeyê re çareser bikin; dewleta Tirk êdî dest lê wernede.”

Niyaz Abdullah her wiha destnîşan kir ku li Bakurê Kurdistanê divê mekanîzmayên siyasetê di dewrê de bin û sîstema demokratîk bê avakirin û got, “Ev bang gelekî girîng e, ji ber ku Abdullah Ocalan banga aştiyê li Barzanî, Mazlûm Kobanê û hemû Kurdan kir. Xwedîderketina li vê bangê tê wateya pêkanîna aştiya navxweyî ya Kurdan û têkoşîna ji bo aştiyê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayikên Aştiyê: Werin em mil bidin aştiyê!
Nûçeya Pişt re Kanar: Paketa Darazê ya 10’emîn neçareseriyê mezin dike!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyê şehîd El Yûsif li Tebqayê hate veşartin

Cenazeyê şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Mehmûd Xelef El Yûsif li Tebqayê hate veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

Rêxistinên hiqûqê li ber biryara têkildarî doza Poyraz Esen rabûn

Di dosya Poyraz Esen de ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê bi gumanbarî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Asyaya Navîn di meha Gulanê de germahî gihîşt 40°C

Welatên Asyaya Navîn vê biharê bi pêla germahiyek dijwar re rû bi rû man.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

53 hezar koçberên Fasî vegeriyan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Sozdar Avesta: Têkoşîna civaka Êzidî têkoşîna mirovahiyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Hejmara Tebaxê ya Newaya Jin bi manşeta ‘Îradeya çareserkirina pirsgirêka sedasalî, rûbirûbûn e’ der

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tîmên Tolhildana Şehîdên Kurdistanê: Li Bane û Rebetê 2 kes hatin cezakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?