Yekşem, 19 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji Hevserokan daxuyaniya ‘Demîrtaş’: Divê bi lez bê berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hiqûqa dijminatiyê xistine meriyetê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Abya Yala Civaknasiya Azadiyê ya Rêber Apo rastî eleqeyek mezin tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Muxatabê sereke yê pirsgirêka Kurd Rêber Ocalan e, ne DEM Partî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê COTMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta windayan hate pirsîn, edalet hate xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Taksîvan tevlî çalakiya ji bo Rojînê bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girseya gel sersaxî ji malbata gerîlayê HPG’ê Yaşar re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwan ji bo Rêber Apo meşiyan: Heta azadiyê em ê têbikoşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiyên ji bo şehîd Çiyager Amara û Zemanî Sûrûç didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di şewta Pîremegrûnê de ciwanek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê bi girseyî serdana şîna şehîd Têkoşîn Cûdî û Rêzan Serdem hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kombûna Jinan a Zenûbiya: Êrîş nikarin îradeya me bişkînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Dayikên Aştiyê: Rêber Apo divê azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Darazê Îranê cezayê 38 qemçiyan li Ateş Şakeremî birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Em bêrêziya li hemberî Rêber Apo qebûl nakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiya 30 salan cara sêyemîn hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji xwendekarên zanîngehê ji bo Rojîn Kabaîş meşa edaletê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Helîm Yûsiv bi romana xwe ya dawî li Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Şehîd Bawer Agir bi çalakiyên hunerî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Vejîna Kurd fînala sezonê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê Festîvala Şehîd Bawer Agir dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Spanyayê bi pêşangehekê işaret bi têkoşîna YPJ’ê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra destana ‘Dewrêşê Evdî û Edûlê’ şîrove kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Çeteyan êrîşî gundê Tewila kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > Kooperatîfên çandiniyê bi jinan geş dibin
Civak & Ekolojî

Kooperatîfên çandiniyê bi jinan geş dibin

Aboriya Jinê ya li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê zeviyê ji 45 hezar donimî diçîne û kar ji hezar jinan re peyda dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Komîteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Aboriya Jinê ya Kongra Star hem derfetên kar ji jinan re peyda dikin, hem jî çandiniyê xurt dikin.

Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kooperatîfên ji sê salan hene. Aboriya Jinê îsal jî dest bi gelek projeyên nû kir. Li Dêrikê li gundên Zihêriye, Eyn Dîwar û Teqil Beqilê sê kooperatîf hene û 60 jin di nav de dixebitin. Li bajarê Girkê Legê nêzî 39 jin di nava kooperatîfê de kar dikin. Li kooperatîfa li Amûdê jî du malbat dixebitin. Ji gundê Elî Bedran ê Tirbespiyê 18 jin, li gundê Digirê jî çar malbat cihê xwe di nava kooperatîfê de digirin. Li Şedadê 160 jin di nava kooperatîfê de dixebitin. Li Til Temir û Dirbêsiyê jî kooperatîf hene. ji ber ku gundên li Kobanê nêzî sînor e ji ber ewlekariyê kooperatîf nehatibûn avakirin, lê di sala 2023’an de yekemcar hatin avakirin. Li Kobanê niha kooperatîfek bi 5 endamên xwe yên jin hene. Li Şehbayê di nava çar kooperatîfan de 19 malbat dixebitin. Ji sedî 75 ê hatineya ji kooperatîfan ji wan jinan re tê dayin ku di nava kooperatîfan de kar dikin. Ji sedî 10 ji hatineyê ji sindoqên kooperatîfan û ji sedî 15 jî ji bo hilberandina projeyên nû dikeve qaseya Aboriya Jinê.

AMADEKARIYÊN JI BO PROJEYÊN NÛ

Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li gel çandiniya genim, kîmyon, nok, nîsk û nehne îsal çandiniya darên fêkî jî destpê kir û proje hîn jî dewam dike. Li Herêma Cizîrê ev proje ji aliyê Aboriya Jinê ve tê meşandin. Di 1’ê Adarê de li Dêrikê 4 hezar darên xurme, hijîr, mêw û zeytunan hatin çandin. Di nava du salan de wê fêkî jê çêbibe. Her 10 dar wê radestî malbatekê bêne kirin û mîna kooperatîfê bê bikaranîn. Li Herêma Firatê jî 4 hezar û 500 mêw hatin çandin; ji bo kooperatîfa konserve têne amadekirin.

Aboriya Jinê ku amadekariyê ji hilberandina zibil ê xwezayî dike, hem ji bo aborî gemarî nebe hem jî çanda paqijiyê belav bibe wê ji qalikên hêk û fêkiyan dest bi hilberandina gubre yê xwezayî bike.

ZEVIYÊ ÇANDINIYÊ YÊ JI 45 HEZAR DONIMÎ

Ji rêveberên Aboriya Jinê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Gulê Mûrad ji ANF’ê re axivî û got, “Yek ji armancên damezrandina Komîteya Aboriyê avakirina kooperatîfan bû. Armanca me ya destpêkê jinûve geşkirina ruhê kolektîvîzmê bû. Me xwest ku gel bi hev re ruhê civakîbûnê û hesta alîkariyê xurt bike.”

Gulê Mûrad ragihand ku Aboriya Jinê xwedî zeviyekî ji 45 hezar donimî ye, beşeke mezin a zeviyên wê jî li gundan e û got, “Zeviyên me li bajêr gelekî kêm in. Ji bo li zeviyan binihêrin malbat û jinên li nêzî zeviyan têne hilbijartin. Ji ber ku yên tevlî kooperatîfê dibin divê karibin zeviyan baş bi kar bînin. Divê ji çandiniyê fêhm bikin, zeviyan xwedî bikin. Lewma dema li gundekî zeviyekî me hebe em ji wî gundî malbatên nêzî zevî hildibijêrin. Ji bo kooperatîfan pêwîstî bi pisporiyê nîne. Xelkê me yê li gundan ji xwe ji çandiniyê fêhm dikin. Tecrûbeyên wan gelekî zêde ye. Bi demê re tecrûbeyên xwe zêde dikin. Ya esasî ew e ku xwedî li xakê derkevin, zeviyan xwedî bikin.”

BANDORA ŞER Û AMBARGOYÊ LI SER ÇANDINIYA GENIM

Gulê Mûrad diyar kir ku xaka Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dewlemend e û got, “Xaka me ji bo çandiniyê guncaw e. Her dara ku te çand berhem jê tê. Di mijara av û hewayê de jî herêma Cizîrê bêhtir guncaw e, lê belê em ji herêmên me yên din jî berheman bi dest dixin. Em giraniyê didin ser çandiniya genim. Li herêmê timî atmosfereke şer heye. Li gel şer her wiha ambargo jî dewam dike. Lewma pirsgirêka nan û ard heye. Ji ber vê jî em neçar dimînin ku giraniyê bidin ser genim. Tevî genim her wiha nîsk, nok, kîmyon, ceh, garis, şênkahî, darên fêkî jî têne çandin. Bi taybetî li zeviyên di destê Aboriya Jinê de ne bîrên avê tune bûn. Li benda baranê diman. Rewşeke bi şensê ve girêdayî hebû. Em hîn negihîştine wê astê ku pêwîstiyên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê fînanse bikin. Em gihîştin heta astekê lê belê hîn bi temamî nikarin fînanse bikin. Şênkahiya ku me çandiye bi buhayekî biçûk difiroşin. Gelê me ji vê razî ye. Genim jî li embaran têne bicihkirin.”

BÎRÊN AVÊ Û ENERJIYA ROJÊ

Gulê Mûrad diyar kir ku îsal bi giranî li derdora zeviyan dest bi kolandina bîran kirine, wê hejmara bîran zêde bikin û got, “Av çiqasî zêde be çandinî jî wê ewqasî bi pêş bikeve. Pêwîstiya me bi malzemeyên teknîkî heye, lê belê bi demê re wê çareser bibin. Her wiha me dest bi amadekariya sîstema enerjiya rojê jî kirine, ji ber ku li herêmê pirsgirêka elektrîk û mazotê heye. Bi vî rengî em ê van pirsgirêkan bi sîstema enerjiya rojê çareser bikin. Temamiya van projeyan jî wê pêşkêşî xizmeta kooperatîfan bêne kirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KCK: Têkoşîna ekolojiyê mafê bingehîn e
Nûçeya Pişt re Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê: Em bang dikin ku di asta herî bilind de piştevanî bê kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Stenbol û Enqereyê daxwaza berdana girtiyên nexweş hat kirin

Di çalakiyên ÎHD'ê yên li Enqere û Stenbolê de daxwaza berdana girtiyên nexweş Enver Yanik…

Ji aliyê Stêrk TV

Artêşa Tirk a dagirker gundên Başûrê Kurdistanê dişewitîne

Di encama bombebarana artêşa Tirk a dagirker a li Girê Amediyê bi cih bûye de…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî û TJA’yê Denîz Poyraz bi bîr anî

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û TJA’yê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Denîz Poyraz bi bîr…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

Konferansa Jîngehê ya Navneteweyî ya 1’emîn a Silêmaniyeyê destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Qamişloyê ji bo piştgiriya QSD’ê şahî hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Forûma Avê ya Mezopotamyayê li Amedê destpê kir: Av çek nîne

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Çewlîg ji erdhejeke gengaz re ne amade ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?