Duşem, 30 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kesên li Kizildereyê hatin qetilkirin hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    OHD: 7 zarok bi hinceta tevli Newrozê bûne hatine girtin û êşkence dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    11 partiyan ji bo aştî û demokrasiyê banga avêtina gavên şênber kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê 2 girtiyên siyasî darve kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Naqqarînê 270 cenaze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişên li hemberî hev dewam dikin, li gorî Trump ‘rejîm guherî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li ARSÎSA ku perwerdeya Kurdî dide, cezayê pere hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan û aktîvîstên Şengalî: Divê parastina Êzidiyan û rêveberiya wan hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navê hebûna bi kedê: Harûn Cûdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT-Amerîka: Li Kurdistanê di mehekî de 474 êrîş pêk hatin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê nûnertiya YE’yê bû armanc, li Xurmatu baregeheke Haşdî Şabî hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin wê di 4’ê Nîsanê de li ser aştiyê biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Tirkiyeyî hîn jî zexta li jinên Kurd tê kirin nabînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûniştina dozê ya Ayşe Gokkan carek din taloq bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jinên Kurd: Em hêmana esasî ya vê pêvajoyê ne!
Jin

Jinên Kurd: Em hêmana esasî ya vê pêvajoyê ne!

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd konferansa xwe ya 3'yemîn lidar xist. Jinên beşdarî konferansê bûn gotin, "Yekîtî nebe nabe. Di pêvajoya aştî û jinûve avabûnê de em hêmanên rasteqîn in."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd bi dirûşma ‘Bi yekîtiya jinên Kurd ber bi yekîtiya neteweyî ve’ li Amedê konferansa xwe ya 3’yemîn li salona Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) lidar xist. Ji Kurdistanê û Tirkiyeyê bi dehan jin tevlî konfeansê bûn. Di konferansê de bûyerên siyasî yên dawî û pirsgirêkên heyî hatin nirxandin, rola jinan a di pêvajoya jinûve avakirinê de hate nîqaşkirin. Jinên ku beşdarî konferansê bûn anîn ziman ku yekîtiya nava jinên Kurd nebe nabe û li ser pêvajoyê nêrîna xwe anîn ziman.

Ji Rêveberiya Bajarê Amedê ya Partiya Însan û Azadiyê (PIA) Banû Ay têkildarî pêvajoya aştiyê ya li Kurdistanê, rola civakî ya jinan û parastina mîrateya çandî daxuyaniyên girîng da. Banû Ay destnîşan kir ku di pêvajoya veguherîna civakî û aştiyê de rola jinan wê diyarker be û got, “Di vê pêvajoyê de em naxwazin bibin dilopek, em dixwazin bibin deryayek.”

DI VÊ PÊVAJOYÊ DE JIN LI REFÊN HERÎ PÊŞ IN

Banû Ay li ser karên Platforma Jinên Kurd agahî da û diyar kir ku jin hem ji aliyê çandî hem jî ji aliyê siyasî ve divê hîn bêhtir li pêş bin. Banû Ay anî ziman ku jinên Kurd di herikîna dîrokê de êşên gelekî giran kişandin, ji ber vê êşê hîn bêhtir berxwedêr û zane bûn. Banû Ay destnîşan kir ku bi taybetî êşa ji ber windakirina zarokên xwe dilsoziya jinan a bi aştiyê re xurt kir û diyar kir ku divê aştî bi pêşengiya jinan ava bibe: “Jinan sedan sal in berdêlên giran dan. Em dixwazin êdî dawî li vê êşê û barîna rondikên çavan bê. Tevkariya jinan a li pêvajoya aştiyê sembolîk nîne, divê çêker û rêveber be. Ji bo parastina çand, ziman û kevneşopiya Kurdan parçeyek ji vê pêvajoyê ye. Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e, jin di vê têkoşînê de divê li refên herî pêş bin.”

JI BO KURDISTANÊ DIVÊ EM BI HEV RE TEVBIGERIN

Banû Ay ragihand ku jinên ji nêrînên cuda yên siyasî di bin sîwana Kurdistanê de dikarin li hev kom bibin û got, “Cudahiya me ya siyasî dibe ku hebe. Lê belê ji bo yekîtiya Kurdistanê divê em hemfikir bin, bi hev re tevbigerin. Di nava helwesteke çêker û hevgirtî de bin. Em ya ji destê me tê dikin. Di aştiyê de em naxwazin bibin fîguran, em dixwazin bibin hêmana rasteqîn. Li ku derê veguherînek hebe divê em jin li wê derê li refên herî pêş bin.”

Endama Komeleya Dema Jinê Esra Kahraman bal kişand ser rola jinên Kurd a di pêvajoya aştiyê de û têkoşîna li hemberî şerê ku li Rojhilata Navîn li jinan ferz dike, nirxand. Esra Kahraman destnîşan kir ku jinên Kurd hem ji bo yekîtiya neteweyî hem jî ji bo aştiyeke mayinde di kar de bi rola pêşengiyê radibin.

Esra Kahraman li ser girîngiya konferansê got, “Li Rojhilata Navîn şerek diqewime ku nav lê nehatiye kirin û ev şer herî zêde bandorê li jinan dike Ji ber vê yekê jî jin ne tenê daxwaza aştiyê dikin, her wiha em di avakirina vê aştiyê de bi roleke çalak radibin.”

JINÊN KURD PÊŞENGÊN AŞTIYÊ NE

Esra Kahraman diyar kir ku konferans wê li çar parçeyên Kurdistanê bi hevdemî dewam bike û dixwazin di dawiya vê pêvajoyê de jî bi konferanseke hevpar re platformekê ava bikin ku têkoşîna aştiyê ya herêmî ya jinan xurt bike. Esra Kahraman destnîşan kir ku ev platform wê ne tenê ji bo aştiyê kar bike, di heman demê de wê li dijî tundiyê û qirkirina çandî jî têbikoşe.

Esra Kahraman di dawiya axaftina xwe de got, “Avakirina aştiyê ne tenê tê wateya bêdengkirina çekan. Têkoşîna li hemberî tundî, qirkirina çandî û newekheviyê jî parçeyek ji têkoşîna aştiyê ye. Lewma tevlîbûna jinan a li vê pêvajoyê mecbûriyeteke exlaqî û siyasî ye. Jinên Kurd ne tenê piştevanên aştiyê ne, di heman demê de pêşeng in.”

Jinên Kurd ku li hemberî şerê li Rojhilata Navîn daxwazên xwe yên ji bo aştî û wekheviyê bilind kirin, bi konferansê re ragihandin ku wê careke din bibin pêşengên veguherîna civakî.

Endamên Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) Dîba Keskîn û Dîlan Aydinn li konferansê axivîn û destnîşan kirin ku jin aştiyê hildigirin, hêmana çareseriyê ne.

JINÊN KURD BI SALAN E DI NAVA TÊKOŞÎNÊ DE NE

Dîba Keskîn işaret bi girîngiya têkoşîna jinan kir û anî ziman ku veguherîna li Rojhilata Navîn û ev pêvajo bi sîstema şerê serwer dimeşe. Dîba Keskîn got, “Li Rojhilata Navîn guherînên cidî dibin. 9 roj in bi destê mêran şerekî mezin tê kirin. Di avakirina jiyana nû de divê gelê Kurd bi taybetî jî jinên Kurd bi fikir û tecrûbeyên xwe tevlî vê pêvajoyê bibe. Civîna Îro jî parçeyek ji vê pêvajoyê ye. Jinên Kurd çil sal in di nava têkoşînê de ne. Ev têkoşîn îro gihîştiye asteke gelekî xurt. Jinên Kurd xwedî tecrûbe, gotin û hêza çareseriyê ya xurt in. Ji bo bibe parçeyek ji pêvajoya nû em bi fikir, dirûşm û pêşniyarên xwe yên çareseriyê li vê derê ne. Ji ber ku li vî warî jinan barê herî giran ê şer hilgirtin.”

Dîba Keskîn got, “Ji bo ev êş bi dawî bibin em jin aştiyê dixwazin” û destnîşan kir ku jin ne tenê daxwaza aştiyê dikin, her wiha dibin hêmana avakirina aştiyê.

Dîlan Aydin jî işaret bi girîngiya konferansê kir û ragihand ku ev lihevkombûn ne tenê zemîneke nîqaşê ye, qadeke ji bo hilberîna çareseriya pratîkî ya paşerojê ye. Dîlan Aydin got, “Jina bi xwe qadeke têkoşînê ya berfireh e, di nava vê giraniyê de em bi şer re rû bi rû ne. Di nava vî şerî de em îro li ser aştiyê, paşerojê û rola jinan diaxivin.”

EM DIXWAZIN ÇARESERIYÊ BIAFIRÎNIN

Dîlan Aydin ragihand ku ji gelek bajaran jin tevlî konfearnsê bûn, ev yek cihê hêviyê ye û got, “Li vê derê em ne tenê li ser pirsgirêkên xwe, li ser pirsgirêkên bi milyonan jinan diaxivin. Bi taybetî polîtîkayên şer, tundî û newekheviyê dinirxînin. Bi vê konferansê re em dixwazin hîn bi pêş ve biçin, çareseriyên şênber hilberînin. Jin bi vê konferansê re ne tenê pirsirêkên xwe teşhîs dikin, her wiha ji bo çareseriyê li hev kom dibin, li ser bingeha yekîtî û aqlê hevpar de îradeya tevlîbûna li pêvajoya aştiyê destnîşan dike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Şêxanê dar jinûve şîn bûn
Nûçeya Pişt re ROJEVA 23’Ê HEZÎRANA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di êrîşa li ser Dêr Hafirê de 6 sivîl hatin qetilkirin

"Di êrîşa çeteyên ser bi hikumeta veguhêz ve ya li ser Dêr Hafira Tebqayê de,…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêvî Mûstefa: Eger helwesta Kurdan nebe yek dê Lozanek din bi serê wan were

Hêvî Mûstefa diyar kir ku wê ji bo yekrêziya Kurd konferansek berfireh were lidarxisin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Komxebata ‘Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ hate lidarxistin

Di komxebata ‘Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ ya li Silêmaniyê hat lidarxistin de ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Koye mirina bi guman a jinekê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jin wê di 4’ê Nîsanê de li ser aştiyê biaxivin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Jinên Tirkiyeyî hîn jî zexta li jinên Kurd tê kirin nabînin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji malbata wî sê kes li benda ‘mafê hêviyê’ ye: Bila biryarên DMME’yê bi cih bêne anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?