Zanyarê siyasetê Mehmet Zahîr Saritaş xwefesixkirina PKK’ê, banga Rêber Apo ya ji bo hevpeymaneke civakî ya nû a têkiliyên Kurd û Tirkan nirxand û destnîşan kir ku gelekî girîng e, pirsgirêka Kurd li ser bingeha welatîbûna azad, gavên şênber ên li ser mijarên; perwerdeya zimanê dayikê, mafên çandî, temsîla siyasî û statuyê bê çareserkirin.
Mehmet Zahîr Saritaş işaret bi guhertina hevsengiyên li Rojhilata Navîn kir û got, “Pir tê nîqaşkirin ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) hêzên rojava dixwazin sîstema cîhanê û hevsengiya hêzê ya cîhanê li gorî berjewendiyên xwe çêbikin û di vê çarçoveyê de Rojhilata Navîn jinûve dîzayn bikin. Ji êrîşa 11’ê Îlonê heya îro ji polîtîkayên wan, em vê yekê dibînin.”
Zanyarê siyasî Mehmet Zahîr Saritaş destnîşan kir ku jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn gelekî dişibe bûyerên di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de li Rojhilata Navîn qewimî û got, “Ev rewşa ku dişibe hev, ji bo civak û dewletên li herêmê xwedî dersên gelekî mezin e. Beriya Şerê Cîhanê yê 1’emîn temamiya erdnîgariya Rojhilata Navîn di bin serweriya Osmanî de bû. Di salên şer de dema Osmanî têk çû, ev xak ji aliyê dewletên di şer de bi serketine Îngilistan û Fransa ve bi peymana veşartî ya Sykes-Pîcot a 1916’an hate parvekirin û hate dagirkirin. Dema şer qediya bi peymanên hatine îmzekirin, bi taybetî jî bi peymana Lozanê Tirkiye weke netewe dewletekê hate qebûlkirin. Lê piraniya xaka Osmanî di bin rêveberiya Îngilîz û Fransayê de ma. Dewletên Ereban ên piştre hatine avakirin û sînorên Tirkiyeyê li gorî berjewendiyên van dewletan bi kêfî hatin çêkirin. Ev rewş 100 sal in ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn çavkaniya herî girîng e. Ti dewletên li Rojhilata Navîn hatine avakirin, di rastiyê de bi têkoşîna rizgariya neteweyî nehatine avakirin. Hîn zêdetir di çarçoveya ku li gorî berjewendiyên Îngilistan û Fransayê bin de û dîsa bi erêkirina van dewletan hatin avakirin. Ji ber ku li Rojhilata Navîn dewletên herêmê bi hêz nînin, bi pêşengiya DYE’yê hêzên rojavayî ne xwedî wê derfetê ne ku vê armancê asteng bikin yan jî mijûl bikin. Lewma ji bo dewletên herêmê xeterî û nediyariyên mezin hene. Mudaxileyên ku di vê çarçoveyê de li dewletên herêmê tên kirin, ne diyare ka wê bigihije kuderê. Ez difikirim ku mudaxileyên li Iraq, Sûriye, Misir, Lîbya, Lubnan, Xeze û herî dawî li Îranê têkildarî jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn e. Bi endamtiya NATO’yê re ji şerê navxweyî yê Sûriyeyê yê 2011’an û vir ve ne diyare ka wê mudaxileyî Tirkiye ya ku bi hêzên rojavayî re tevnagere û bi pêvajoya Astanayê re bi Rûsya û Îranê hevpar tevdigere, bikin yan na. Devlet Bahçelî diyar kir ku hedefa rast a mudaxileya li Îranê, Tirkiye ye.”
Mehmet Zahîr Saritaş destnîşan kir ku ji armanca jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn ew e ku sîstema cîhanê û hevsengiya hêzê ya cîhanê li gorî berjewendiyên hêzên rojavayî yên di bin pêşengiya DYE’yê de, jinûve bên avakirin û pêşî li avakirina sîstema cîhana nû veke, xetên enerjiyê yên nû bên çêkirin û ewlehî pêk were, ewlehiya Îsraîlê were garantîkirin û herêm û civakên herêmê li gorî van armancan were guhertin.
Di dewama nirxandina xwe de Mehmet Zahîr Saritaş got, “Di vê çarçoveyê de em dikarin diyar bikin ku girîngiyeke jeopolitik û stratejîk tê dayîna Kurdistanê û Kurdan jî weke mutefîkên stratejîk dibînin. DYE’yê gelek caran bi taybetî di daxuyaniyên fermî yên girêdayî Kurdên Rojava de, pênaseya mutefîkên me yên stratejîk bi kar aniye. Fransayê jî daxuyaniyên heman dabûn. Ev hemû geşedanên li Rojhilata Navîn û mudaxile daxwazên azadî û maf ên Kurdan hîn zêdetir nîşan dide û zemînê bi destxistina statuyê xurt dike. Nexasim bi mudaxilekirina Iraqê re Kurd bûn xwedî statu. Li Sûriyeyê jî pir nêze ku Kurd bibin xwedî statu. Piştî mudaxileya li Îranê jî dibe Kurd bibin xwedî statu. Ev her sê dewlet ji ber ku meseleya Kurd û pirsgirêkên xwe yên din di çarçoveya azadî û demokrasiyê de çareser nekirine, bi gotineke din ji ber ku rejîmên demokratîk ava nekirine, ji mudaxileyan re vekirî man û rû bi rûyê mudaxileyan man.”
Di nava van şert û mercên guherîna herêmê de Mehmet Zahîr Saritaş diyar kir ku Tirkiye jî divê van hemû geşedanan rast binirxîne û dest ji nêzîkatiyên xwe yên berê berde û got, “Divê meseleya Kurdî di çarçoveya demokratîk de çareser bike, zagoneke bingehîn a demokratîk û nû çêbike, di çarçoveya hevkariya stratejîk a dîrokî ya bi Kurdan re statuya Kurdan nas bike. Hetta divê di vê çarçoveyê de nêzî hemû Kurdan bibe. Ev yek wê Tirkiyeyê jî û hemû Kurdan jî hîn azad, demokratîk û xurt bike. Li gorî fikra min dewleta Tirkiyeyê ev geşedan hemû û rîskên ku derketine holê, nirxand bi hesasiyeta dewletê di şexsê Devlet Bahçelî de ev pêvajo da destpêkirin. Birêz Ocalan jî jixwe ev demek dirêje ev hemû geşedanên li Rojhilata Navîn pêşbînî kir û perspektîfên çareseriya demokratîk pêş xist û pêşkêş kir. Wî bi xwe jî weke kesekî ku Rojhilata Navîn rast şîrove dike, bersivek erênî da û bi banga aştî û civaka demokratîk re tercîh kir ku meseleyê bi Tirkiyeyê re çareser bike. Divê ev weke derfeteke dîrokî were nirxandin. Eger dewlet û Kurd vê meseleyê di nava xwe de çareser bikin wê rewşa ku Tirkiye ji mudaxileyan re vekirî bimîne û pirsgirêka bekayê ji holê rabin û wê bibe aktorekî xurt ê herêmê. Kurd jî wê bibin xwedî statu û azadî.
Birêz Ocalan berê ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî yên Tirkiye û Rojhilata Navîn, paradîgmaya modernîteya demokratîk pêş xist. Di çarçoveya vê paradîgmayê de; eger pêşniyara netewa demokratîk, konfederalîzma demokratîk û konfederalîzma Rojhilata Navîn a demokratîk hatiba dîqetkirin, dibe ku îro me li ser rewşeke hîn cudatir a Rojhilata Navîn axaftiba. Wê pêşî li van mudaxileyan hatiba girtin.”